Pengava Ewrûpayê ya ji bo venasîna Filistînê

Îrlanda, Norwêc û Îspanya wê dewleta Filistînê bi fermî nas bike.

Filistîn ji alîyê 146 dewletan ve tê naskirin û di Neteweyên Yekbûyî de xwedî statuya “dewleta çavdêr” e

Ewrûpa ji bo venasîna dewleta Filistînê pengaveke dîplomatîk dide destpêkirin.

Sê welatên Yekîtîya Ewrûpayê, Îrlanda, Norwêc û Îspanya wê dewleta Filistînê nas bikin.

Ev jî dibe darbeyeke mezin li hemberê Îsraîla ku di bin rêvebirîya Benyamîn Netanyahu de îmzeya xwe davêje bin sûcên şer.

Daxuyanîya ewil a venasîna Filistînê çarşemê ji aliyê Îrlandayê ve hat dayîn.

Serokwezîrê vî welatî Simon Harris di daxûyanîya çapemenîyê de got, wê Îrlanda, Norwêc û Îspanya Filistînê nas bikin.

Harris di axaftina xwe de got, ew hêvî dike wê welatên din jî di vê meseleyê de tevlî wan bibin.

Piştî Îrlandayê vê carê Norwêc bi daxuyaniyeke ji devê serokwezîrê xwe venasîna Filistînê ragihand.

Lîderê Norwêcê Jonas Gahr Støre da zanîn, „heta Filistîn neyê naskirin wê li Rojhilat Navîn aştî pêk neyê.”

Serokwezîrê norwêcî ji bo venasîna fermî ya Filistînê roja 28ê gulanê îşaret kir.

Hukumeta Îspanyayê jî roja çarşemê ragihand, ew ê tevlî gavên her du welatan yên ji bo Filistînê bibe.

Agahîyên derbarê vê mijarê de îro ji alîyê berdevkê hukumetê ve ji Reutersê re hat ragihand.

Serxwebûna Filistînê

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê Yaser Erefat di 15ê Mijdara 1988’an de serxwebûna Filistînê ragihandibû.

Serokê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat di 15ê Mijdara 1988’an de serxwebûna Filistînê ragihandibû.

104 endamên Neteweyên Yekbûyî destekê dabûn biryara venasîna Filistînê.

Di nava demê de hejmara dewletên Filistînê nas kiribûn derketibû 146an.

Hukumeta Filistînê ya ji 1988an heta 1994an li derve hebûna xwe berdewam kiribû û Peymana Xeza-Jerichoyê ya di di heman salê de vegerîyabû Filistînê.

Hêjayî gotinê ye, di 2012an de Neteweyên Yekbûyî statuya “dewleta çavdêr” dabû Filistînê.

———————————-

Foto: Ala Filistînê 

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …