Arşîvên Tag: brîtanya

Skotland

  Profîl Nifûs: 5,200,000 (2018) Berfirehbûn: 78,782km2 Paytext: Edinburg Ziman: Îngilîzî, galîkî (% 96,8 îngilîzî, % 1,3 galîkî, skotî % 1,9) Destpêka xweseriyê: 1999 Berfirehbûna serdestiya îngilîzî a ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Skotland bi …

Bêtir »

Cornwallî dixwazin bi televîzyonê zimanê xwe vejînin

Li Brîtanyayê zimanekî di xetereyê de ji bo ji nava civakê winda nebe di ber xwe dide. Kornîşî (kernewek) di dîrokê de zimanê herêma Cornwallê (Kernow) a li başûrêrojavayê Brîtanyayê bûye. Di demên dawiyê de parazvanên vî zimanî ji ziman vejînin plan û projeyan amade dikin. Yek ji van hewldanan damezrandina …

Bêtir »

Rêvebiriyên herêmî mafê zimanê galî binpê dikin

Li herêma Galê ya li Brîtanyayê mafên ziman ji aliyê rêvebiriyên herêmî ve tên binpêkirin. Koma kampanyayê ya zimanê galî Cymdeithas yr Iaith Gymraeg bi raporekê vê rastiyê li berçav raxist û navên rêvebiriyên  bi vî rengî yek bi yek eşkere kir. Rêxistina kampanyayê di raporê de diyar kir ku di çarçoveya mafên …

Bêtir »

Siyaseta Galê ji pêşnûmaqanûna xweseriyê ne razî ye

        Partiyên li Galê diyar dikin ku pêşnûmaqanûna di derbarê xurtkirina xweseriya Galê de bersiva daxwazên wan nade. Di pêşnûmaqanûnê de hikumeta brîtanî xwedî hêzên ku wê tranferê Galê bihatana kirin e. Hikumeta Galê, Demokratên Lîberal ên Galê û Plaid Cymruya serxwebûnxwaz li dijî Pêşnûmaqanûna Galê ku …

Bêtir »

Armanc milyonek axêverên zimanê galî ye

      Saziya kampanyayê ya ji bo parastina zimanê galî bang li civakê kir ku divê armanca herêmê pêkanîna milyonek axêverên zimanê galî bin. Saziya ziman Cymdeithas yr Iaith vê pêşniyazê ji bo hilbijartinên herêmî yên 2016’an de anî ziman. Pêşniyaza bi serenavê “Milyonek axêverên galî: Vîzyoneke ji 2016’an û …

Bêtir »

Xweseriya Skotlandê bi berhevkirina bacê tê xurtkirin

    Delegeyên ji pênc partiyên Parlamentoya Skotlandê ji bo xurtkirina xweseriya Skotlandê, li ser transferkirina hin hêzên di qada aboriyê de li hev kirin. Hêzên nû yên ku wê têkeve destên Skotlandê divê di 2015’an de di Parlamentoya Britanyayê de bê qebûlkirin. Parlamentoya Skotlandê wê bi hêzên nû yên …

Bêtir »

Brîtanya hebûna kêmara Cornwallê nas kir

    Hikumeta brîtanî diyar kir ku wê gelê kornî ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê dijî, bi awayekî fermî wekî kêmareke neteweyî nas bike. Statuya ‘kêmara neteweyî’ heta niha ji aliyê gelên gal, skot û îrlandî yên li Brîtanyayê dihat bikaranîn. Naskirina Cornwallê (Kernow) di çarçoveya Konvansiyona Çarçove ya ji bo …

Bêtir »