Yekşema ji Xwînê ya Bakurê Îrlandayê

Di ser Bloody Sunday ango Yekşema ji Xwînê re 50 sal derbas bûn….Leşkerên brîtanî wê rojê di çalakiyek sivîl de 14 Îrlandî kuştin.

Doza edaletê ya xizmên girtiyan heta niha ji aliyê hukumetên britanî hat redkirin û kesên kujer nehatin cezakirin.

Piştî Yekşema ji Xwînê tevgera rizgariya katolîkan radîkal bû û bi xurtbûna IRA’yê şerê navxweyî berfireh bû.

Komkujiya Yekşema ji Xwînê di 30 çileya 1972’an de di dema meşeke katolîkên Bakurê Îrlandayê de pêk hat.

Çalakiya wê rojê yek ji rêzeçalakiyên welatiyên katolîk ên li hemberê sîstema cûdaxwaz a protestanan bû ku bi riya dagirkeriya Brîtanyayê dihate meşandin.

Lêbelê wê rojê rêvebiriya brîtanî ji bo astengkirina çalakiyê tedbîrên berfireh girtibûn û hêzên elît ên Brîtanî li bajarê Derryê hatibûn bicîkirin.

Ciyê bajarê Derry ya li Îrlandayê. Di 1662’an rêvebiriya protestan navê Londonderry li bajêr kir.

Komkujî

Dema çalakger nêzîkî barîyerên artêşa brîtanî bûn, leşkerên elît hew xwe girtin û dest bi êrişê kirin.

Welatparêzên li pêşiya kortêja meşê yek bi yek ketin erdê û kolanên Derryê ji xwînê sor bû.

Leşkerên brîtanî bi nefreta ji berxwedana katolîkan ewqas çavkorî bûbûn ku çûn ser serê birîndaran û çend ji wan kuştin.

Hinek kes ji bo ji mirinê bifilitin destmalên spî bilindkirin lê leşkeran ew jî kuştin û destmal wê rojê bi xwînê sor bûn.

Di wê roja ji xwîn û girînê ya li bajarê Derryê de tam 14 sivîlên bêguneh ên îrlandî bi guleyên leşkerên dagirker ên ji Brîtanyayê hatin kuştin.

Piştî komkujiyê

Komkujiya Yekşema ji Xwînê di têkoşîna ji bo rizgariya Bakurê Îrlandayê de bû qonaxek û têkoşîna li dijî dagirkeriyê hîn bêtir berbelav kir.

Ligel protestoyên din ên li herêmê, alîgirên Sinn Feinê yên paytexta Îrlandaya serbixwe Dublînê jî ketin nava hereketê sefaretxaneya brîtanî dan ber êgir.

Piştî komkujiyê civaka Katolîk bêtir radîkal bû, gelek ciwanên antî-kolonyalîst herikîn nava refên Artêşa Komarger a Îrlandayê (IRA).

Li aliyekî din, rêxistinên Katolîk bi pey bûyerê ketin û ji bo cezakirina leşkerên kujer bi dehan salan kampanya meşandin.

Lêbelê ji bilî darizandineke kurt a leşkerek, hukumeta Brîtanî xwe kerr kir û lal kir û ne leşkerên kujer ne jî fermandaran ceza kir.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …