Skotland referandûma serxwebûnê daxwaz dike

Skotland meseleya serxwebûnê careke din tîne rojeva Brîtanyayê…Partiya serxwebûnxwaz SNP dibêje, em ê hewl bidin ji bo serxwebûnê referandûmeke din lidar bixin….Lê hukumeta Brîtanî, vê carê jî bahaneyek dît ji bo bibe asteng, îcar korona kir hincet.

Nicola Sturgeon: Eger bi qasî misqalek jî hurmeta te ji demokrasiyê re heye û eger baweriya te bi argumanên te yên li hemberê serxwebûnê heye, destûrê bide bila milet biryarê bide.

Skotland bi bi rûerda xwe ya bi qasî 78.000 qaramêtro ye welatê herî mezin a bi ser Brîtanyayê ve ye. Nifûsa welêt bi qasî 5 mîlyonî ye.

Mijara derbarê referandûmeke nû ya serxwebûnê de, di Konferansa Salane ya Partiya Netewperest a Skotlandê SNPê de hat rojevê.

Serokwezîra Skotlandê Nicola Sturgeon di axaftina xwe ya di konferansa online de diyar kir, ew dixwazin di sala 2023’an de referandûmeka serxwebûnê li dar bixin.

Ligel vê agahiyê, Sturgeon bang li serokwezîrê brîtanî Boris Johnson jî kir û bi van gotinan jê xwest li pêşiya referandûmê nebe asteng:

Eger bi qasî misqalek jî hurmeta te ji demokrasiyê re heye û eger baweriya te bi argumanên te yên li hemberê serxwebûnê heye, destûrê bide bila milet biryarê bide.

Lidarxistina referandûma duyemîn, sozeke siyasî bû ku partiya serxwebûnxwaz SNP’ê beriya hilbijartina giştî dabû gel.

Lê belê hukumeta Brîtanî bi hinceta krîza koronayê naxwaze pêşî li dengdaneke bi vî rengî veke û serokwezîr Johnson dide zanîn, heta sala 2040’î ne pêkane referandûmeke serxwebûnê bê lidarxistin.

Nexşeriya SNP‘ê

Desteka ji bo serxwebûna Skotlandê piştî Brexitê bilind bû. Piraniya skotlandî dixwazin welatê wan di nava Yekitiya Ewrûpayê de bimînin.

Hêjayî gotinê ye, SNP’ê ku niha li Skotlandê li ser kar e, di destpêka vê salê de di derbarê nexşeriya referandûma duyemîn de belgeyek weşandibû.

Di nexşeriyê de bi eşkereyî tê diyarkirin, London destûrê nede jî, ewê Skotland ji ya xwe danekeve û referandûma serxwebûnê lidar bixe.

Cara pêşiyê di 2014’an de li Skotlandê referandûma serxwebûnê hatibû lidarxistin.

Di encama dengdanê de ji sedî 55’ê welatiyan ji serxwebûnê re gotibûn “na” û bi vê encamê eniya serxwebûnxwaz têk çûbû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …