SNP doza xweseriya aboriyê kir

 

 

Partiya Neweperest a Skot (SNP) ku di hilbijartinên giştî de 56 ji 59 kursiyên Skotlandê yên li Parlamentoya Brîtanyayê bi dest xistibû, doza xweriya tam a aboriyê kir.

SNP pêvekekê ku tê de qala xweseriya tam a aboriyê dihat kirin li Qanûna Skotlandê zêde kir û wê di 28’ê Gulanê de pêşkêşî Parlamentoya Brîtanyayê kir. Di bin xweseriya aboriyê de wê hemû baca li Skotlandê ji aliyê rêvebiriya xweser ve bê berhevkirin û paşê rêvebiriyê mesrefên dewletê yên li Skotlandê hatiye kirin ji vê bacê bide.

Cîgirê Serokwezîrê Skotlandê John Swinney di axaftineke xwe de li paş doza xweseriya aboriyê sekinî û wiha got ku ji aliyê hatina aborî û berhemdariyê ve Skotland di nava çend herêmên li pêş de ye û ew dikarin performansa aboriyê ya welatê xwe pêşdetir bibin.

Lê tê payîn ku vê guherîna nû ya di Qanûna Skotlandê de hatiye kirin ew ê di parlamentoya ku partiya muhafazakar tê de serdest e de bê redkirin. Rêvebiriya vê partiya ku li Brîtanyayê îktîdar e, diyar dike ku eger Skotland xweseriya tam a aboriyê bi dest bixe wê mecbûr bimîne ku salane 7.6 milyar pound pere mesref bike û wê hikumeta skotî nekaribe wekî niha xizmetên fermî bimeşîne.

Jêder: BBC

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …