Li Îrlandayê protestoya li dijî penaberan

Duh êvarê paytexta Îrlandayê Dublin bi protestoyên şîdetê li nava hev ket.

Di bûyerên şîdetê de yên polêsan jî tê de, çend otomobîlên li ciyê bûyerê hatin şewitandin.

Duh êvarê paytexta Îrlandayê Dublin bi protestoyên şîdetê li nava hev ket.

Çalakger bi sloganên li dijî penaberiyê daketin kolanan û bi molotofan êrişî polêsan kirin.

Di bûyerên şîdetê de yên polêsan jî tê de, çend otomobîlên li ciyê bûyerê hatin şewitandin.

Zêdetirî 400 polês ji bo bidawîkirina çalakiyan hatin peywirdakirin.

Rêvebiriya asayişa Dublinê ji bo bûyerên li kolanan komên rasta radîkal sûcdar kir.

Protestoyên surprîz, piştî êrişeke bi kêrê ya li derveyî dibistaneke li bajêr pêk hat.

Êrişkarekî li ber dibistana bi zimanê Îrlandî perwerde lê tê kirin, 3 jê zarok 5 kesan birîndar kir.

Ev bûyer bû çirûska bûyerên mezin ên heman şevê yên li paytext Dublinê pêk hatin.

Komên li dijî penaberan 

Komên daketin kolanan penaberan berpirsê vê bûyerê nîşan dan.

Îrlanda û paytexta wê Dublin / Dublinmap360.com

Hêjayî bibîrxistinê ye, par di meha Mijdarê de jî li Dublin û derdorê çalakiyên li dijî penaberan hatibûn li dar xistin.

Çalakgerên rastgir berfirehkirina kapasîteya kampên penaberan protesto kiribûn.

Îrlanda welatekî biçûk a li rojavayê Ewrûpayê ye û nifûsa wê li derdora 5 milyonî ye.

Hejmara penaberên li vî welatî ji 80,000 hezarî derbas dike û ev jî rastî reaksiyonên hin beşên civakê tê.

Infowelat

Foto: Bûyerên şîdetê yên li Dublinê /Irish Times 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …