‘Sîstema herî baş ji bo Silêmaniyê rêveberiya xwecihî ye’

Endamê meclisa parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed diyar kir ku yasaya herî baş a navendî ji bo Silêmaniyê çend pirsgirêk çêkirine û got ku sîstema herî baş ji bo Silêmaniyê rêveberiya xwecihî ye.

Endamê meclisa parêzgeha Silêmaniyê Xalib Mihemed diyar kir ku yasaya herî baş a navendî ji bo Silêmaniyê çend pirsgirêk çêkirine û got ku sîstema herî baş ji bo Silêmaniyê rêveberiya xwecihî ye.

Têkildarî mijara ji bo parêzgeha Silêmaniyê rêveberiya xwecihî, endamê meclisa Silêmaniyê Xalib Mihemed ku ji ajansa me re nirxand, got; “Li parêzgeha Silêmaniyê çend pirsgirêk hebûn û evane dikarîn li parêzgeha Silêmaniyê bi hêsanî bên çareserkirin. Belê sedema neçareserkirinê, ji ber desthilata me navendî ye.”

Têkildarî yasaya rêveberiya parêzgehan jî  Xalib Mihemed got; “Yaseya hejmara 3 a 2009’ê ya Iraqê jî, dijbertiyek mezin têde heye. Li aliyekî qala navendî û li aliyê din qala rêveberiya xwecihî dike. Dema ku ev yasa hatî danîn jî, li Herêma Kurdistanê mûxalefet nebû. Belê piştre mûxalefet û aliyên din ên siyasî çêbûn. Ji bo wê jî pêwîste ev yasa cardin berçav re bê derbaskirin.”

Xalib Mihemed têkildarî pirsgirêkên di sîstema navendî ya parêzgeha Silêmaniyê de jî wiha axivî; “Ji bo pêkanîna her projeyekê pêwîst e bi şêweyek nivîskî ji bo Wezaret an jî cihê peywendîdar bê şandin. Ev jî bersiv nayê dayîn. Heya niha li ser mijarên wiha bi dehan car nivîs ji bo aliyên peywendîdar hatine şandin û bersiv nehatiye dayîn.”

Têkildarî giringiya rêveberiya xwecihî ji bo Silêmaniyê jî Xalib Mihemed wiha peyîvî; “Ji bo Silêmaniyê pêkanîna sîstema rêveberiya xwecihî, di vê krîza aborî ya niha heyî de wê bibe piştgiriyek erênî ji bo Herêma Kurdistanê. Wê pirsgirêkên çêkirina refîneya petrolê û pirsgirêka sotemeniyê li sînorê Silêmaniyê bên çareserkirin. Her wiha çêkirina bendavê, wê pirsgirêka kêm ceyraniyê jî bê çareserkirin.”

Jêder: Rojnews.net

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …