Galîkiya Îskoçyayê: Zimanekî jîndar çawa ket ber sekratê?

Rastiya tahl a di mijara galikî de îro nikare bê veşartin: axêverên galîkî pîr dibin û dimirin û bi wan re galîkî jî dimire. Zimanê galîkî li Îskoçyayê êdî ne wekî di Serdema Navîn de zimanek jîndar e û ne parçeyek xurt a nasnameya îskoç e. Galîkî hebûna xwe ya ji bo nasnameya neteweyî bi riya muzîk, folklor û wêjeyê didomîne.

Îskoçya li girava Brîtanyayê welatê sereke ye ku çand û zimanê kelt li ser serdên wê serdest bûye. Şervaniya keltan û bi awayekî serhişk xwedîderketina wan a li hebûna xwe ya etnîk, li hember hêza pir mezin a leşkerî, siyasî, aborî û zimanî ya îngilîzan bêencam maye. Di encama pêvajoya êrîşên leşkerî, dagirkirina erdan, bê milk û bê çavkaniyên debarê hiştin û polîtîkayên asîmîlasyonê de keleyên zimanên kelt yek bi yek têk çûne. Piştî serdestiya îngilîzî ya li Ulster (bakurê Îrlandayê) û paşê li hemû aliyên Îrlandayê, dora têkçûnê hatiye ser galîkîya Îskoçyayê. Galîkî, di nava sê sed salên dawiyê de li hember belavbûna îngilîzî herdem paş ve vekişiya ye û beriya destpêka sedsala nozdemîn, li zozan û giravên ji bajaran dûr berxwedana xwe ya dawî winda kiriye.

Kurtedîroka galîkiya Îskoçyayê

Îskoçya ji aliyê cografîk ve ji sê herêman pêk tê. Yek ji van herêman Zozan (Highlands) in û li bakurê welêt cî digire. A din, herêma Deştan (Lowlands) e û ya sêyemîn jî Erda Bilind a Başûr (Southern Uplands) a li ser sînorê Îngilîstanê ye. Ji bilî van her du herêmên mezin, herêma Giravan heye ku cîranê herêma Zozanan e. Zozan, herêmek xwedî çiya û golan e û di dîrokê de bi sedan salan bûye keleya zimanê galîkî.

Her sê herêmên cografî yên îskoçyayê: Highlands (Zozan), Lowlands (Deşt), Uplands (Erdên Bilind)

Pêşiyên îskoç kelt di sedsala 6’emîn de ji Îrlandayê koçî welêt kirine û bi hatina wan re zimanê galikiya Îrlandayê (îrlandî) li Îskoçyayê bingehek ji xwe re ava kiriye. Di vê demê de, ji ber hebûna gelên din, Îskoçya wekî bexçeya zimanan bûye. Ji bilî galîkî, brîtonî, nornî û du zimanên pîktî (yek ji wan nêzîkî zimanên kelt, ê din nêzîkî hîndî-ewrûpî) li erdên welêt hatine axaftin. Pîktên di bin tesîra galîkê de mane, vî zimanî qebûl kirine lê zimanên din ên li başûr û rojhilatê welat hebûna xwe dom kirine. Di sedsala 7’emîn de ji başûrêrojhilat ve îngilîzî û ji bakur ve zimanê norwêcî ya Wîkîngan bi koçên nû gihîştine ser erdên welêt û belavbûna galîkî asteng kirine.

Di sedsala 10’emîn de galîkî ji nû ve di nava erdên Îskoçyayê de belav bûye û ji bilî herêma Lothian a li başûrê rojhilat (brîtonî)  û giravên Shetland û Orkneyê (norwêcî), li hemû erdên welat hatiye axaftin. Bu taybetî li başûrêrojhilat ku galîkî û brîtonî ketine nava kontaktê, di nava gelê li herêmê de duzimanî pêşketiye. Di vê sedsalê de Îskoçya di bin rêvebiriya mîran de serxwebûna xwe li hember Îngilîstanê parasti ye û ev jî ji bo pêşketina zimanê galîkî mercên baş derxistiye holê. Malcolm Canmore (1058-1093) mîrê dawî ye ku galîkî zimanê wî yê dayikê bûye û piştî mirina wî, rêvebiriyek navendî nema ye ku destekê bide zimanê galîkî.

Herçiqas galîkî di sedsala 10’emîn de wekî zimanên din ên ewrûpî bûbe zimanê dewletek jî, ji ber hebûna zimanên din ên li welêt tu car nebûye zimanê hemû civakê. Ev, aliyê herî lawaz a çîroka galîkî ye û tevlî windakirina desteka mîrên Îskoçyayê ya di demeke pir zû de, derî li ber hilweşîna ziman hatiye vekirin.


Fîlozofê îskoç Hector Boece (1465-1536) di 1527’an de li ser mijara tunebûna ziman a li herêma li ser sînorê Îngilîstanê wiha diaxive: “Gelê me yê ku li ser sînorê îngilîzan dijiyan terka zimanê xwe kirin û fêrî îngilîzî bûn. Ev yek ji ber tesîra şer û bazirganiyê pêk hat.”

Di sala 1000’î de li Îskoçyayê rewşa ziman. Piraniya welêt bi galîkî diaxivî.

Li Îskoçyayê belavbûna îngilîzî 

Di sedsala 11’emîn de galîkî pêşiyê li hember fransiya normandî paşê jî li hember îngilîzî gav bi gav di nava saziyên Îskoçyayê de ji holê rabû. Di vê sedsalê de fransî ku li îngilîstanê bûbû zimanê saziyên fermî, li welêt bû zimanê dadgehan. Ev, piranî li ser Deştan bandorê dikir lê civaka Zozanan axaftina galîkî di her qada jiyanê de didomandin. Li aliyekî din, herêmên li ser sînorê Îngilîstanê her dem bi xetereya pêşketina îngilîzî re rû bi rû mabûn û wê îngilîzî siberoj di ser vê herêmê re têketana nava erdên welêt. 

Di 1296’an de li Dunbarê artêşa îskoçî li hember artêşa îngilîz têk çû û otorîteya siyasî ya ku bikaribûna li hember belavbûna îngilîzî bisekiniyana ji holê rabû. Piştî demekê, monarşiya îskoçî hilweşiya û bandora  Îngilîstan a li ser mîrên Îskoçyayê dest pê kir. Ji nîvê sedsala 14’emîn û pê ve zimanê skotî (jê re inglis dihat gotin û zaraveyek kevn a nêzîkî îngilîzî bû) bû zimanê fermî yê arîstokrasî û qada edaletê.  Di vê demê de, di têkoşîna ji bo serxwebûnê ku wekî Şerên Serxwebûna Îskoçyayê dihatin binavkirin, di dewsa galîkî de skotî dihat bikaranîn.

Ji bilî qada arîstokrasiya îskoçî, di vê demê de wêjeya welatparêziyê bi îngilîzî dihat nivîsandin. Bo nimûne, pirtûkên The Brus (1375) û The Wallace (1448) ku her du jî li ser qehremaniya îskoçî ya li hember dagirkirina Îngilîstanê bû, bi îngilîzî hatibûn nivîsandin. Îngilîzî ji vê sedsalê û pê ve bû zimanê berhem û jiyana rewşenbîrên îskoç.

Bi destpêka sedsala 16’emîn, galîkî di nava civakê de li hember îngilîziya xwedî wêjeyek dewlemend gav bi gav dest bi paşveçûnê kiribû. Di 1535’an de William Tyndale Pirtûka Pîroz a Xrîstiyaniyê wergerandibû îngilîzî û ev jî ligel prestîjê, karîgeriya zimanê îngîlîzî bilindtir kiribû. Li hember pêşketina zimanê îngilîzî ku ji başûr dest pê kiribû, tiştekî wê nekaribûya bisekiniyana. Fîlozofê îskoç Hector Boece (1465-1536) di 1527’an de li ser mijara tunebûna ziman a li herêma li ser sînorê Îngilîstanê wiha diaxive: “Gelê me yê ku li ser sînorê îngilîzan dijiyan terka zimanê xwe kirin û fêrî îngilîzî bûn. Ev yek ji ber tesîra şer û bazirganiyê pêk hat.”

Di qanûna konseyê de bi eşkereyî ev hatibû nivîsandin: “Îngilîzî wê bibe zimanê her derê û wê îrlandî (galîkî) ku di nava şêniyên Giravan û Zozanan de yek ji sebebê herî mezin ê barbarî û qubetiyê ye hatiye qedexekirin û wê bê tunekirin.”

Mêrxasiya şervanên îskoç a di qada şer de têra parastina galîkî nekir

Tiştekî gelek balkêş bû ku veqetîna cografîk (zozan û deşt) a erdên welêt bi xetên stûr veguherîbû dubendiyek çandî. Deştên û erdên nizm ên di navbera wan û Îngilîstanê de astengiyek cografî tunebûn, bûbûn îngilîzîaxêf. Li Zozanên ji vê sînorê dûr bû, galîkî hatibû parastin. Têkiliyên çandî ya vê herêmê ya bi keleya galîkî Îrlandayê re alîkariya parastina ziman kiribû. Klanên li bakur û rojavayê welêt axaftina xwe ya galîkî didomandin û sereklanên van herêman hozanên bi galîkî disitiriyan diparastin.

Aboriya xerab a civaka li Zozanan û Giravan sebebek din e ku li ser hilweşîna ziman bandorê kiriye. Ji ber kêmbûna derfetên ji bo debarê, gelek kesên ji vê herêmê wekî karkerên demsalî ji bo xebatê diçûn aliyên din ên welêt. Ji bo dîtina derfetên xebatê li bajaran û li ciyên din ên deştê, zanîna îngilîzî pêwîst bû. Ji bilî vê, zanîna îngilîzî ji bo meşandina bazirganiyê jî pêwîst bû û ji ber vê yekê di nava karker û bazirganan de zanîna îngilîzî pêş ket. Ne wekî li Îrlandayê bandorker be jî, koça malbatên xizan a bo Îngilîstan, Kanada û Amerîkayê belavbûna îngilîzî ya li herêmên galîkîaxêf hêsantir kir. Di sedsala 19’an de zêdetirî 100,000 kes bi giranî ji herêmên rewşa wan a aboriyê ne baş bû koçî derve kirin.

Malcolm Canmore III mîrê dawî yê Îskoçyayê bû ku bi galîkî diaxivî

Polîtîkaya asîmîlasyonîst a li hember galikî

Di destpêka salên 1400’an de dubendiya di navbera Zozan û Deştan de êdî bi zelalî derketibû holê. Beşeke mezin a Zozanan axaftina galîkî û girêdana xwe ya bo dêra Katolîk domandin. Berevajiya vê, li Deştan îngilîzî ku jê re skotî an inglis dihat gotin, bû serdest û li vê herêmê protestanî bi tevahî katolîkiyê têk bir. Dubendiyên cogfafîk, bi xetên stûr veguherîbû dubendiyên olî û zimanî: Zozan bûbû navenda katolîkî, zimanê galîkî û civaka kevneşopî ya li ser hebûna klanan dirûv girtibû. Deşt jî bi civaka xwe ya bi giranî karê bazirganiyê û çandiniyê dikir, bûbû navenda protestanî û îngilîzî. 

dubendiyên olî û zimanî: Zozan bûbû navenda katolîkî, zimanê galîkî û civaka kevneşopî ya li ser hebûna klanan dirûv girtibû. Deşt jî bi civaka xwe ya bi giranî karê bazirganiyê û çandiniyê dikir, bûbû navenda protestanî û îngilîzî. 

Taca brîtanî li bakur hebûna katolîkî û zimanê galîkî ji xwe re wekî xetereyek dihesiband û ji bo têkbirina nasnameya olî û zimanî ya bakur dest bi hewldanan kiribû. Di 1597’an de bi fermanek ji hemû arîstokratên xwedî paye û erdan hat xwestin ku terka Zozanan bikin û werin li herêma Deştan bi cî bibin. Ji bilî vê, dewlet dixwest li Zozanan sê keleyan ava bike û ji herêma îngilîzîaxêf mirovan li wir bi cî bike. Ev, dişibiya bernameya kolonîzasyona li Îrlandayê hatibû meşandin lê ji ber berxwedana giregirên li Zozanan nikaribû bihatana meşandin. 

Eniya antî-galîk û katolîk di sedsala 17’an de ji bo tunekirina nasnameya zimanî û olî ya Zozanan plansaziyên berfireh xistin pratîkê. Di dema Jamesê I’emîn de xebata hozan û muzîkjenên îskoçî yên bi galîkî distriyan hat qedexekirin. Di heman demê de ji bo tunekirina katolîkiyê, bi awayekî sîstematîk mîsyonerên protestan ji herêmê re hatin şandin. Di encama vê de hin klan protestaniyê qebûl kirin û gav bi gav terka zimanê xwe kirin. Jamesê IV’emîn di 1609’an de bi qanûnekê li ser sereklanan ferz kir ku zarokên xwe yên mezin ji bo perwerdeyê bişînin dibistanên Deştan.  Ev, dibistanên protestan bûn û bi îngilîzî perwerdeyê dikirin.  

Yek ji tedbîrên ji bo tunekirina zimanê galîkî di derbarê xwedîtiya milkan de bû ku li Îrlandayê jî bi serfirazî hatibû bikaranîn. Li gorî vê, heta ku ew nikaribin bi “îngilîzî binivîsîn, bixwînin û bipeyivin“ (wryte, reid and speik Inglische) kesên ji herêmên galîkîaxêf nikaribûn bûbûna xwedî erd.

Wergera galîkî a Pirtûka Pîroz a William Bedel

1616 bû yek ji sala herî xerab a ji bo qedera galîkî. Konseya Privy ya Îskoçyayê di vê salê de qanûnek bêyom a ji bo tunekirina galîkî derxist. Konseyê, piştî dawîlêanîna Taca Îskoçyayê ya di destpêka vê sedsalê de, karê kontrola siyasî, aborî û civakî ya Îskoçyayê girtibû ser xwe. Di qanûna konseyê de bi eşkereyî ev hatibû nivîsandin: “Îngilîzî wê bibe zimanê her derê û wê îrlandî (galîkî) ku di nava şêniyên Giravan û Zozanan de yek ji sebebê herî mezin ê barbarî û qubetiyê ye hatiye qedexekirin û wê bê tunekirin.”

Di vê dema nû ya polîtîkaya tunekirina ziman de Dêra Presbîteryen a Îskoçyayê galîkî ji bo îbadet û xizmetên xwe yên din bi kar dianî. Bikaranîna ziman a ji aliyê vê dêrê ne ji bo parastina galîkî bû lê ji bo bi riya galîkî avakirina bingeha îngilîzî ya di nava keleyên ziman de bû. Dewletê gihîştibû wê baweriyê ku ji bo yekitiya herêmên bakur û herêmên li deştê divê her du alî ji aliyê siyasî û olî ve bên homojenkirin. Dêrê ji bo pêkanîna vê armancê heta demekê galîkî wekî alav bi kar anî.

Yek ji tedbîrên ji bo tunekirina zimanê galîkî di derbarê xwedîtiya milkan de bû ku li Îrlandayê jî bi serfirazî hatibû bikaranîn. Li gorî vê, heta ku ew nikaribin bi “îngilîzî binivîsîn, bixwînin û bipeyivin“ (wryte, reid and speik Inglische) kesên ji herêmên galîkîaxêf nikaribûn bûbûna xwedî erd.

Bi armanca dorpêçkirina Girav û Zozanên Îskoçyayê, polîtîkaya qutkirina têkiliyên di navbera Îrlanda û Îskoçyayê de dihate meşandin. Piştî serhildana li Ulsterê ya li hember kolonyalîzma Brîtanyayê, gelek kes bûbûn penaber û ji Îrlandayê koçî Girav û Zozanên welêt kiribûn. Hatina îrlandiyên galîkîaxêf û katolîk bingeha nasnameya van herêmên Îskoçyayê xurtir dikir. Hin kesên îskoçî jî ji bo desteka xwişk û birayên xwe derbasî Îrlandayê dibûn û li hember kolonyalîstan şer dikirin. Hem bi tedbîrên hişk ên li hember sereklanan û hem jî bi damezrandina hin bajarên nû li vê herêma nêzîkî Îrlandayê, têkiliyên her du gelên xwişk û bira ji hev hatin qutkirin. Bi vî awayî, herêmên galîkîaxêf ên li bakurê welêt bi tena serê xwe hatibûn hiştin.

Komeleya Îskoçyayê ya Belavkirina Zanîna Xrîstiyaniyê (SSPCK)
Komele di destpêka vê sedsalê de bi eşkereyî dixwest li Zozanên reform û ‘şaristaniyê’ bi riya îngilîzî û protestaniyê pêk bine.

Di 1898’an de li Caithnessê polek dibistanê. Li dibistanan perwerde tenê bi îngilîzî dihat kirin.

Perwerde aliyek girîng bû ku di nava van biryaran de cî girtibû. Qanûn diyar dikir ku wê li her navçeyên li Îskoçyayê dibistanek bê vekirin. Di salên bê de mijara fînansekirina van dibistanên ket destên dêrê û jê şûn de ji bo demekê rêvebiriya navçeyan bû berpirsên vî karî. Di qanûna heman konseyê ya 1695’an de carek din hat diyarkirin ku divê ji bo “tunekirina zimanê îrlandî (galîkî) û pratîkên din ên olî” avakirina dibistanan bê domandin.

Sedsala 18’emîn bû şahidê guherînên herî mezin ên di riya hilweşîna galîkî de. Yekitiya parlamentoyên Îngilîstan û Îskoçyayê û pêşketinên aborî-civakî yên li bakurê welêt bandorek xerab li hebûna galîkî kirin. Hêjayî gotinê ye ku piştî yekitiya her du parlamentoyan, mafên beşdarbûna wekîlên îskoçî ji bo Parlamentoya Brîtanyayê hat naskirin. Bê guman, zimanê vê parlamentoyê îngilîzî bû û hemû qanûnên vê parlamentoyê yên di derbarê Îskoçyayê de bi îngilîzî dihatin nivîsandin. Ev yek bû sebeb ku zimanê îngilizî bibe tekane zimanê siyaseta îskoç û di encama vê de di nava civakê de prestîj û hebûna îngilîzî derket astek gelek bilind. 

Di encama polîtîkaya çewsandin û tunekirinê de rêjeya axêverên galîkî ya di nava civaka Îskoçyayê de di 1755’an de daket ji % 23’an. Di heman sedsalê de zaravayên galîkiya li Deştan dihatin axaftin ji holê rabûn û galîkiya li rojhilat û başûrê Zozanan bi lez ber bi hilweşînê ve çûn. Li van herêman ziman di sedsala 20’emîn de hema hema bi tevahî ji holê rabûn. Di serjimara ewilî ya Îskoçyayê ya di 1881’an de derket holê ku bi tenê 231,594 kes ku ji % 6.2’yê nifûsê pêk danîn bi galîkî diaxivin. 

Di tunebûna galîkî de rola perwerdeyê

Polîtîkaya pêşxistina perwerdeya bi îngilîzî çeka herî karîger a kolonyalîzma îngilîz bû ku ji bo xurtkirina serdestiya siyasî dihat bi kar anîn. Komeleya Îskoçyayê ya Belavkirina Zanîna Xrîstiyaniyê (SSPCK) ku di 1709’an de hat damezrandin, di belavkirina îngilîzî ya li bakurê welêt de roleke mezin pêk aniye. Li hemû ciyên dibistanên vê komeleyê hatine damezrandin galîkî gav bi gav ji nava civakê winda bû.

Komele di destpêka vê sedsalê de bi eşkereyî dixwest li Zozanên reform û ‘şaristaniyê’ bi riya îngilîzî û protestaniyê pêk bine. Di destpêkê de di perwerdeya zarokên galîkî de bi tenê îngilîzî dihat bikaranîn. Paşê, ji ber problemên famkirinê destûr hat dayîn ku mamoste hin peyvên îngilîzî yên Încîlê wergerînin galîkî da ku famkirina zarokan zêde bikin. 

Komek îskoçên koçî Kanadayê dikin li benda keştiyê ne. (1923)

Di nîvê vê sedsalê de keşeyên ku rêzê ji zimanê dayikê re digirtin, gihîştin herêmên bakur. Ew difikirîn ku divê zarok bi zimanê xwe bikaribin metnên olî bixwînin. Di 1767’an de wergera galîkî ya Pirtûka Pîroz hat kirin. Ji vê demê û pê ve wergerên pirtûkên olî di salên bê de dom kirin û tevlî wergerên Pirtûka Pîroz bi hezaran kopiyên wan di nava civaka Zozan û Giravan de hatin belavkirin. Ji demê û şûn ve SSPCK helwesta xwe ya neyênî ya li hember zimanê galîkî nerm kir û di çapkirin û belavkirina berhemên bi galîkî de roleke sereke pêk anî. Tê texmînkirin ku di encama van hewldanên mezin de, di destpêka sedsala 19’emîn de 300,000 kesên li Zozanan dijiyan kêm zêde fêrî xwendinê û nivîsandinê bûbûn. Digel zêdebûna berhemên bi galîkî ku piraniya wan olî bûn û ji 1811’an û pê ve avakirina dibistanan ku lê perwerdeya olî bi zimanê galîkî dihat kirin, hilweşîna galîkî dom kir. Paradoksek wiha li vir heye ku zêdebûna perwerde û weşanên bi galîkî, di nava civakê de zanîna îngîlîzî pêşxist.

Qanûna Perwerdeyê (ya Îskoçyayê) ya 1872’an perwerdeya modern belavî Îskoçyayê kir. Bi vê qanûnê perwerdeya seretayî li her aliyê welêt hat ferzkirin û li gelek ciyan zêdetirî hezar rêvebiriyên dibistanan hatin damezrandin. Lê ji ber cografyaya herêmên li bakurê welêt, li ser erdê kom bi kom belavbûna nifûsê û kêmasiya derfetên aboriyê piraniya dibistan li Deştan hatin avakirin. Di çarçoveya hukmên vê qanûnê de perwerde bi tenê dikaribû bi zimanê îngilîzî bihatana kirin û ev jî kir ku dibistanên bi galîkî perwerdeyê dikin bên girtin. Ev rewş heta sala 1918’an dom kir û di encam de galîkî ji nava civaka li herêmên li bakur zêdetir vekişiya. 

Bi taybetî, di encama belavbûna perwerdeyê ya di nava civaka li bakur, di sedsala 19’emîn de di nava rêvebiriyên dibistanan û dêbavên zarokên dibistanan de helwestên antî-galîk pêş ketin. Tiştekî pir balkêş bû ku helwestên neyênî bi giranî di nava civaka Zozanan serdest bûbû. Di 1829”an de Komeleya Dibistanên Galîkî di raportek xwe de diyar dikir ku perwerdeya galîkî ya zarokan ne xema malbatan e.


Di navbera 1891-2001’an de paşveçûna zimanê galîkî

Galîkî hat naskirin lê êdî dereng bûbû

Di sedsala 19”an de hewldanên ji bo parastina windakirina galîkî dest pê kirin lê êdî dereng bûbû. Dildarên ziman di vê sedsalê de xwestin pergaleke dibistanên galîkî li ser sîstema dilxwaziyê damezrînin. Ji bo pêkanîna perwerdeya bi galîkî, di 1811’an de Komeleya Edinburgê ya Desteka ji bo Dibistanên Galîkî hat damezrandin. Di 1828’an de li herêmên bakur 85 dibistanên bi zimanê galîkî perwerde lê dihat kirin, hatin damezrandin. Lê bi qanûna perwerdeyê ya 1872’an îngilîzî carek din bû zimanê perwerdeyê û hewldanên aktîvîstên ziman bi ser neketin.

Di 1911’an de bi Qanûna Kesên Xwedî Erdên Biçûk, li Îskoçyayê cara pêşiyê zimanê galîkî hat naskirin. Di çarçoveya vê qanûnê de divê herî kêm endamek Dadgeha Erdan a îskoç divê bi galîkî bizanibûya. Ev jî dihat vê wateyê ku di dadgehê de bikaranîna galîkî hatibû serbestkirin. Di qanûna 1993’an a li ser cotkarên biçûk jî heman hukum cî girt. 

Di sedsala 20’emîn de hema hema bi tevahî civaka îskoç bûbû duzimanî û di heman sedsalê de duzimanî ciyê xwe ji îngilîzî re hişt. Serjimara 1991’an nîşan daye ku di deh salan de axaftina bi galîkî qasî % 20 kêmtir bûye. Tunebûna ziman di salên din de jî dom kiriye û di 2001’an de galîkî ji % 11 paş ve çûye.  Ji ber koçberiyê, hebûna galîkî ya li Zozanan û Giravan gelek kêm bûye. Li gorî daneyên serjimara 1991’an ji % 58’ê axêverên galîkî ên li Îskoçyayê li van herêman dijîn. 

Li aliye din, hejmara dibistanên perwerdeya bi galîkî tê kirin gelekî kêm in. Di 1985’an de li 24 dibistanên seretayî perwerdeya bi galîkî dihat kirin. Di 2014’an de vê hejmarê derketibû 61 dibistanan lê ev jî li gorî welatek wekî Îskoçyayê ku nifûsa wê di ser 5 milyonî re ye gelek kêm e. 

Rastiya tahl a di mijara galikî de îro nikare bê veşartin: axêverên galîkî pîr dibin û dimirin û bi wan re galîkî jî dimire. Zimanê galîkî li Îskoçyayê êdî ne wekî di Serdema Navîn de zimanek jîndar e û ne parçeyek xurt a nasnameya îskoç e. Galîkî hebûna xwe ya ji bo nasnameya neteweyî bi riya muzîk, folklor û wêjeyê didomîne.

Çavkanî:

Écosse

The Social, Economic & Political Reasons for the Decline of Gaelic in Scotland, Ewan J. Innes

The Gaelic Language: Past and Present

Euromosaic – Gaelic in Scotland

Wikipedia

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …