Li Brîtanyayê kampanyaya ji bo Rojava

Komeleya Aboriya Piştgiriyê ya li Brîtanyayê, bi mebesta desteka ji bo Rojava, li ser înternetê kampanyayek da destpêkirin.

Bi mebesta danasîna naverok û armanca vê kampanyaya watedar, vîdyoyeke kurt hat weşandin. 

Kesên xêrxwaz bi riya malpera komeleyê
https://www.crowdfunder.co.uk/water-for-rojava dikarin bi dayina ji 1 euroyî heta 300 euroyî tevlî vê kampanyayê bibin.

Kampanya bi slogana Av ne çek e lê jiyan e! tê meşandin û bi vî awayî jî qutkirina ava Rojava ya ji aliyê dewleta tirk tê teşhîrkirin.

Di rûpela kampanyayê de tê ragihandin, dewleta tirk û çeteyên wê, ava nêzîkî 500 hezarî welatiyan qut kirine û yek ji armancên vê kampanyayê alîkariya ji bo projeyên ava herêmê ye.

Pereyên wê bên berhevkirin, ji bilî projeyên avê, wê ji koperatîfên jinan û şaredariyên li Rojava re bê şandin.

Komeleya Aboriya Piştgirî ligel Komeleya Aboriya Jinê ya Rojava û Heyva Sor a Kurdistanê Şaxa Brîtanyayê, bi hin saziyên navneteweyî ya piştgiriyê re xebatên hevpar dimeşîne.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şoreşa Vîetnamê 50 sal berê bi ser ket

Vîetnam 50 sal berê bû welatekî yekgirtî ya serbixwe. Şerê dirêj ê Vîetnamê di 30ê …