Brîtanya di protokola Bakurê Îrlandayê de dest bi guherînên yekalî kir
Yekitiya Ewrûpayê reaksiyon nîşanî vê biryarê da xwe ji bo şerekî hiqûqî amade dike
Brîtanya di meseleya Îrlandaya Bakur de bi gaveke yekalî dawiya dawî bi ya xwe kir.
Hukumeta Londonê, biryara xwe ya guherîna protokola derbarê herêmê de xist meriyetê.
Bi guherînên nû re kontrolên li ser sînorên di navbera Îrlandaya Bakur û Komara Îrlandayê de tên jidandin.
Ev ê jî wê bibe sebeb bazirganiya di navbera Yekitiya Ewrûpa û Îrlandaya Bakur de kêm bibe.
Kêmbûna bazirganiyê jî wê bandoreke negatîf li aboriya vê herêmê bike.
Fikar ev e, wê xerabiya aboriyê dijberiya di navbera Katolîk û Protestanan de ji nû ve gur bike.

Reaksiyona Brukselê
Gavên yekalî yên hukumeta Brîtanî ya ji bo vê meseleyê, li Brukselê dibe sebeba reaksiyonên tund.
Yekitiya Ewrûpayê ku muxatabê protokola Bakurê Îrlandayê ye, derbarê mijarê de daxuyaniyek da.
Cîgirê seroka Komîsyona Ewrûpayê Maros Sefkovîç ragihand, wê li hember gavên yekalî yên Brîtanyayê prosesa hiqûqî were destpêkirin.
Li gorî vê, eger Brîtanya di 2 mehan de bersiveke erênî nede, wê Yekitiya Ewrûpayê mijarê bibe ber destê Dadgeha Edaletê.
Ev jî tê wateyê wê piştî peymana Brexitê aloziyeke nû ya di navbera Bruksel û Londonê de dest pê bike.
Naveroka protokolê
Protokola Îrlandaya Bakur, di navbera Îrlandaya Bakur a ku parçeyekî Brîtanyayê ye û Komara Îrlandayê de ku endamê Yekîtiya Ewrûpayê ye, bazirganiyê saz dike.
Her çiqasî Brîtanya ji Yekîtiya Ewrûpayê derketibe jî, li gorî vê protokolê Îrlandaya Bakur hîna jî tabiîyê Yekîtiya Gumrigê Ya Yekîtiya Ewrûpayê ye
Lêbelê par protokola li herêmê, rastî reaksiyonên Protestanan hatibû.
Protestanên ku bi alîgiriya xwe ya Brîtanyayê tê naskirin, par li dijî protokolê çalakiyên berfireh li dar xistibûn.