Reforma Îtalyayê hêzên herêman kêmtir dike

Di van salên dawî de li Îtalyayê hin herêm daxwaza xurtkirina xweseriyê dikin û li hin herêman jî tevgerên serxwebûnxwaz xurtir dibin. Lê di dewsa çareserkirina van probleman de dewleta Îtalyayê dixwaze sîstemê bêtir navendî bike. Ev jî yek jî li welat û li derveyê welat dibe sebeba hin reaksiyon û fikaran.

Hevgirtina Azad a Ewropayê (EFA) di derbarê vê mijarê de bi daxuyaniyekê Îtalyayê rexne kir. Rêxistinê diyar kir ku nîqaşa siyasî ya di vî warî de ne di cî de ye û navendîparêzî ne çare ye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistin “bi awayekî xurt bawer dike ku neteweyên nû derdikevin holê û herêmên nû siberoja Ewropayê temsîl dikin.” EFA dide zanîn ku bi vê reformê herêmên xweser ên wekî Tîrola Başûr ku heta niha xweseriya xwe parastine wê xisarê bibînin.

Di çarçoveya reforma ku ji aliyê hikumetê hatiye amadekirin de hêza Senatoyê tê kêmkirin. Li gorî vê, wê hejmara senatoran ji 315’an dakeve 100’î û di dewsa hilbijartina wan de ew ê senator ji aliyê meclîsên herêmî, şaredarên bajarên mezin û Serokomarê Îtalyayê bên hilbijartin. Ji bilî hin mijarên ne girîng wê senator êdî nikaribin beşdarî pêvajoyê qanûnçêkirinê bibin. Tê diyarkirin ku bi vê reformê tesîra herêmên xweser ên li ser sîstema dewletê kêm dibe û hêza hikumeta navendî xurtir dibe.

Bi encameke din a reformê wê temsîlkirina siyasî ya gel kêmtir bibe û sînorê di navbera civak û sîstema siyasî berfirehtir bibe. Ji ber ku ji bilî guherînên di hilbijartina senatoran de, wê parlamento bêtir li gorî rêgezên sîstema hilbijartinê yê piranîparêz bê hilbijartin. Di vê sîstemê de her dem partiyekê di encama hilbijartinê de bi ser dikeve û ên din jî têk diçin. Hêjayi gotinê ye ku projeya reformê ji aliyê hikumetê ji jor ve hatiye birêvebirin û tevgerên civakî û siyasî beşdarê vê projeyê nebûne.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …