Piştî hilbijartinên giştî yên li Giravên Faroyê, doza self-determînasyona li welat xurt bû. Partiya Komarê (bi zimanê faroyê Tjóðveldi) di hilbijartina ku di 1’ê Îlonê de hat lidarxsitin de di Parlamentoya Faroyê de (Løgting ) bû partiya duyemîn. Partiya Komarê doza serxwebûna Giravên Faroyê dike.
Giravên Faroyê li bakurê Okyanûsa Atlantîk cî digire û gelê li van giravan dijîn tevlî gelên din ên skandînavyayê endamê etnîsîteya nordîk in û nifûsa giravan nêzîkî 50 hezarî ye. Girav di sedsala 19.de bûye koloniyeke Danîmarkayê û ji wê demê û û vir ve girêdayê vê dewletê ye.
Di 1948’an de xweseriya giravan ji aliyê Danîmarkayê ve hatiye naskirin. Di 2005’an de hikumetên Faro û Danîmarkayê peymaneke din a ji bo berfirehkirina xweseriyê îmze kirin. Bi vê peymanê, ligel transferkirina hêzên nû ji Faroyê re, heta astekê temsîla giravan di qada navneteweyî de jî hat naskirin.
Înfowelat
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat
