Asûrî-suryaniyên Rojava bi daxuyaniya Amerîka dilxweş in

 

 

 

Xrîstiyanên li Sûriyeyê daxuyaniya generalê amerîkî John Allen ên di derbarê pêdiviya naskirina xweseriyê ya ji bo hemû gelên Sûriyeyê de bi dilxweşî pêşwazî kirin. Allen ku kordînatorê taybet ê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ye, kurtedemek berê vê daxuyaniyê dabû.

Berdevkê Karên Derve ya Yekitiya Suryanî ya Ewropayê Rîma Tuzun li ser mijarê got ku êdî pêdiviya diyarkirina siberoja gelan a bi awayekî azad zêdetir tê famkirin û wiha dom kir: “Mafê self-determînasyonê û rêvebiriyê ya gelên me hatiye înkarkirin. Digel ku em desteka hewayî ya domdar û xurt xweş pêşwazî dikin, em bawer dikin ku em bi tenê dikarin siberojeke bi ewle û herêmên xwerêvebirinê  bi desteka berbiçav a leşkerî ya hîndekariyê û alavên ji bo parastina xwe ya li dijî DAÎŞ’ê damezrînin.”

SNC und ESU2

Gelê asûrî-sûryanî yên li Kurdistana Sûriyeyê dijîn ji mêj ve ye bang dikin ku xwerêvebirina demokratîk ku wan tevlî kurd û ereban damezrandî ye ji aliyê cîhanê bê qebûlkirin. Rîma di derbarê vê mijarê de got ku ew wekî gelekî azad in ku ji bo xwerêvebirina xwe ya bi cîranên xwe re biryarê bidin  û “dema mirov bibîne ku navçe û gundên ku hemû gelên me bi hev re dijîn û ji aliyê nifûsê tevlîhe e, vê pêdiviyê baştir tê famkirin.”

Tuzun di dawiya daxuyaniya xwe de bang li Koalîsyona Navneteweyî û bi taybetî li DYA, Kanada û û hemû endamên Yekitiya Ewropayê kir ku ji bo “xweparastina hevpar û xwerêvebirinê” ya Rojava desteka xwe xurtir bikin.

Asûrî-sûryaniyên li Iraqê, bi taybetî jî yên li herêma Kurdistanê jî nêzîkî salê ye ji bo parastina xwe û rizgarkirina erdên ketiye destên DAÎŞ’ê xwe birêxistin dikin. Gelek asûrî-suryaniyên li herêmê dengên xwe ji bo herêmeke xweser bilind dikin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …