Brîtanya ji Jamayikayê lêborîna ji bo koletiyê naxwaze

 

 

Serokwezîrê kevn ê Jamayîkayê PJ Patterson nivîsand ku Serokwezîrê Brîtanyayê Cameron gotiye “dema koletiyê êdî zû de derbasbûye” lê ev ne rast e. Li gorî Patterson koletî îro jî li ser piya ye û dom dike.

Serokwezîrê kevn ê Jamayîkayê li ser axaftina David Cameron a di 30’yê Îlonê de ya Parlamentoya Jamayikayê de kiribû nameyekê ji serokwezîrê brîtanî re şand û got ku hîn “mafê kevneşopî yê parlamentoyê yê nîqaş û bersivê nikare bê bikaranîn.

Patterson ji Cameron re got ku wî di axaftina xwe ya parlamentoyê de mizgîniya alîkariyê daye welatiyên Jamayikayê lê bi tenê çend kes fam kirine ku di pakêta wî ya alîkariyê ya 25 milyon pound de avakirina girtîgehekê heye.

patterson2
Di nameyê de hat destnîşankirin ku Cameron gotiye “koletî êdî zû de derbasbûye” û “em wekî hevalan dikarin ji bo avakirina sibêrojê gavan bavêjin” lê koletî hem berê hem jî niha sûcê herî rezîl ê li dijî mirovatiyê ye û bi awayên din didome.  Patterson da zanîn ku “hewldan tê kirin  ku pergala koletiyê ya Brîtanî ku 300 sal li ser afrîkiyan dom kiriye û bazirganiya bi bedena wan hatiye kirin hem di dîrokê de hem jî niha êrîşa li dijî hebûna etnîk a pêşiyên wan nîşan dide” û Patterson got ku niha girîngiya vê meseleyê dixwaze bê biçûkirin.
Serokwezîrê kevn diyar kir ku “koletiya ku 180 sal li Jamayîkayê dom kiriye hîn di hişê mirovan de teze ye û îro li Jamayîkayê kesên ku bapîr û dapîrên wan parçeyeke sîstema koletiyê bûne, dijîn.” Herwiha hat gotin ku piştî koletiyê apartheida nîjadî ya li dijî welatiyên girava Jamayikayê ji aliyê makîneya kolonyal û artêşa brîtanî ve 100 sal hatiye dom kirin.

Patterson di nameyê de van pirsan pêşkêşî Cameron kir:

“Em çawa dikarin bi hêsanî wê ji bîr bikin û ber bi siberojê de bimeşin? Eger niha sûc bi eşkereyî neyê qebûlkirin, wê dema guncan (misaît) kengî be?”

Paşê Patterson vê pirsî: “We xwestina lêborînê red kir. Lê hikumeta we ji ber sûcên giran ji herkesên din lêborînê xwest. Gelo em lêborînekê heq nakin?”

Di dawiya nameyê de Patterson diyar kir ku “qebûlkirina sûc têrî nake û dema sûcên li dijÎ mirovatiyê tên kirin civaka navneteweyî û qanûna navneteweyî bang dikin ku bi lêborînên fermî bên xwestin.”

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …