Arşîvên Tag: xweserî

JI EDÎTOR

Înfowelat di 2013’an de bi gotina “enformasyon ji bo welat” dest bi weşanê kir. Malper ji destpêkê vee xeta xwe ya weşanê li ser pêşketinên herêmên xweser, herêmên federal û parastina zimanên kêmar (zimanên dixwazin bên kêmarkirin) damezrand. Bi vê mebestê, ji Katalonyayê heta Polînezyayê, ji Meksîkayê heta Hîndîstanê li …

Bêtir »

Hilbijartina Îspanyayê û herêmên xweser

Di hilbijartina giştî ya 28’ê Nîsanê ya Îspanyayê de partiyên katalan û bask encamên baş girtin. Bloka Neteweperest ên Galîsyayê gavek din pêşket û li Giravên Kanaryayê partiyên herêmparêz hêza xwe parastin. Di hilbijartinê de partiyên rastgir ên îspanyol li Katalonyayê û Baskê têk çûn. Di encama hilbijartinê de Partiya …

Bêtir »

Korsîka doza xweseriya xwe dike

Mijara xweseriya Korsîkayê carek din di navbera rêvebiriya Fransa û Korsîkayê de bû sebeba dubendiyê. Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Korsîkayê de da xuyakirin ku ew ji bo Korsîkayê xweseriyeke ku tê de mafê qanûnçêkirinê tuneye pêşniyaz dike. Herwiha Macron da zanîn ku di çarçoveya pêşniyaza wî …

Bêtir »

Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê

Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê Bangsamoro bi zimanê li herêmê tê axaftin “neteweya moro” ye. Bi qanûna nû ya xweseriyê wê hêzên berfireh têkeve destê rêvebiriya herêmî. Rêvebiriyê wê bikaribe di ware perwerde, tenduristî alîkariya civakî û mijarên din de biryarê bide û ji bo meşandina xizmetên xwe wê …

Bêtir »

Reforma Îtalyayê hêzên herêman kêmtir dike

Di van salên dawî de li Îtalyayê hin herêm daxwaza xurtkirina xweseriyê dikin û li hin herêman jî tevgerên serxwebûnxwaz xurtir dibin. Lê di dewsa çareserkirina van probleman de dewleta Îtalyayê dixwaze sîstemê bêtir navendî bike. Ev jî yek jî li welat û li derveyê welat dibe sebeba hin reaksiyon …

Bêtir »

Gelê oromo li Etiyopyayê li ser piya ye

Oromiya ku herêmeke li Etiyopyaya federal e, di rojên dawî de bûye qada çalakiyên berfireh. Xwepêşander doza xurtkirina xwerêvebirinê, sekinandina şîdeta hêzên dewletê yan li hemberê wan û berdana girtiyên siyasî dikin. Xwepêşandanên ku çend roj in bênavber didomin, li herêmê belavî qasî 200 navendan û paytexta Etiyopyayê Adîs Ababa …

Bêtir »

Herêma xweser a Delineê tê damezrandin

Civake aborîcîn a Kanadayê ku ligel civakên din ên aborîcîn wekî Neteweyên Yekemîn tê naskirin, dike bibe xweser. Bi peymana Kanada û Delineê, ji 1 ‘ê Îlonê û şûn ve wê saziyên xweseriyê yên herêma Delineê ya li bakurêrojavayê Kanadayê dest bi kar bikin. Rêvebirê Delineê Leonard Kenny da xuyakirin …

Bêtir »

Kabîlya dixwaze parlamentoyeke herêmî damezrîne

Tevgera herêma Kabîlyayê ya li Cezayîrê damezrandina parlamentoyeke herêmî nîqaş dike. Eger ev yek pêk were, ligel Hikumeta Demî ya Kabîlyayê (GPK) ku li derveyê welat hatibû damezrandin, wê duyemîn saziya xwerêvebirinê derkeve holê. Dawiya vê hefteyê, nûnerên tevgera Kabîlyayê bi mebesta nîqaşkirina damezrandina parlamentoya demî ya herêmî li Quebecê …

Bêtir »

Di Roja Sarawakê de gel xweseriyê daxwaz kir

Li herêma Sarawak a li Malezyayê hikumetê, Roja Sarawakê wekî cejneke fermî qebûl kir. Di heman demê de ji bo transferkirina hêzên nû ya ji bo Sarawakê bi hikumeta Endonezyayê re danûstendin didomin. Roja 22’yê Tîrmehê ku 53’emîn salvegera xweseriya Sarawakê ye, ji aliyê sarawakiyan ve tê pîrozkirin. Hikumeta Sarawakê …

Bêtir »

‘Sîstema herî baş ji bo Silêmaniyê rêveberiya xwecihî ye’

Endamê meclisa parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed diyar kir ku yasaya herî baş a navendî ji bo Silêmaniyê çend pirsgirêk çêkirine û got ku sîstema herî baş ji bo Silêmaniyê rêveberiya xwecihî ye. Endamê meclisa parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed diyar kir ku yasaya herî baş a navendî ji bo Silêmaniyê çend …

Bêtir »

Silêmanî dixwaze cuda bibe – 15 roj muhlet da hikûmetê!

  Encumena Parêzgeha Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê 15 roj muhlet da Hikûmeta Herêma Kurdistanê, da ku pere ji çend projeyên li Silêmaniyê re xerc bike û gef xwar, eger hikûmet bersivek erênî nede, ew dê biryara ‘xweseriyê’ bidin. Encumena Parêzghea Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê di civîna heftane ya xwe de …

Bêtir »

Romanya rêzê ji mafên macaran re nagire

Helwesta neyênî ya Romanyayê ya di derbarê mafên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) de hîn didome. Hikumeta Romanyayê mafên kêmara macar a li Szeklerlandê qebûl nake. Wezareta Hundir ê Romanyayê di bersiva xwe ya ji bo nameya serokê EFA’yê (Hevgirtina Azad Ewropayê) diyar kir ku Roja Azadiya Szeklerê ku di …

Bêtir »

Bouganville di 2019’an de referandûma serxwebûnê li dar dixe

Roja referandûma serxwebûnê ya Bouganvilleê ya girêdayê Papûa Gîneya Nû (PGN) hat diyarkirin. Hikumeta xweser û hikumeta ya PGN’yê li hev kirin ku referandûm di 15’yê Hezîrana 2019’an de bê lidarxistin. Lidarxistina referandûmeke li herêmê di peymana 2001’an de ya di navbera Bouganvilleê û PGN’yê de hatibû qebûlkirin. Di dawiya …

Bêtir »

Serokê Taywanê ji bo xweciyan soza xweseriyê da

Xwecî ji % 2’yê nifûsa Taywanê pêk tînin û di dîrokê de rastî cudaxwaziya rêvebiriyên Taywanê hatine. Di serokatiya Tsai Ing-wen de (endamê DPP’yê ku alîgirê serxwebûna girava Taywanê dike) kurtedemek berê diyar kir ku wê di 1’ê Tebaxê de merasîmekê bê lidarxistin û di vê bernameyê de ew ê …

Bêtir »

Tîrola Başûr ji ber tedbîrên Awistiryayê bi fikar e

Awistirya plan dike ku ji bo astengkirina koçberên ji Îtalyayê tên, tedbîrên riya di Brennerê re derbas dibe asteng bike. Hikumetên Îtalyayê û herêma xweser a Tîrola Başûr li dijî vê planê derdikevin. Brenner her du herêmên bi navê Tîrola Başûr  ya li Îtalyayê û Tîrola Bakur a li Awistiryayê …

Bêtir »

Amazîg ji bo xweseriyê meşiyan

Bihara gelê amazîg bi meşên girseyî dest pê kir Bi dehezaran welatiyên amazîg ên li Cezayirê bi daxwaza xweseriya Kabîlyayê û statuya fermî ya zimanê amazîgî meşiyan. Meşên cuda di 36’emîn salvegera Bihara Amazîgan de li bajarên mezin ên Kabîlyayê hatin lidarxistin. 100,000 kes beşdarê meşên ku ji aliyê MAK’ê …

Bêtir »

Self-Determînasyona amazîgên li Lîbyayê

Di demên dawî de amazîgên li Lîbyayê di vî welatê ku di navbera şerê navxweyî de bûye çend parçe, daxwaza xweseriyê dikin. Herêma gelê amazîg li derdora rêzeçiyayê bi navê Nefûsa ya li herêma Trîpolîtanya ya li rojavayê Lîbyayê cî digire. Li vê herêmê komên amazîg (forma pirhejmar îmazîghen tê …

Bêtir »

Li Sarawakê tevgera xweseriyê pêş dikeve

Li herêma Sarawakê ya girêdayê Malezyayê ji % 11’yê welatiyan daxwaznameyekê ji bo xweseriyê îmze kirin. Di heman demê de anketeke dawî jî derxist holê ku ji % 85’ê welatiyên li Sarawakê daxwaza xweseriya herêmê dikin. Platforma xweserîxwaz Sarawak ji bo Sarawakiyan (Bi îngilîzî Sarawak 4 Sarawakians-S4S) da xuyakirin ku …

Bêtir »

Tacîkîstan ji xweseriya Gorno-Badakşanê aciz e

Di demên dawî de medyaya dewletê ya Tacîkîstanê êdî di weşanên xwe de herêma Gorno-Badakşan wekî “xweser” bi nav nake. Ev yek dibe sebeba fikaran di navbera welatiyên li vê herêmê dijîn. Gorno-Badakşan herêmeke rojhilatê Tacîkîstanê ye ku bi giranî ji qadên çiyayî yên Pamîrê pêk tê. Nifûsa wê qasî …

Bêtir »