Pêdiviya zimanê galî bi axêverên nû heye

Cymdeithas yr Iaith Gymraeg (Komeleya Zimanê Galî) komeke mirov in ku ji bo zimanê galî têkoşînê dikin. Komele bawer dike ku kampanyaya ji bo zimanê galî parçeyeke têkoşîna li seranserê cîhanê ya ji bo maf û azadiyên kêmaran e. Di demên dawiyê de Cymdeithas dokumaneke ku pêşniyaz dikir ku axêverên zimanê galî derkeve milyonekê weşand. Me pirsên di derbarê vê dokumanê û aliyên din ên bi têkoşîna ziman a li Galê re eleqeder ji Sioned Haf ku berpirsê karên navneteweyî ya Cymdetihasê ye, pirsî.

Necat Ayaz; Cymdeithas çî ye? Hûn komeke çalakvan in, organîzasyonek çavdêrin an her du ne? Ji bo zimanê galî hûn çalakiyên xwe çawa organize dikin û dixebitin?

Sioned Haf: Cymdeithas yr Iaith Gymraeg  (Komeleya Zimanê Galî) komek çalakvanên ku ji dilxwazên ji her  temenî  pêk tê ye;  axêverên zimanê galî, xwendevan û yên ne-axêver ên ji hûndir û derveyî Galê. Van kesan bawer dikin ku ji bo peydakirina hawirdorek ku destûrê bide  jiyandinbarî, pêşxistin û zindîbûna  zimanê galî di sektorên curbecur ên ne fermî de li ser Hikûmeta Galê û aktorên xwedî berpirs zext pêwîst e. Em di warê perwerdehî, çapemenî, jiyandinbarî  û mafên ziman de kampanya dimeşînin  û herwiha me şaxek navneteweyî  ku dihêle em tecrûbeyên kampanyayên curbecur ên civakên zimanên kêmarkirî û zimanên din ên bi xetereya cîhana ku her ku diçe homojen dibe wan parve bikin, damezrandiye. Em kampanyayên xwe yên bêşîddet wekî perçeyek tevgera navneteweyî ya ziman û mafên mirovan dibînin.

sioned haf2

Ji bo zimanê galî bibe xwediyê siberojek jiyandinbar û dewlemend, pêwîste ku zêdetir axêver vî zimanî bi kar bînin û veguhêzin (derbas bikin) nifşên nû.

Çima hûn pêşniyaz dikin ku hejmara axêverên zimanê galî derxin mîlyonekê? Ev ji bo parastina zimanekî pêdîviyek zanistî ye  an li ser civaka galî wê bandorek psîkolojîk biafîrîne? 

Ev armanceke ku ji bo nêrîn û daxwazên Hikûmeta Galî û yên din pêş bikeve û bi armanca serfiraziya wê, partiyên polîtîk  planekê amade bikin hatiye dîzaynkirin. Em bangî hemû partiyên polîtîk dikin ku bersiva dokumana vîzyona me bi lêzêdekirina pêşniyazan li manîfestoyên xwe yên hilbijartina 2016’an bikin. Armanca vîzyona me pêkanîna van sê xalên li jêr ên wekî hev girîng in:

1.Zêdekirina hejmara axêverên zimanê galî heta mîlyonekî;

2.Peşîgirtina koçberiya ber bi derve û liserpiyahiştina komên welatiyan. Di heman demê de pêkanîna riyên vegera axêverên zimanê galî ji bo nav civaka xwe;

  1. Peydakirina bikaranîna zimanê galî di her qadên jiyanê de da ku zimanê galî ji dergûşê heta gorê bibe zimanê xwezayî.

Em pir spasdar in ku ji dema ev belge derketiye endamên serekeyên hemû partiyên polîtîk ên Meclîsa Neteweyî ya Galê piştgiriyê didin ev her sê hedefan.

cymeithaslogo2

Ji bo ku zimanê galî bibe xwediyê siberojek jiyandinbar û dewlemend, pêwîste ku zêdetir axêver vî zimanî bi kar bînin û veguhêzin (derbas bikin) nifşên nû. Em bawer in ku welatiyên Galê ku li Galê ji dayik bûne an Galê wekî welatê xwe hilbijartine, divê bibin xwedî  derfetên perwerdehî û jiyanê yên wekhev. Di nava vê de mafê herikbarî û bixwebaweriya bi zimanê galî û bikaranîna zimanê galî di hemû qadên jiyanê de jî heye. Dawiya dawî Gal welatê vî zimanî ye. Niha nifûsa Galê ji sê mîlyonî hinekî zêdetir e. Li gorî serjimara dawî, ji % 19 nifûsê zimanê xwe diaxivin: ji nîv mîlyon mirovan hinekî zêdetir. Pêşniyaza me du qat zêdekirina vê hejmarê ye.

Ji ber ku li dibistanan bi zimanê îngîlîzî perwerde dibin,  ji 79% zarok beyî ku bikaribin bi zimanî galî bi herîkbarî biaxivin û bi vî zimanî xebata xwe bidomînin ji dibistanê mezûn dibin.

Hûn Hikûmeta Galê rexne dikin ku çima ew ji bo zimanê galî bi awayekî çalak naxebite. Çima hûn difikirin ku hikûmeta herêmî li Galê ji bo zimanê heremî  têra xwe naxebite? 

Beriya her tiştî, Hikûmeta Gal hikûmetek neteweyî ye, ne heremî ye. Gal neteweyek e. Hikûmeta Gal  polîkayên wêrek ên pêwîst ji bo ku rewşa kêmbûna zimanê galî biguherîne, bi cîh neaniye. Yek ji kêmasiyên bingehîn (sereke) ev e ku pêşniyazên wêrek ên rapora perwerdehiyê ya Profesor Sioned Daviesa ku ji aliyê hikûmetê hatibû peywirdarkirin hatibû amadekirin, tetbîq nekiriye. Rapor pêşniyaz dikir ku her zarok herî kêm heta astekê perwerdeya zimanê galî bibe. Niha, ji ber ku li dibistanan bi zimanê îngîlîzî perwerde dibin,  ji 79% zarok beyî ku bikaribin bi zimanî galî bi herîkbarî biaxivin û bi vî zimanî xebata xwe bidomînin ji dibistanê mezûn dibin. Ev şaşiyek mezin a perwerdehiyî ye û pêwist e bi lez bê çareserkirin.

Herwiha hikûmet ji bo ku koçberiya ji Galê ber bi derve kêm bike tedbîrên girîng –  di nav de têkçûna bidawîkirina polîtîkaya masrafên perwerdehiyê û garantîkirina bidestxistina xaniyên erzan ji bo her kesî jî hene, negirtin. Çend nîşaneyên din jî hene ku pir zêde pirsgirêk in ku di nava wan de razemeniya pir kêm a ji bo destekirina zimanê galî jî heye.

Prince of Wales' Welsh Tour

Hikumeta Galê ji bo salên 2012 û 2016’an dokumaneke polîtîk a 5 salan a bi navê ‘’Zimanek Zindî: Zimanek ji bo Jiyanê.‘’ Bi riya pêşniyazkirina bernameya we ya nû ya ji bo perwerdehiyê, li gorî we kîjan xalên vê dokumanê divê di ber çavan re bên derbaskirin? 

Piştî hilbijartina bê, stratejiya 5 salan a Hikûmeta Galê pêwîste di ber çavan re bê derbaskirin, lê ew di warê çend nuqteyên girîng de  ku di nav de hedefên perwerdehiyê û berfirehkirina mafên zimanê galî heta sektorên taybet jî tê de, têkçûne.  Em hêvîdar in ku gelek pêşniyazên di nav dokumana vîzyona me ya 2016’an de wê ji aliyê stratejiya nû ve bên pejirandin.

Gwynedd wekî navçeyekê xwedî hejmara herî zêdê yê axêverên zimanê galî ya li Galê ye. Ev hinek ji ber sedemên cografîk û dîroki ye lê di heman demê de ji ber helwesta pêşverû ya heremî ya ji bo parastina ziman û nêzîkbûna wê ya ji bo pêşxistin û bikaranîna ziman a di her qadê jiyanê de ye.

We di bernameya xwe ya dawî de gotiye ku ji bo hejmara axêverên zimanê galî bê zêdekirin divê navçeya Gwyneddê wekî mînakek bê şopandin. Taybetiyên sereke yên polîtîkaya ziman a Gwynedd çi ne?

Gwynedd wekî navçeyekê xwedî hejmara herî zêdê yê axêverên zimanê galî yê li Galê ye. Ev hinek ji ber sedemên cografîk û dîroki ye lê di heman demê de ji ber helwesta pêşverû ya heremî ya ji bo parastina ziman û nêzîkbûna wê ya ji bo pêşxistin û bikaranîna ziman a di her qadê jiyanê de ye.

Bi taybetî Gwynedd di du qadan de serî dikşîne. Yekemîn, di perwerdehiyê de, piraniya zarok û ciwan perwerdeya zimanê galî dibin ku bernameya îmersiyonê ya ji bo ciwanên tên heremê lê hatiye zêdekirin. Ya duyemîn, ji ber ku rêvebiriya lokal bi zimanê galî dixebite, piraniya derfetên kar bi giranî bi zanîna galî tê bidestxistin; ev jî bikaranîna ziman normal û xurt dike.

Ji bo bersiva paşveçûna zimanê galî, hûn  li Galê avakirina qadên wekî Gaeltachtê (*) di cih de dibînin ?

Em li Galê avakirina Gaeltachtekê rast nabînin. Em bawer dikin ku bi berfirehî bikaranîna polîtîkayên ziman a ku bi armanca zimanê galî li her parçeyê Galê bibe zimanê sereke yê civaka galî rast e.

JS47937349

Mirov dikare bêje ku statuya fermî pêwîst e lê belê ev, mercekî ku têra pêşketina zimanekî nake ye.

Ji sala 2011’an û vir ve dema ku zimanê galî ligel îngîlîzî fermî hat îlankirin, ji aliyê panoromaya ziman li Galê çi hat guhertin?

Piştî qebûlkirina Tedbîra Zimanê Galî, di 2011an de statuya fermî ji bo zimanê galî hat dayîn. Qanûna Zimanê Gal a 1993’an a ku ciyê xwe ji hiqûqa 2011’an re hişt, Saziya Zimanê Galî ku niha tuneye damezrandibû û li ser prensîpa  ku divê saziyên civakê zimanê galî û îngîlîzî ‘‘ber bi wekhevîya‘‘ her du zimanan bixebitin, hatibû sazkirin. Ev prensîp cihê xwe da statuya fermî ya ji bo zimanê galî û girîngiya vê prensîbê ev e ku divê  zimanê galî ji zimanê îngîlîzî kêmtir muameleya pozîtîf nebîne. Mirov dikare bêje ku statuya fermî pêwîst e lê belê ev, mercekî têra pêşketina zimanekî nake. Bala me niha li ser kampanyayên wekî pêkanîna perwerdeya bi zimanê galî ya ji bo her zarokekî, zêdetir saziyên civakê ku bi zimanê galî karên xwe bimeşînin û ji bo kêmkirina koçberiya ber bi derveyî welat de avakirina xaniyên erzan e.

Hêviyên we yên ji bo hilbijartina 2016’an a li Galê çi ne? Hêviya we ji hikûmetek û parlamentoyek nû ku bi awayekî aktîf beşdariya  vejîna zimanê galî bibin heye?

Em hêvîdar in ku piştî hilbijartina 2016’an de kîjan hikûmet bibe îktîdar wê gelek polîtîkayên ku di dokumana vîzyona me de cih girtine, bipejîrîne. Herwiha, bi armanca peydakirina pêşketin û vejîna a ziman di deh salên pêşiya me de garantî bikin, divê bi awayekî  bi lez di warê perwerdehî, polîtîkayên bidestxistina kar, maf û razemeniya aboriyê, gavan bavêjin.

—————-

* Gaeltacht: Herêmên ku bi armanca parastina ziman li Îrlandayê hatine damezrandin. Li van herêman zimanê sereke yê civakê bi îrlandî ye. Hikumetên Îrlandayê ji bo zimanê îrlandî di nava civakê de zindî bigire, bi her awayî alîkariya welatiyên li van herêman dike. 

Werger: Berfîn ÎDE

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Şirnexî dikarin bi tifaqê bi ser bikevin

Encamên Şerê Bajaran li Şirnexê bû sebeba hilweşîneke mezin a fîzîkî û koça ber bi …