Siyaseta Galê ji pêşnûmaqanûna xweseriyê ne razî ye

 

 

 

 

Partiyên li Galê diyar dikin ku pêşnûmaqanûna di derbarê xurtkirina xweseriya Galê de bersiva daxwazên wan nade. Di pêşnûmaqanûnê de hikumeta brîtanî xwedî hêzên ku wê tranferê Galê bihatana kirin e.

Hikumeta Galê, Demokratên Lîberal ên Galê û Plaid Cymruya serxwebûnxwaz li dijî Pêşnûmaqanûna Galê ku ji aliyê Wezîre Galê yê hikumetê ve hat eşkerekirin reaksiyon nîşan dan. Li gorî pêşnûmaqanûnê hêzên di warê enerjî, çûnûhatin, rêvebiriyên lokal û hilbijartinê wê transferê hikumeta herêmî ya Galê bê kirin.

Di 2014’an de Komîsyona Silk eşkere kiribû ku divê hikumeta brîtanî di warê rêxistina polîs û edaletê de gelek hêzan transferê Galê bike. Lê li gorî pêşniyazqanûna nû, van hêzan di destê hikumeta navendî de dimînin.  Komîsyona Silk a nav-partiyan ji heft pisporan pêk tê û çar pisporên wê her çar partiyên gal temsîl dikin.

Serokê Plaid Cymru Leanna Wood di derbarê mijarê de got ku pêşnûmaqanûn “heqareta li dijî welatê me ye” û ew Galê wekî neteweyeke di asta duyemîn a di nava neteweyên Brîtanyayê de dibîne. Li gorî Wood, navend ji Skotland û Îrlandaya Bakur kêmtir hêzan transferê welatê wî dike. Plaid Cymru ji mêj ve transferkirina hêzên di qadên polîs, edalet û çavkaniyên xwezayî de û damezrandina hiqûqeke taybet a ji bo Galê daxwaz dike.

Li aliyekî din, wezîrê yekemîn (serokwezîr) ê Galê Carwyn Jones jî got ku ew bawer dike ku bi pêşnûmaqanûna nû “vetoya îngilîz a li ser qanûnên Galê” pêk tê. Demokratên Lîberal ên Galê Kirsty Williams jî nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku vê pêşnûmaqanûnê hêzên endamên meclîsa herêmî ku bi awayekî demokratîk hatine hilbijartin, bi sînor dike û lewma ew ji aliyê wan nikare bê qebûlkirin.

înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …