Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê

Têkoşîna dirêj bi xweseriyê gihîşt encamê

Bangsamoro bi zimanê li herêmê tê axaftin “neteweya moro” ye. Bi qanûna nû ya xweseriyê wê hêzên berfireh têkeve destê rêvebiriya herêmî. Rêvebiriyê wê bikaribe di ware perwerde, tenduristî alîkariya civakî û mijarên din de biryarê bide û ji bo meşandina xizmetên xwe wê bibe xwediyê çavkaniyên aboriyê.

Li girava Mîndanao ya Fîlîpînê ji bo avakirina herêmeke xweser referandûm hat lidarxistin. Gelê misilman ê Mîndanaoyê di referandûm de bi giranî ji bo herêma xweser dengên xwe bi kar anî.

Li başûrê girava Mîndanaoyê nêzîkî du milyon dengdarên misilman di 21’ê Sibatê de beşdarî referandûmeke dîrokî bûn. Ji % 85’ê dengan ku dike 1.740.000 kesî, di lehê de damezrandina herêma xwe ser de hatin bikaranîn.

Bi mebesta damezrandina herêma xweser 3 sal dema derbasbûna sîstema xweseriyê hatiye diyarkirin ku referandûm gava yekemînê ê vê pêvajoyê ye. Di referandûmê de ji gel hat pirsîn ku ew Qanûna Organîk a Bangsamoroyê qebûl dikin an na.

Hikumeta Fîlîpînê bi hêviya bidawîanîna şerê navxweyî Herêma Xweser a Mîndanaoya Misilman damezrandibû. Pistî vê referandûmê wê vê herêmê ji hole bê rakirin û herêmeke nû bê damezrandin.

Bangsamoro bi zimanê li herêmê tê axaftin “neteweya moro” ye. Bi qanûna nû ya xweseriyê wê hêzên berfireh têkeve destê rêvebiriya herêmî. Rêvebiriyê wê bikaribe di ware perwerde, tenduristî alîkariya civakî û mijarên din de biryarê bide û ji bo meşandina xizmetên xwe wê bibe xwediyê çavkaniyên aboriyê. Parlamentoyeke herêmî ku wê bibe ciyê rêvebiriya herêmî wê bê damezrandin û herwiha 30-40 hezar şervanên MILF’ê wê çekên xwe berdin.

Li Fîlîpînê pêvajoya aştiyê ya li Mîndanaoyê bi hevdîtinên hikumeta Manîla û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) dest pê kirin. Her du alî di 2014’an de peymaneke aştiyê ku şerê domdirêj a li Mîndanaoyê bi dawî kir, îmze kirin. Mixabin peyman ji aliyê derdorên li dijî xweseriyê di Kongreya Fîlîpînê de çend sal hat astengkirin. Kongreyê di sala çûyîn peymanê tesdîq kir û riya lidarxistina referandûma herêmî vekir.

Herêma Bangsamoroyê

Mijara herêmên din

Rûniştvanên bajarên Cotabota City, Isabela û Basilian jî ji bo beşdariya herêma xweser a nû dengên xwe bi kar anîn. Desteya hilbijartinê diyar kir ku wê Cotabota City beşdarê herêma nû bibe lê her du bajarên din ku berê jî ne di nava sînorên herêma xweser a kevn de bûne wê nikaribin beşdarê herêma nû bibin.

Navendên ku sînorên wan bi herêma xweser re heye xwedî mafê beşdariya vê herêmê ne. Ji bo vê, şaredariya van navendan dikarin referandûmeke lokal li dar bixin an dengdarên li van navendan dikarin daxwaznameyeke bi vê armancê pêşkêş bikin. Di referandûma ku wê di nava sibatê de bê lidarxistin de wê diyar bibe ku kîjan navend û erdên cîran beşdarê herêmê bibin.

Li aliyekî din, piraniya gelê li herêma Sulu di referandûmê de li dijî damezrandina herêma xweser dengên xwe bi kar anîn. Sulu ciyê mixalifên çekdar ên radîkal in ku li dijî peymana aştiyê ya bi Fîlîpînê re derdikevin.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …