Nepal federalîzmê qebûl kir

 

 

 

 

Meclîsa Damezrîner a Nepalê hefteya borî Destûra Bingehîn a Nepalê eşkere kir. Li gorî destûra bingehîn, êdî Nepal welatekî federal e. Mixabin komên etnîk madeşî û tarû bi hinceta ku daxwazên wan li ber çav nehatine girtin destûra bingehîn qebûl nekirin.

Bi destûra bingehîn a nû li welat heft herêmên xweser hatin naskirin û tranferkirina hin hêzên nû ya ji bo van herêman hat qebûlkirin. Lê di heman demê de Nepal wekî welatekî “yekparçe” ku nikare bê parçekirin hat binavkirin.

Di çarçoveya destûra bingehîn de wê li her heft herêman hikumetekê û meclîseke xwedî mafê qanûnçêkirinê bê damezrandin. Herwiha mijarên parastina ziman û çandê, berhevkirina parçeyeke bacê, bikaranîna daristanan û riyên bejahî yên herêmî wê di destên hikumetên xweser de bin. Ligel van hêzan, her herêm wê bikaribe zimanên ku herî zêde tên bikaranîn bike zimanê fermî yê herêmê.

7 states2Di Nepala federal de hêzên parastina welat, rêxistina polîs a navendî, bacên sereke, tenduristî, têkiliyên derve, welatîbûn, koç û qanûnên sivîl û cezayî wê di destê hikumeta navendî de be. Li aliyekî din, destûra bingehîn zimanê nepalî wekî zimanê fermî yê welat diyar dike. Wekî vê, destûra bingehîn “gelê nepalî” nasdike û ligel vê tê diyarkirin ku gelê nepalî xwedî “taybetiyên piretnîkî, pirzimanî, pirzolî û pirçandî ye.”

Di vê navberê de, di bûyerên protestoyî yên li dijî destûra bingehîn ên li herêma Terayiyê ji 40’î zêdetir kes hatin kuştin. Li vê herêmê çalakvanên tarû li ser erdên xwe damezrandina du herêman qebûl nakin û gelê madeşî jî diyar dike ku parçeyeke erdê wê li derveyê herêma wê yê xweser hatiye hiştin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …