Armanc milyonek axêverên zimanê galî ye

 

 

 

Saziya kampanyayê ya ji bo parastina zimanê galî bang li civakê kir ku divê armanca herêmê pêkanîna milyonek axêverên zimanê galî bin. Saziya ziman Cymdeithas yr Iaith vê pêşniyazê ji bo hilbijartinên herêmî yên 2016’an de anî ziman.

Pêşniyaza bi serenavê “Milyonek axêverên galî: Vîzyoneke ji 2016’an û şûn ve” ji 10 fikrên ji bo vê mijarê pêk hat. Hin ji wan fikran wiha bûn:

  • Ji bo belavkirina dibistanên seretayî yên bi tenê bi galî perwerdeyê dikin diyarkirina bernameya demê ya ferz
  • Ji bo kesên nûhatî (kesên ku berê zimanê galî fêrnebûne) li her navçeyê vekirina navendên perwerdeya ziman û xebitandina van navendan wekî modela Gwyneddê
  • Berfirehkirina berpirsiya Coleg Cymraegê heta perwerdeya piştî 16 salan
  • Di nava Qanûna Plankirina Hêza Kedê de bicîkirina armanc û berpirsiyên zelal ji bo zêdekirina hejmara karkerên bi galî diaxivin.

Berpirsê saziya ziman Jamie Bevan di daxuyaniya ji bo pêşniyazan de got ku “hilbijartinên bê ji bo ziman pir girîng in” û lê zêdekir ku “Bê guman, Serjimara 2011’an krîza ku zimanê galî rû bi rû maye nîşan dide.

Bevan di derbarê têkiliya ziman û siyaseta gal de jî wiha axivî: “Eger siyasetmedarên me di derbarê bidestxistina armancên bi îdia de cidî bin, divê di warê qanûn, çavkaniyên fînansê, girtina desteka raya giştî û plankirina ber bi siberojê de biryarên wêrek bigirin.”

Daneyên Serjimara 2011’an nîşan dabû ku li herêma Galê 562,000 axêverên galî hene. Di sala 2001’an de vê hejmarê 14,000 zêde bû û lewma vê rewşê ji aliyê parazvanen ziman wekî krîz tê qebûlkirin. Saziya ziman texmîn dike ku salane 3,000 axêverên zimanê galî kêm dibin.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …