Cochabamba xweseriyê pîroz kir

 

 

 

 

Cochabamba pejirandina qanûna xweseriyê ya Bolîvyayê pîroz kir. Bi mebesta pîrozbahiya salvegera xweseriyê, Gerînendetiya Departmana Xweseriya Cochabambayê bernameyekê li dar xist.

Rêvebirî û endamên Meclîsa Qanûnsaz a Departmanê, hin nûnerên hikumeta navendî, sazî û welatiyên Cochabambayê beşdarê bernameyê bûn.

Di bernameyê de li ser dîroka damezrandina xweseriyê hat sekinandin û serfiraziyên xweseriyê hatin destnîşan kirin. Paşê Gerînendeyê Departmana Xweseriyê Pablo Garcia Rivera bernameya bi navê “Ez Statuya xwe Bizanibim-Cochabamba” pêşkêşî beşdaran kir.

map

Festîwal bi vekirina çend standên ku tê de pirtûkên li ser hin aliyên curbecur ên xweseriya Bolîvyayê  disekinî dihatin pêşkêşkirin, bi dawî bû.

Ji vir pênc sal berê Parlamentoya Pirneteweyî ya Bolîvyayê Qanûna 031 a Xweserî û Desentralîzasyone qebûl kiribû.

Cochabamba li navenda Bolîvyayê cî digire û ji aliyê kolonyalîstên îspanyol di sedsala 16. de hatiye damezrandin. Nifûsa bajêr qasî 630,000’an e û ji bilî xweseriya departmantê li bajêr rêvebiriyeke xweser a bi navê Rêvebiriya Xweser a Şaredariya Cochabambayê hatiye damezrandin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …