Bakurê Îrlandayê

Nifûs: 1,810,863, (2011)

Berfirehbûn: 14,130 km2

Paytext: Belfast

Ol: Protestan % 48, katolîk % 45 (2011)

Ziman: Îngilîzî (% 96.5, îrlandî % 3.7)

Destpêka xweseriyê: 1998

Bi Qanûna bakurê Îrlandayê (1998) li bakurê Îrlandayê herêmek xweser hat damezrandin û gelek hêzên ji bo xwerêvebirinê transferê rêvebiriya herêmî hatin kirin. Li aliyekî din, eger gelê herêmê bixwestana, dikaribû bi referandûmek tevlî Îrlandaya serbixwe bibûna. Hêzên parlamentoyê û hikumeta herêmî û awayê xebata parlamentoyê di vê qanûnê de cî girtin. Herwiha, qanûn ji bo girtina hin biryarên girîng desteka wekîlên her du komên civakê (katolîk û protestan) ferz kir.

Bakurê Îrlandayê parçeyek girava îrlandayê ye ku di ji sedsala 12’emîn û vir ve di destên Brîtanyayê de ye. Piştî serxwebûna Îrlandayê ya di 1922’an de vê herêmê ji ber hebûna nifûsa protestan a ku yekitiya bi Brîtanyayê re dixwestin, nebû parçeyek Îrlandaya serbixwe û ev jî bû sebeba pêkhatina bingeha şerê navxweyî ya di navbera protestan û katolîkan de.

Dagirkirin û kolonîzasyona Brîtanyayê

Hêzên îngilîz-norman di sala 1167’an de dest bi dagirkirina Îrlandayê kirin. Bi taybetî di sedsala 16’emîn de dagirkerên brîtanî dest danîn ser erdên çandiniyê (plantasyon) yên li Munster û Ulsterê (bakurê Îrlandayê) û wan di nava kolonîstên ku ji Îngilîstan, Îskoçya û Galê hatibûn de parve kirin. Berfirehbûna plantasyonan a li bakurê welat nifûsa hebûna îrlandiyên katolîk kêm kir û protestanên xwedî mal û milk li herêmê bûn serdest. Di heman sedsalê de bi qanûnek nû, xwedîtiya erdan û mafên perwerdeyê yên welatiyên katolîk hatin bisînorkirin. Ev polîtîkaya kolonyalîst bû sebeba nerazîbûnek mezin û di nava pêvajoyê de neteweperestiya Îrlandayê derxist holê.

Şoreşên Amerîka û Fransayê li ser welatiyên katolîk ên giravê tesîrek pêk anî û ji dawiya sedsala 18’emîn û şûn de ji bo mafên siyasî, olî û çandî welatiyên bindest ketin nava tevgerê. Serhildaneke di vê demê de ya li başûrê welat ji aliyê dagirkeran ve hat têkbirin û bi Qanûna Yekitiyê ya 1801’an Îngilîstan û Îrlandayê bû yek dewlet. Bi vê gavê, parlamentoya Îrlandayê hat girtin û dêrên Îrlanda û Îngilîstanê bi hev hatin girêdan. Bi vê qanûnê mafê hilbijartina 100 wekîlên îrlandî bo Parlamentoya Brîtanyayê hat qebûlkirin.

Welatiyên Îrlandaya katolîk di salên 1840’an de rastî karesatek ku jê re ‘xelaya patatan’ dihat gotin hatin. Ji ber polîtîkayên lîberal ên hikumetên brîtanî yên berî û piştî xelayê, di nava deh salan de bi koça ber bi derve û mirovên ji ber xelayê mirin nifûsa Îrlandayê 2 milyon kêm bû.

Di dema xelayê de komeke îrlandiyên hejar

Ev karesat hêrsa li hember dagirkeran derxist asta herî bilind û rêxistinên siyasî yên îrlandî hatin damezrandin. Di 187o’an de  Yekitiya Xwerêvebirinê hat damezrandin û bi xebatên xwe meseleya azadiya Îrlandayê xist rojevê. Di dawiya vê sedsalê de ronesansek çandî ya îrlandî li her aliyê giravê belav bû û di 1905’an e Sinn Fein (Em bi Serê Xwe) hat damezrandin. Protestan û katolîkên li bakurê welat di vê demê de ji bo parastina berjewendiyên xwe rêxistinên ewilî yên çekdarî damezrandin.

Serxwebûn û parçekirina Îrlandayê

Di 1916’an de ku Brîtanya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de şer dikir, li Îrlandayê serhildanek çekdarî pêk hat. Hêzên brîtanî bi hovane vê serhildanê ecikandin û lîderên serhildanê bi darve kirin. Ev jî bû bilindbûna nav û dengê Sinn Feinê û pêkhatina yekitiya ji bo serxwebûna Îrlandayê. Di hilbijartina piştî serhildanê de 73 wekîl ji Sinn Fein hatin hilbijartin lê di dewsa biçin Westminsterê (parlamentoya navendî), Parlamentoya Îrlandayê (Dail Eirann) damezrandin. Tekoşîna ji bo serxwebûnê ya di vê demê de Brîtanyayê xist nava tevgerê û di 1921’an de Qanûna Hikumeta Îrlandayê hat qebûlkirin. Mixabin ligel serxwebûna Îrlandayê encameke din a vê qanûnê parçekirina Îrlandayê bû. Şeş navçeyên li bakurê welat (Ulster)  ku ji aliyê nifûsê ve protestan lê serdest bûn, ji Îrlandaya Azad hatin veqetandin û wekî parçeyek Brîtanyayê man. Neteweperestên li bakur yekitiya bi Brîtanyayê re red kirin û Artêşa Komarger a Îrlandî (IRA) dest bi têkoşînek çekdarî kir. Hêza Dilxwaz a Ulster a protestanan jî di heman demê de li hember têkoşîna katolîkan ji nû ve xwe bi rêxistin kir.

Di serhildana 1916’an de danezana serxwebûna Îrlandayê

Şerê navxweyî û Peymana Belfastê ya 1998’an

Têkoşîna ji bo mafên katolîkên li bakur û yekitiya bi Îrlandaya serbixwe bi taybetî piştî 1966’an ket rojeva cîhanê. Welatiyên katolîk ji bo mafên xwe yên sivîl dest bi tekoşînê kirin û li herêmên xwe xwe birêxistin kirin. Dagirkerên îngilîz û alîgirên wan ên protestan bi polîtîkayeke hişk a çewsandinê bersivê dan têkoşîna mafên sivîl ên bakurê Îrlandayê. Di 30’yê Çileya 1972’an de li Derryê artêşa îngilîz di xwepêşandana katolîkan a ji bo mafên sivîl de 14 kes kuştin. Ev bûyer wekî ‘Yekşema Bixwîn’ hat binavkirin û di encama vê de tevgera katolîkan zêdetir radîkal bû. Bu hezaran mirov herikîn nava refên IRA’yê û vê rêxistinê li hember hedefên brîtanî û hevkarên wan dest bi êrîşên şîdetê kir.

Hikumeta brîtanî piştî destpêka şerê navxweyî dest bi hewldanên çareseriyê kirin. Di 1973’an de bi Îrlandaya serbixwe re Peymana Sunningdale hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê, Îrlanda li ser meseleya bakur dibû xwedî mafê gotinê û parlamentoyek nû ya bakurê Îrlandayê li ser temsîlkirina bi rêje (proportional representation) dihat hilbijartin. Rêxistinên protestan vê peymanê qebûl nekirin û li hemberê katolîkan dest bi êrîşên şîdetê kirin. Hikumeta brîtanî piştî berfirehbûna şerê navxweyî, di 1974’an de parlamentoya bakur girt û herêmê rasterast bi Londonê ve girêda. Di 1981’an de Bobby Sandsê ku ji bo parlamentoya Westminsterê wekîl hatibû hilbijartin, tevlî 10 hevalên xwe di gireva birçîbûnê ya di girtîgehê de mirin. Ev bûyer xwedî girîngiyek mezin bû ji bo têkoşerên bakurê Îrlandayê û di hişê gelê katolîk de cî girt. Êdî dagirkerên brîtanî baş famkiribûn ku ew bi zext û zorê nikarin pêşiya têkoşîna bakur bigirin.

Di 1985’an de serokwezîrê brîtanî Margaret Thatcher bi Îrlandaya serbixwe re Peymana Îngilîz-Îrlandî îmze kir. Li gorî vê, heta ku piraniya herêmê daxwaz bikira, wê bakurê Îrlandayê yekitiya xwe ya bi Brîtanyayê re dom bikira. Piştê vê demê, pêvajoyek dirêj a hevdîtinên aştiyê yên di navbera nûnerên katolîk, protestan û hikumetên brîtanî de dest pêkirin. Di 1998’an de rojek înê ku wekî ‘îna bixêr’ dihat binavkirin, li paytext Belfastê Peymana Îna Bixêr hat îmzekirin. Bi vê peymanê, meseleya bakurê Îrlandayê û şerê navxweyî ku di encam de 3500 mirov hatin kuştin, hatin bidawîkirin. Di heman salê de, bi mebesta meşandina hukmên vê peymanê, Qanûna Îrlandaya Bakur ji aliyê Parlamentoya Brîtanyayê ve hat qebûlkirin.

Xwepêşandanek îrlandiyên katolîk

Qanûna bakurê Îrlandayê (1998)

Bi vê qanûnê li bakurê Îrlandayê herêmek xweser hat damezrandin û gelek hêzên ji bo xwerêvebirinê transferê rêvebiriya herêmî hatin kirin. Li aliyekî din, eger gelê herêmê bixwestana dikaribû bi referandûmek tevlî Îrlandaya serbixwe bibûna. Hêzên parlamentoyê û hikumeta herêmî û awayê xebata parlamentoyê di vê qanûnê de cî girtin. Herwiha, qanûn ji bo girtina hin biryarên girîng desteka wekîlên her du komên civakê (katolîk û protestan) ferz kir. Qanûn diyar kir ku wê wezîrên hikumetê li gorî dengên partiyan girtibûn bihatana hilbijartin û wê hikumet ji aliyê Wezîrê Yekemîn û cîgirê Serokê Yekemîn ku her du jî xwedî heman hêzê bûna, bihatana rêvebirin. Paşê, bi peymana St. Andrews (2006)  naveroka qanûnê hinek hat nûkirin û hin hukmên din lê hatin zêdekirin.

Bi hêzên hatin transferkirin wê parlamentoya herêmî di qadên aborî û civakî de piraniya biryaran bidana. Hin hêzên ji wan re ‘hêzên hatine rezervekirin’ dihate gotin heta demekê di destên hikumeta navendî de man. Ev jî mijarên wekî weşangeriya radyo-tvyê, sîstema edaletê û lêkolînên li ser genetîkê bûn. Di 2010’an de navend van hêzan jî tranferê rêvebiriya herêmî kir. ‘Mijarên îstîsna’ ku mijarên ewlekariya neteweyî tê de hebûn, ji hikumeta navendî re hatin hiştin. Her mijarên li derveyê ‘mijarên îstîsna’ û ‘hêzên hatine rezervekirin’ man, bi tevahî ji rêvebiriya xweser re hatin hiştin.

Tonny Blair (SW brîtanî) û her du lîderên Sinn Feinê Martin McGuinness û Gerry Adams. Rola her sêyan di pêkhatina aştiyê de diyarker bû. (2005)

Hêzên hatin transferkirin

  • Xizmetên tenduristî û civakî
  • Perwerde
  • Îstîhdam
  • Çandinî
  • Ewlekariya civakî
  • Meaşê malnişîn û desteka ji bo zarokan
  • Xanîçêkirin
  • Pêşketina aborî
  • Rêvebiriyên lokal
  • Mijarên hawîrdorê ku tê de pîlankirin jî heye
  • Çûnûhatin
  • Çand û spor
  • Serwîsa Welatîbûnê ya bakurê Îrlandayê
  • Mijarên firsendên wekheviyê
  • Edalet û polês

Hêzên di destên hikumeta Westmînsterê de

  • Destûra bingehîn
  • Mijarên navneteweyî
  • Parastin û hêzên çekdar
  • Welatîbûn, koçberî û penaberî
  • Hilbijartin
  • Ewlekariya neteweyî
  • Enerjiya nukleer
  • Bacên li seranserê dewletê tên berhevkirin
  • Peymanên navneteweyî
  •  
Parlamentoya bakurê Îrlandayê

Hêzên hatine rezervekirin

Ev hêz bi giranî di destên Westmînsterê de ne lê bi destûra Wezareta Derve yê hikumeta navendî, Parlamentoya bakurê Îrlandayê dikare li ser van mijaran qanûnan derxe. Ev hêz ev in:

  • Çek û teqemenî
  • Xizmetên fînansê û rêziknameyên meaşên malnişînan
  • Weşangeriya radyo-tvyê
  • Kontrola îxracat û îthalatê
  • Riyên deryayî û riyên hewayî
  • Bazirganiya navneteweyî û bazarên fînansî
  • Telekomûnîkasyon û poste
  • Çavkaniyên deryayî
  • Betalkirina endamtiya parlamentoyê
  • Ewlekariya kiryaran (muşterî)
  • Hebûna entelektuelî
Di hilbijartina 2017’an a ji bo Westmînsterê de herêmên ku (kesk) Sinn Fein bûye partiya yekemîn

Parlamento û hikumet

Parlamentoya Bakurê Îrlandayê ji 108 endaman pêk tê û li avahiya Stormont a li Belfastê civînên wê tên lidarxistin. Li ser mijarên girîng ên bandoreke mezin li berjewendiyên katolîk û protestanan dike, ji bo derxistina qanûnan divê desteka her du civakan jî pêk were. Li gorî vê, qanûn bi van her du riyan dikarin bên qebûlkirin:

  • Rizaya paralel – ji bilî piraniya dengên parlamenteran piraniya dengên yekîtîparêzan (protestan) û neteweperestan (katolîk) pêwîst e. Carinan ji vê rê dibêjin (‘50:50:50’); an jî;
  • Piraniya dengan –  ji % 60’ê dengên parlamenteran û her kêm ji % 40’ê parlamenterên yekitîparêz û neteweperest.

Hikumeta herêmî ji 10 wezîran, Wezîrê Yekemîn û cîgirê Wezîrê Yekemîn pêk tê. Ji bilî Wezîrê Edaletê hemû wezîr li gorî hêza partiyan tên hilbijartin. Wezîrê Edaletê bi rizaya dengên her du komên wekîlan tê hilbijartin.  Wezîrê Yekemîn û cîgirê Wezîrê Yekemîn jî wekî vê, divê ji aliyê rizaya paralel a yekîtîparêz û neteweperestan ve bên hilbijartin.  

Dîmenek ji çalakiya ji bo mafên ziman (Belfast – 2019)

Meseleya zimanê îrlandî

Mijarek ku li bakur heta aniha di navbera  îrlandiyên katolîk û protestan de bûye sebeba dubendiyê ziman e. Zimanê îrlandî ji ber polîtîkayên kolonyalîzma brîtanî di xetereyê de tê hesibandin. Peymana aştiyê ya 1998’an diyar kiribû ku divê ji bo zimanê îrlandî hikumeta herêmî qanûnek qebûl bike. Sinn Fein di 2015’an de pêşnûmayek ji bo zimanê Îrlandî pêşkêşî Parlamentoya bakurê Îrlandayê kir lê pêşnûma bi dengên wekîlên protestan hat redkirin.

Bi Qanûna Zimanê Îrlandî  (Acht na Gaeilge) Sinn Fein daxwaza pêkanîna van dike:

  • Bikaranîna îrlandî li dadgehan, li Parlamentoyê û li saziyên dewletê ku polês jî tê de
  • Wezîfedekarkirina komîserek zimanê îrlandî
  • Li bakurê welat damezrandina herêma Gaelteacht (a ku bi tenê zimanê Îrlandî lê tê axaftin)
  • Mafê perwerdeya bi îrlandî
  • Tabelayên duzimanî ya avahiyên fermî û ji bo riyên bejahî

Partiyên proteston ên bakur ku yekitiya bakur a bi Brîtanyayê re dixwazin, ji mêj ve ye li dijî qanûna zimanê Îrlandî disekinin. Proteston difikirin ku pêşketina zimanê îrlandî ya li bakur wê di demên bê de daxwaza yekitiya bakur a bi başûr re xurtir bike û polîtîkaya Sinn Feinê di vî warî de bi ser bikeve.

Çavkanî:

History of Northern Ireland Conflict

History of the Assembly

Devolution settlement: Northern Ireland

Zarokên Îrlandaya Bakur daxwaza mafên ziman dikin

Wikipedia

 

 

 

 

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …