Gal ji bo serxwebûnê meşiya

Li paytexta herêma Galê ya li Brîtanyayê meşeke ji bo serxwebûnê hat lidarxistin. Demeke dirêj derdorên serxwebûnxwaz ji bo vê çalakiyê amadekarî dikirin. Tê ragihandin ku qasî 2000 kesên alîgirê serxwebûna Galê beşdarê vê çalakiyê bûn.

Meşa ku di 11’yê mehê de hat lidarxistin de ji aliyê AUOB Cymru (Herkes di bin aleke Galê de) ku hemû derdorên serxwebûnxwaz di hundirê xwe de dihewîne hat lidarxistin. YesCyrmu (Ji Galê re Erê), Awoken Cymru (Gala Hişyarbûyî) and Welsh Football Fans for Independence (Alîgirên Futbolê yên ji bo Serxwebûnê yên Galê) destekê dan vê çalakiyê.

Serokê partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru Adam Price piştî meşê axaftineke kurt kir û got ku ”Gal şiyar dibe, serî radike, statuya lawaz red dike û daxwaza xwe ya cîgirtina di nava neteweyên Ewrûpa û dinyayê de dike.” Price axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema çîroka muhteşem a serxwebûna neteweya me di demek nêzîk de bê nivîsandin, ew ê vê nifşê bikaribe bêje ‘me ev bi dest xist, ji ber ku em ji bo armanca xwe bûn yek û meşiyan.’ “

Hin çalakgerên meşê diyar kirin ku ew ji berê de alîgirên serxwebûna Galê ne lê hinekên din jî dan zanîn ku ew piştî Brexitê û tedbîrên ji bo aboriyê hatine girtin bûne alîgirê serxwebûnê. Anketên dawî nîşan didin ku ji % 12’yê civaka Galê destekê dide serxwebûnê.

Berdevkekî AUOBC’yê Llywelyn ap Gwilym li ser vê mijarê got ku piştî dengdayina li Brîtanyayê ya ji bo veqetîna ji Yekitiya Ewrûpayê (Brexit) meseleya pêşeroja statuya Galê hatiye rojevê.  Berdevk dide zanîn ku di vê dema dawiyê de mijara serxwebûna Galê êdî gav bi gav di nava civaka Galê de normal tê dîtîn û bingeha wê berfirehtir dibe.

Gal (bi galî Cymru, bi îngilîzî Wales) herêmeke dîrokî ye ku li başûrêrojavayê Brîtanyayê cî digire. Nifûsa herêmê di ser 3 milyonî re ye û berfirehbûna wê 20,779 km2 ye. Gal herêmeke xweser e ligel parlementoya xwedî saziyên xwe yên xweser in. Li herêmê ligel zimanê îngilîzî zimanê galî jî fermî ye.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …