Di 5’ê Gulanê de Brîtanya li Ewrûpayê bû welatê yekemîn ku herî zêde welatiyên wê ji ber vîrusa koronayê mirin.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin 30 hezarî derbas kir û bi vî awayî, Brîtanyayê Îtalya ya ku li ewrûpayê di rêza pêşî de bû, li dûv xwe hişt.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî li cîhanê bûye yekemîn ku herî zêde welatiyên wê bûn qurbaniyên coronayê.
Li Amerîkayê êdî rojane 2 hezar kes ji ber şewbê dimirin û hejmara qurbaniyan ji 70 hezarî derbas kiriye.
Amerîka û Brîtanyayê bi aboriya xwe ya kapîtalîst a pêşketî, hertim pesnê xwe dane û lîderên van her du welatan herdem ji xwe razî bûne.
Ev yek di dema belavbûna vîrusa koronayê de jî careke din derket holê.
Li gorî serokê Amerîkayê Donald Tramp, wê korona bandoreke mezin li Amerîkayê nekira û lewma jî wî, heta mecbûr nema di warê ragihandina rewşa awarte de gav navêtin.
Trump ê ku li himberî vîrusê adeta têk çû, niha ji bo têkçûna xwe veşêre, bala raya giştî ya amerîkî dide ser Çînê û îdîa dike ku vî welatî bi zanebûn ev vîrus li amerîkayê belav kiriye.
Serokwezîrê Brîtanî Borîs Jansin jî di destpêkê de, wekî ku Brîtanya ne welatekî li vê cîhanê be pir rihet tevgeriya.
Wî heta ku tofana koronayê negihîşt welatî wî, bawer nedikir bandoreke giran a vîrusê li Brîtanyayê derkeve holê.
Piştî demekê diyar bû ku Brîtanya bi rêbaza pêşwazîkirina girseyî nêzî vîrusê dibe.
Serokwezîrê brîtanî îdîa dikir ku vîrus bi kontrol li hin beşên ciwan û ne nexweşên kronîk were belavkirin, ew ê di xwîna wan de bêtesîr bibe.
Lê belê ev rêbaza brîtanyayê bi ser neket.
Paşê ku vîrusa li vî welatî ket xwîna bi deh hezaran û bû sedemê mirna bi hezaran, hindik mabû serokwezîrê vî welatî jî bikuje.
Borîs Johsonê ku bi derfetên derman û doktoran ji mirinê hat rizgarkirin, êdî ji wê rêbaza xwe vegeriya û adeta têkçûna xwe ya li himberî vîrusê qebûl kir.
Lewma dikare bê gotin, di nava sedan salan de ev cara yekemîn e, dijminekî xurt derketiye holê û bi van her du dewletên ji xwe razî û paş de gav dide avêtin.