Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin

 

 

 

 

Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir.

Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê Îlonê de projeyeke ji bo herêmeke xweser a albaniyan pêş kirin.  Bi armanca saziya rêvebir a  herêma xweser 114 endamên meclîsên her sê bajarokan saziyeke xwerêvebirinê damezrandin. Endamên meclîsê yên van bajarokan bi armanca nivîsandina statuya xweseriyê komîteyekê ji nava xwe hilbijartin.

kosovo-presevo

Serokê Konseya Neteweyî ya Kêmara Neteweyî ya Albaniyên li Sirbîstanê Jonuz Musliu ji rojnamegeran re got ku ew heman mafên Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê  daxwaz dikin. Musliu qadên ku ew dixwazin xwedî hêza rêvebirinê bin wiha diyar kir: Polîs, daraz û tenduristî.

Preşevo û Bujanovac bi hev re Newala Preşevoyê pêk tînin û ji % 75’ê nifûsa vê herêmê ji albaniyan pêk tê. Medvedja jî qasî 40 km dûrî vê herêmê ye û ji % 25’ê nifûsa wê albanî ye.

Nûnerê hikumeta Sirbîstanê yê Kosowa-Metohijayê Marco Duric di derbarê mijarê de ji ajansa Tanjugê re dîtînên xwe anî ziman û got ku gavên albanî davêjin provokasyone û wê rêvebiriya Sirbîstanê bersivê nede vê provaksyonê.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …