Herêma Bîafrayê Nîjeryayê piştî 50 salan carekê din bû qada protestoyên li dijî hikumeta navendî. Xwepêşandarên ku bi giranî endamê gelê îgbo ne, bi hefteyan e li kolanan daxwaza berdana siyasetmedarekî herêmê dikin. Xwepêşandanên li Bîafrayê di cotmehê de, bi girtina berpirsê Radyoya Bîafrayê û serokê Gelê …
Bêtir »Terayî ji xweseriya xwe ne razî ye
Du meh di ser qebûlkirina destûra bingehîn a Nepalê û destpêka sîstema federal a Nepalê re derbas bûye lê hîn sînorên Terayiyê diyar nebûne. Li herêmê ji eşkerekirina destûra bingehîn a welat û vir ve xwepêşandan herdem berdewam dikin. Terayî herêma herî mezin a Nepalê yê û li başûrê …
Bêtir »‘Pêwîst e Tirkiye bibe 25 herêmên xweser’
Rêxistinên DBP û HDPê yên Qersê bi mijara ‘Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê’ panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen jî tevlî panelê bûn. Panela, ‘Pirsgirêka Kurd û Modelên Çareseriyê’ li Qersê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya DBPê Emîne Ayna …
Bêtir »Myanmar li benda federalîzmê ye
Piştî serkeftina hilbijartinê ya Yekitiya Neteweyî ya Demokrasiyê ya li Myanmarê, gelek derdor li benda gavên vê partiyê yên ji bo guherandina sîstemê ne. Serokê partiyê Aung San Suu Kyi soz dabû ku ew ê Myanmarê veguherîne dewleteke federal. Di hilbijartinê de partiya Suu Kyi di ji …
Bêtir »Gola Urmiyê ziwa bûye
Rojhilata Navîn ji ber sedemên avê zêdetir ji 4000 salan e bûye qada şer. Dagirkerên Kurdistanê yên ku hemû serçaviyên Kurdistanê weke “malê bêxwedî” dihesîbînin û wan serçaviyan ji bo xwe bikar tînîn niha jî dest bi talana wan serçaviyan kirine. Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê serçavî …
Bêtir »Sahraya Rojava 40 sal in li benda self-determînasyonê ye
Koloniya kevn a Îspanyayê hîn jî di bin dagirkeriya Fasê de ye û vê dewletê heta niha nehiştiye referandûma self-determînasyonê bê lidarxistin. Peymana Sêalî ya Madrîdê ku di 14’ê Mijdara 1976’an hatibû îmzekirin, îsal 40 salan li dûv xwe dihêle. Bi vê peymanê, Îspanya ji Sahraya Rojava vekişiya …
Bêtir »Li Etîyopyayê hêzên herêmî bûn yek
Komên etnîk ên Etîyopyayê ku ji aliyê sîstemê ve zext li ser wan tên kirin hevpeymanekê siyasî damezrandin. Pênc rêxistinên polîtîk ên ji Etîyopyaye beşdarê vê hevpeymanê bûn. Di civîna 22-23’ê Cotmehê ya li paytexta Norwêc Osloyê de nûnerên rêxistinên polîtîk ên komên etnîk li ser damezrandina hevpeymanekê li hev …
Bêtir »Li Szeklerlandê çalakiya ji bo xweseriyê
Bi hezaran welatiyên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) ya li Romanyayê bi agir sînorên herêmeke xweser çêkirin. Konseya Neteweyî ya Szeklerê bang li Romanyayê kir ku xweseriya herêmê nasbike. Konseya Neteweyî ya Szeklerê (SZNT) di salvegera redkirina pêşniyaza xweseriya Szeklerlandê ya ji aliyê hikumeta Romanyayê ve (24’ê Cotmehê) …
Bêtir »Xweseriya lokal a Bolîvyayê bala cîhanê dikişîne
Wezîrê Xweseriyê yê Bolîvyayê Siles diyar kir ku pêvajoya xweseriya şaredariyan a li Bolîvyayê bala welatên li cîhanê dikişîne û van welatan dixwazin bi rêvebiriyên şaredariyê welatî wî re têkiliyan ava bikin. Li paytexta Bolîvya La Pazê bi beşdariya şaredariyên li welat bernameyeke li ser pêvajoya xweseriya şaredariyên hat …
Bêtir »Gilgit-Baltîstan xwedî nasnameyeke taybet e
Ji % 82’yê welatiyên Gilgit-Baltîstanê ya li bakurêrojhilatê Pakîstanê xwe ji nasnameya keşmîrî dûr dibînin. Digel Biryara Rêvebiriya Xweser a a 2009’an welatiyên herêmê doza mafên berfirehtir dikin û dixwazin ji aliyê Destûra Bingehîn a Pakîstanê ve mafên wan bên naskirin. Di encama anketeke ku li ser 500 welatiyên …
Bêtir »Siyaseta Galê ji pêşnûmaqanûna xweseriyê ne razî ye
Partiyên li Galê diyar dikin ku pêşnûmaqanûna di derbarê xurtkirina xweseriya Galê de bersiva daxwazên wan nade. Di pêşnûmaqanûnê de hikumeta brîtanî xwedî hêzên ku wê tranferê Galê bihatana kirin e. Hikumeta Galê, Demokratên Lîberal ên Galê û Plaid Cymruya serxwebûnxwaz li dijî Pêşnûmaqanûna Galê ku …
Bêtir »Alsasî dixwazin hilbijartinên herêmî yên Fransayê bên betalkirin
Konseya Dewletê yê Fransayê yek ji serîlêdanên ku daxwaza betalkirina rêxistina îdarî ya nû dikir, red kir. Hêzên herêmparêz ên Alsasê ji mêj ve ye li dijî guherîna sînorên herêma xwe derdikevin. Herêma Alsasê ya rojhilatêbakurê Fransayê hewl dide ku hilbijartina herêmî yên ku di meha …
Bêtir »Ûygûr daxwaza self-determînasyonê dikin
Di 60. salvegera damezrandina Herêma Xweser a Tirkîstana Rojhilat (Xinjiang) de Çîn pesnê xweseriya vê herêmê da. Çînê diyar kir ku li Tirkîstana Rojhilat di 60 salên dawî de pêşketineke berfireh derketiye holê. Kongreya Ûygûr a Cîhanê jî bi daxuyaniyekê daxwaza mafê self-determînasyonê kir. Bi …
Bêtir »Welatiyên Norfolkê ji bo xweseriyê meşiyan
Welatiyên Norfolkê ji ber sebeba ku rêzê ji mafê wan ê xweseriyê re nagire Awistralyayê rexne dikin. Komeke nû ya sivîl ku ji siyasetmedar û welatiyên giravê pêk tê, daxwaz kir ku Norfolk têkeve lîsteya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya erdên ne xwedî xwerêvebirinê ne. Di …
Bêtir »Nepal federalîzmê qebûl kir
Meclîsa Damezrîner a Nepalê hefteya borî Destûra Bingehîn a Nepalê eşkere kir. Li gorî destûra bingehîn, êdî Nepal welatekî federal e. Mixabin komên etnîk madeşî û tarû bi hinceta ku daxwazên wan li ber çav nehatine girtin destûra bingehîn qebûl nekirin. Bi destûra bingehîn a nû …
Bêtir »Yildirim: Bi zimanê xwe rêveberiya cewherî pêk bînin
Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Kadrî Yildirim têkildarî ji lingên ‘Rêveberiya cewherî’ yê esasî perwerdehiya zimanê dayikê û mafê ziman de diyar kir ku gel bi zimanê xwe dikare aboriya xwe pêş bixe. Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Kadrî Yildirim têkildarî perwerdehiya zimanê dayikê û mafê ziman …
Bêtir »Biryara li dijî Saziya Bacê ya Katalonyayê
Dadgeha Destûra Bingehîn a Îspanyayê meşandina qanûna Saziya Bacê ya Katalonyayê da sekinandin. Hikumeta Îspanyayê bi hinceta ku vê qanûnê mafên hemû welatiyên Îspanyayê binpê dike, serî li dadgehê dabû. Serokwezîrê Îspanyayê Mariano Rajoy di serîlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bilind de îdîa kiribû ku qanûna navborî …
Bêtir »Albaniyên li Sirbîstanê gaveke ber bi xweseriyê de avêtin
Albaniyên li ser sînorên Kosowayê yên Sirbîstanê dijîn statuyeke wekî ya Herêma Şaredariyên Sirb ên li Kosowayê yê li bakurê Kosowayê daxwaz kirin. Lê nûnerê hikumeta sirb ê Kosowayê bi lez vê pêşniyazê red kir. Albaniyên li bajarokên Preşevo, Bujanovac û Medvedja yên li Sirbîstanê, di 12’yê …
Bêtir »Durzî xweseriya xwe îlan kirin
Durziyên li başûrê Suriyeyê dijîn xweseriya xwe îlan kirin. Vê îlanê piştî êrîşa li dijî nûnerên durzî ya çend roj berê pêk hat. Welatiyên durzî yên li bajarê Siwêda dijîn di 6’ê Îlonê de xweseriya xwe îlan kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya xweseriyê de ku li ser …
Bêtir »Doza self-determînasyonê li Faroyê geş dibe
Piştî hilbijartinên giştî yên li Giravên Faroyê, doza self-determînasyona li welat xurt bû. Partiya Komarê (bi zimanê faroyê Tjóðveldi) di hilbijartina ku di 1’ê Îlonê de hat lidarxsitin de di Parlamentoya Faroyê de (Løgting ) bû partiya duyemîn. Partiya Komarê doza serxwebûna Giravên Faroyê dike. Giravên …
Bêtir »Partiya Tamîl doza xweseriyê dike
Partiya Hevpeymana Neteweyî ya Tamîl (TNA) diyar kir ku ew dixwaze “hêzên maksîmûm” tranferê herêmên Srî Lankayê bê kirin. Lê partiyên neteweperest ên sînhalî ji bo sistkirina modela navendî ya dewletê bê dil in. Di 30 salên dawî de cara pêşiyê ye partiyeke tamîlî di Parlamentoya Srî …
Bêtir »