Romanya rêzê ji mafên macaran re nagire

Helwesta neyênî ya Romanyayê ya di derbarê mafên herêma Szeklerlandê (bi macarî Székelyföld) de hîn didome. Hikumeta Romanyayê mafên kêmara macar a li Szeklerlandê qebûl nake.

Wezareta Hundir ê Romanyayê di bersiva xwe ya ji bo nameya serokê EFA’yê (Hevgirtina Azad Ewropayê) diyar kir ku Roja Azadiya Szeklerê ku di 10’ê Adarê de li Marosvasarhely/Targu Muresê hat pîrozkirin ne qanûnî ye. Li kesên ku vê çalakiyê birêve biribûn cezayê pereyan hatibûn birîn.

Serokê EFA’yê François Alfonsi di nameya xwe de ji Wezîrê Hundir ê Romanyayê daxwaz kiribû ku hemû cezayê pereyan betal bike. Tê ragihandin ku di heman demê de EFA bi armanca bidawîanîna polîtîkayên cudaxwaz  wê ji rêvebirên Romanyayê daxwaza civînekê bike. EFA difikire ku Romanya wekî endamekî Yekitiya Ewropayê (YE) divê dawî li hemû kiryarên xwe yên neyênî yên li dijî kêmara macar bîne.

Welatiyên li herêmê dijîn bi zimanê macarî diaxivin û herêm ji Serdema Navîn heta 1870’yan di nava Qraliyeta Macarîstanê de xwedî xweseriyê bûye. Hikumeta Komunîst a Romanyayê di 1952’an de li ser kaxizê li Szeklerlandê herêmeke xweser damezrand lê hêzeke berbiçav transferê rêvebiriya herêmê nekir. Vê xweseriya lawaz di 1968’an de ji aliyê hikumeta navendî ve ji holê hat rakirin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …