Yildirim: Bi zimanê xwe rêveberiya cewherî pêk bînin

 

 

 

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Kadrî Yildirim têkildarî ji lingên ‘Rêveberiya cewherî’ yê esasî perwerdehiya zimanê dayikê û mafê ziman de diyar kir ku gel bi zimanê xwe dikare aboriya xwe pêş bixe.
Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Kadrî Yildirim têkildarî perwerdehiya zimanê dayikê û mafê ziman yê bi “Rêveberiya cewherî” re demên dawî de runiştî rojeva Tirkiyeyê û Kurdistanê de axivî. Yildirim got ku perwedehiya zimanê dayikê di “Rêveberiya cewherî” de têgehek berfireh e. Yildirim diyar kir ku perwedehiya zimanê dayikê di ‘Rêveberiya cewherî’ de pêwîste yê herî pêş bikeve ye û jêneger e.

‘Divê her kes rêveberiya cewherî bi zimanê xwe pêş bixe’

Yildirim anî ziman ku bi zimanekê din meşandina ‘Rêveberiya cewherî’ ji bo gelan kêmasiya herî mezin e û wiha berdewam kir: “Gelê kurd îro ‘Rêveberiya cewherî’ îlan dike. Heger ku bêjin ‘gelê kurd rêveberiya xwe ya cewherî îlan kirin lê ne bi zimanê xwe zimanekê din di meşînin’ ev ji me re kêmasiyekê herî mezin e. Ev ji tê wateya gelê kurd heya îro bi dirûşmên vala û bi hinek argumanên siyasî ketine rê. Divê ev neyê gotin, ji ber vê yekê yên ku pêwîst demildest bê kirin. Bi vê yekê re jî divê seferberiya ziman a berfireh ê ku hemû civak û hemû qadên civakê eleqadar dike bê destpêkirin. Divê her kes rêveberiya xwe ya bi cewherî bi zimanê xwe pêk bîne.”

‘Dive termînalojiya zimanê kurdî pêk were’

Yildirim li ser pêkanîna termînalojiya zimanê kurdî sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Divê têkildarî hemû lingên ‘Rêveberiya cewherî’ yek bi yek ji termînalojiya zimanê kurdî pêk were û pirtûkên termînalojiya lingên wê bên amadekirin. Bi vî awayî em dikarin ‘Rêveberiya cewherî’ bi perwerdehiya zimanê dayikê re têkûz bikin. Li ser vê yekê heger ku siyaseta kurd di meclîsê de temsilîyeta xwe bidomîne û pêşiya vê neyê birîn, dikarin komîsyona zimanê dayikê ava bike.”

Jêder: DIHA

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …