Arracht kula xelaya Îrlandayê tîne ser ekranê

Xelaya Patatan ku beriya 170 salan li Irlandayê pêk hat, bû mijara fîlmeke sînemayê.

Di vê xelaya xedar de milyonek Îrlandî miribûn û 2 milyon kesî jî terka welatê xwe kiribû.

Fîlm li Îrlandayê hatiye kişandin û vê tofana xelayê bi rêya jiyana masîgirekî tîne ser ekranê.

Arracht ango Cinawir, fîlmeke di derbarê bobelata xelaya patatan de ye û bi zimanê îrlandî hatiye kişandin.

Lehengê fîlmê Colman Sharkey masîgirekî ye û tevlî birayê xwe Petsî dixwaze li hember xelaya hilweşîner li ser piya bimîne.

Her du bira, ji ber xelayê direvin û xwe li îngilîzekî  xwedî erd digirin.

Lê ev malmezinê bêwijdan wan nahewîne û her li ser vê yekê Kolmanê wêrek ji nêzîk ve zilma kolonyalîzma brîtanî nasdike û dest bi têkoşînê dike.

Hikumeta brîtanî ya lîberalîst, midaxeleyê xelayê nekir û ji ber birçîbûnê milyonek kes mirin. Nêzîkî 2 milyon kes jî,  neçar man koçî derveyê welêt bikin piraniya wan çûn Amerikayê.

Dîmenek kurt ji fîlma Arracht

Senaryoya fîlmê bi feraseta welatparêziya Îrlandayê hatiye nivîsandin û kesên xwedî milk û erdên mezin wekî hevkarên kolonyalîzma brîtanî hatine nîşandan.

Derhenêrê fîlmê Tom Sullivan e ku berî niha jî derhêneriya 7 fîlmên serfiraz kiriye.

Sîlvan di heman demê de nivîskariyê jî dike lê ji sala 2010’an û vir ve zêdetir bi derhêneriya kurtefîlman re mijûl e.

Xelaya Patatan ji ber nexweşiyeke nav-erdan dest pê kir û di navbera 1845 û 1847’an de Îrlanda serûbin kir.

Hikumeta brîtanî ya lîberalîst, midaxeleyê xelayê nekir û ji ber birçîbûnê milyonek kes mirin.

Di dema xelayê de malbateke bêçare ya li Îrlandayê

Nêzîkî 2 milyon kes jî,  neçar man koçî derveyê welêt bikin piraniya wan çûn Amerikayê.

Yek ji encamên herî giran ê bobelatê di warê ziman de pêk hat.

Piştî xelayê, zimanê îrlandî li hember îngilîzî şikestinek giran xwar û êdî nehat ser hemdê xwe.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …