Operatorên Cornwallê wê bi kornîşî xizmetê bidin

 

Konseya Cornwallê (Kernow) ya li başûrêrojavayê Brîtanyayê ji operatorên xwe xwest ku di axaftinên xwe yên li ser telefonê ya bi gel re peyvên sereke yên kornîşî bi kar bînin. Ji ber ku zimanê kornîşî ji aliyê hejmareke pir biçûk a welatiyên li herêmê tê bikaranîn, vê tedbîrê wekî gavekî wêrek tê binavkirin.

Çend roj berê, saziya herêmî Konseya Cornwallê plana parastina zimanê Kernewek revîze kir û ji operatorên ku bi telefonê xizmetê didin welatiyên herêmê daxwaz kir ku hin peyv û hevokên sereke yên zimanê kornîşî di axaftinên telefonê de bi kar bînin. Konseyê plan dike ku ji Nîsana 2016’an û şûn ve perwerdeya peyv û hevokên sereke yên ziman bide operatorên xwe.

Li aliyekî din, xebatkarên konseyê jî ji bo axaftina Kernewek wê bên teşwîqkirin û hemû nav û payeyên pîşeyî yên xebatkarên konseyê ligel îngilîzî bi zimanê kornîşî bê nivîsandin. Herwiha, tê plankirin ku derfeta bersivdayina e-mail û nameyan bi kornîşî jî bê peydekirin.

Konseyê ragihand ku bikaranîna zimanê Kernewek ji aliyê operator û endamên konseyê wê li ser bingeha dilxwaziyê be û ji ber vê yekê wê ti kes ji kar neyê dûrxistin. Konseyê biryara xwe ya ziman wiha ragihand: “Konseya Cornwallê qebûl dike ku kornîşî hebûneke çandî ya yekta ye ku xwerûbûna Cornwallê diyar dike û di jiyana çandî, aborî û civakî ya herêmê de xwedî roleke girîng e.”

Zimane Kernewek di bin parastina hiqûqî ya Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar de ye. Di serjimara 2011’an de eşkere bibû ku Kernewek li herêmê bi tenê zimanê yekemîn ê 557 welatiyan e. Lê tê texmînkirin ku li cîhanê li derdora 5 hezar kes dikarin vî zimanî biaxivin.

Cornwall herêmeke li biçûk ê Brîtanyayê  ye ku xwedî konseyeke xwerû ya herêmî ye. Lê konsey bi tenê di warê mijarên îdarî de dikare xizmetê bike. Di nava hêzên transferê konseyê hatine kirin de hêza qanûnçêkirinê tuneye.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …