Belfast salvegereke din a  Orange li dûv xwe hişt

Bernameyên 12’ê Tîrmehê ya li Îrlandaya Bakur, her sal bi mebesta pîrozkirina serkeftina qral Williamê Orange tê lidarxistin.

Williamê Protestan, di 1690’î de qralê Katolîk Jamesê II. têk biribû û bûbû sebeb, Brîtanya li Îrlandayê kontrola xwe xurtir bike.

Ciyê meşa Protestanên li Bakurê Îrlandayê, wekî hersal dîsa paytext Belfast bû.

Hejmareke zêde Protestanên li bajêr, bi kincên merasîmê tevlî vê bernameyê bûn.

Ji ber qedexeya rêvebiriya bajêr, îsal di meşê de bi tenê destûra bandoyê hate dayîn.

Ligel meşa li Belfastê, li gelek deverên din ên li herêmê jî bername hatin lidarxistin,

Beriya meşê, li wargehên protestan ên Îrlandaya Bakur agir hat vêxistin.

Bi geşkirina agir, Şeva Yazdemîn a dîrokî hate bibîranîn.

Her sal di Şeva Yazdehan de ala Îrlandaya serbixwe tê şewitandin.

Ciyê agirê herî mezin îsal dîsa paytext Belfast bû.

Aliyekî balkêş ev bû, ala Îrlandaya serbixwe û ya Filistînê di nava vî agirî de hatin şewitandin.

Sebeba vê helwestê, desteka komargerên Îrlandaya Bakur ya ji bo doza Filistînê tê qebûlkirin.

Bûyera 12’ê Tîrmehê

Hêjayî gotinê ye, bernameyên 12’ê Tîrmehê ya li Îrlandaya Bakur, her sal bi mebesta pîrozkirina serkeftina qral Williamê Orange tê lidarxistin.

Williamê Protestan, di 1690’î de qralê Katolîk Jamesê II. têk biribû û bûbû sebeb, Brîtanya li Îrlandayê kontrola xwe xurtir bike.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …