Skotland

 

Profîl

Nifûs: 5,200,000 (2018)

Berfirehbûn: 78,782km2

Paytext: Edinburg

Ziman: Îngilîzî, galîkî (% 96,8 îngilîzî, % 1,3 galîkî, skotî % 1,9)

Destpêka xweseriyê: 1999

Berfirehbûna serdestiya îngilîzî a ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Skotland bi Îngilîstanê re bûye yek. Yekitiya cografîk a Brîtanyayê bi Peymana Yekitiyê ya 1707’an ve, bi yekbûna her du hêzan veguheriye yekitiya siyasî û Mîrîtiya Brîtanyaya Mezin derketiye holê.

Skotland welatekî li bakurê girava Brîtanyayê ye û ji bilî sînorên wê yên bi Îngilîstanê re, ji her sê aliyan ve ji aliyê Okyanûsa Atlantîk ve hatiye dorpêçkirin. Welat, di 1999’an de bi damezrandina parlamentoya herêmî li paytext Edînbûrgê bûye herêmek xweser a Brîtanyayê. JI bilî temsîliyeta herêmî ya bi destê vê parlamentoyê pêk tê, welatiyên Îskoçyayê bi 59 wekîlan di Parlamentoya Brîtanyayê de û bi 6 wekîlan jî li Parlamentoya Ewrûpayê tên temsîlkirin.  

Di Serdema Navîn de Mîrîtiya Skotlandê li ser erdên welat hatiye damezrandin û heta destpeka sedsala 18’emîn hebûna xwe domandiye. Berfirehbûna serdestiya îngilîz ber bi bakur ve bi sedan salan dom kiriye û piştî şerên domdar ên di navbera her du aliyan de Îskoçya bi Îngilîstanê re bûye yek. Yekitiya cografîk a Brîtanyayê bi Peymana Yekitiyê ya 1707’an ve, bi yekbûna her du hêzan veguheriye yekitiya siyasî û Mîrîtiya Brîtanyaya Mezin derketiye holê.


James Douglas (mîrekî skot) Qanûna Yekitiyê di 1707’an de pêşkêşî Qralîçe Anne dike. Ew roj, ji aliyê neteweperestên îskoçî wekî ‘roja şermê’ tê binavkirin. (wêne: 1809)

Digel yekitiya her du dewletan jî parlamentoya Îskoçyayê heta 1801’an hebûna xwe ya xweser dom kiriye. Di vê salê de Parlamentoya Skotland û Parlamentoya Îngilîstanê ji holê hatine rakirin û di dewsa wan de Parlamentoya Brîtanyaya Mezin hatiye damezrandin. Ji dema yekitiya bi Îngilîstanê re heta aniha di warê hiqûqê de, perwerde û olê de û di qadên din de Skotland xwedî saziyên xwe bûye û ev taybetî kiriye ku nasnameyeke xurt a îskoçî her dem bidome.  Bi taybetî hebûna pergaleke hiqûqî û dêreke cuda (presbîteryen) her dem alîkariya parastina nasnameya îskoçî kiriye.

Kurtedîroka xweseriya Skotlandê (1701-1999)

Ji dema girtina parlamentoya Skotlandê û şûn de daxwazên ji bo jinûvedamezrandina wê her berdewam kirine.  Piraniya alîgirên parlamentoyê daxwaza xweseriya welêt a di nava Brîtanyayê de kirine. Ji sedsala 19’emîn û şûn ve welêt desteka ji bo home rule (xwerêvebirinê) her ku çûye zêde bûye. Hikumeta navendî, ji bo bilindkirina asta temsîlkirina Skotlandê li Londonê, bi Qanûna Reforma Îskoçyayê hejmara wekîlên skot zêdetir kiriye û mafên dengdayinê ya ji bo piraniya çînên navîn qebûl kiriye. 

Peymana Yekitiyê ya 1707’an

Berfirehkirina hêzên welêt, cara pêşiyê bi desentralîzasyona rêvebiriyê ya di 1885’an de pêk hat. Di vê salê de Ofîsa Skotlandê ya xwedî hin hêzên îdarî (ne polîtîk) hat damezrandin. Ev rêvebirî rasterast bi Wezîrê Derveyê yê Brîtanyayê ve hatibû girêdan û mijarên masîgirî, cotkarî, perwerde, hiqûq û tenduristiyê ji wê re hatibû hiştin. Di 1892’an de Sekreteriya Skotlandê (Secretary for Scotland) a di nava hikumeta brîtanî de hat damezrandin. Paşê, di 1926’an de asta sekreteriyê hat bilindkirin û navê wê bû Wezîrê Dewletê ya ji bo Îskoçyayê (Secretary of State for Scotland). Di 1913’an de Parlamentoya Brîtanyayê Qanûna Hikumeta Skotlandê ku wekî Qanûna Xwerêvebirina Skotlandê dihat naskirin, qebûl kir. Lê beriya qanûn têkeve meriyetê, Şerê Cîhanê yê Yekemîn dest pê kir û damezrandina herêma xweser a li bakurê Brîtanyayê hat betalkirin. 

Nexşeya Îskoçya û cîranên wê

Di 1970’an de li Deryaya Bakur, di nava sînorên deryayî ya Îskoçyayê de petrol hat kifşkirin û ev li ser propagandaya ji bo otonomiyê bandorek erênî kir. SNP (Partiya Neteweperest a Skotlandê) di hilbijartina giştî ya di 1974’an de bi kampanyaya ‘ev petrola Skotlandê ye’ 11 wekîl bi dest xistin. Bi blindbûna daxwazên otonomiyê yên ji civaka Skotlandê, zextê li ser dewletê kir ku guh bide daxwazên gel. Brîtanya di 1978’’an de Qanûna Skotlandê ya ji bo devolution (transferkirina hêzê) bo Skotlandê amade kir û di heman salê de ev qanûn bi referandûmek herêmî ji welatiyên Skotlandê re hat pêşkirin. Digel ku piraniya kesên beşdarê referandûmê bûn ( 1,230,937 kes) dengê ‘erê’ bi kar anîn, (divê herî kêm ji % 40’ê hemû hilbijêrin li welêt dengê erênî bidana), pêşniyaza bo otonomiyê pêk nehat. Lewma firsenda otonomiya Skotlandê vê carê nehat bikaranîn û welat nêzîkî 20 salan li bende firsendek din ma. 

Damezrandina Parlamentoya Skotlandê

Di 1997’an de referandûma duyemîn a ji bo otonomiyê hat lidarxistin. Di vê referandûmê de pêşniyazek ji ya berê xurtir ji gel re hat pêşkêşkirin û îcar bi rêjeyek bilintir civak ji pêşniyazê re got ‘erê’. Vê carê 1,775,045 kes ji damezrandina parlementoyê re gotibûn erê û ev jî dikir ji % 74’ê yî hilbijêran. Ji % 63’ê hilbijêran jî ji hêza bacberhevkirinê ya parlamentoyê re gotibûn ‘erê.’ Hikumeta Westmînsterê, piştî referandûmê di 1998’an de Qanûna Skotlandê qebûl kir. Di 1999’an de hilbijartinên yekemîn ên ji bo parlamentoya herêmî hatin lidarxistin û di 1999’an de Parlamentoya Skotlandê piştî 300 salan carek din hat damezrandin. 

Di qanûnê de awayê hilbijartina wekîlên parlamentoya herêmî û xebata saziyê hatibûn diyarkirin. Ji bilî van, piraniya mijarên bi parlamentoyê re eleqeder ji parlamentoya herêmî re hat hiştin. Lê qanûn di heman demê de qala hêza Parlamentoya Brîtanyayê ya li ser mijarên bi Skotlandê re eleqeder jî dikir. Taybetiyek din a vê qanûnê jî ev bû ku hêzên ji Parlamentoya Skotlandê re hatine hiştin nayên nivîsandin. Bi tenê hêzên ji hikumeta navendî re hatine hiştin di qanûnê de hatine diyarkirin û ev jî tê vê wateyê ku hemû hêzên mayî ji parlamentoya herêmî re hatine hiştin. 

Paytext Edinburg

Parlamentoya hat damezrandin ji 129 wekîlên ku ji bo çar salan dihatin hilbijartin pêk tê û li paytext Edinburgê cî girtiye. Wekîl, ji 73 herêmên hilbijartinê yên li Skotlandê tên hilbijartin. Di 30 salên xweseriya Skotlandê de gelek mijarên bi welêt re eleqeder ên di destên hikumeta navendî de gav bi gav ji parlamentoyê re hatiye hiştin. Ji mijarên di bin kontrola parlamentoyê de “devolved matters” (mijarên hatine transferkirin) tê gotin û mijarên bi navê  “reserved matters” (mijarên hatine rezervkirin) ji Parlamentoya Brîtanyayê re hatine hiştin. 

Qanûna Skotlandê ya 1998’an di heman demê de bingeha hiqûqî ya hikumeta Skotlandê amade kir. Di çarçoveya qanûnê de, hikumeta herêmî ji Wezîrê Yekemîn û wezîrên din ku ji aliyê wî/wê tê peywirdarkirin, pêk tê. Lord advocate (serdozger) ku serê pergala edaletê ya li welêt e û Solicitor General for Scotland (Dozgerê Giştî yê Îskoçyayê) jî endamên hikumetê tên hesibandin. Piraniya hêzên Ofîsa Skotlandê û departmanên hikumeta Brîtanyayê yên li welêt xebatan dimeşandin îro ketiye destên hikumeta herêmî. Digel ku di belgeyên fermî de navê Rêvebiriyê Skotlandê divê bê bikar anîn jî, ji 2012’an û vir ve rêvebiriya herêmî wekî Hikumeta Skotlandê tê naskirin. 

Berfirehkirina hêzên Skotlandê

Di dema damezrandina parlamento û rêvebiriyê de gelek mijarên bi otonomiyê re eleqeder transferê parlamentoya herêmî hatibû kirin. Lê di warê aboriyê de hêzên di destên rêvebiriyê de hindik bûn û hikumet bi tenê dikaribû ji % 12’yê baca li ser erdên xwe berhev bikira. Lewma rêvebiriya herêmî di warê çavkaniyên fînansê de bi giranî girêdayî hikumeta Westmînsterê bû. Ji ber vê rewşê, rêvebiriyên Skotlandê her dem daxwaza berfirehkirina kontrola li ser çavkaniyên fînansê dikirin. Partiya Neteweperest a Skotlandê (SNP) di hilbijartinên 2007 û 2011’an de bi giranî kampanyaya xwe li ser vê mijarê ava kir û di her du hilbjartinan de serkeftin bi dest xistin. 

Cîvînek giştî ya Parlamentoya Skotlandê

Di encama zexta eniya neteweperest de, hikumeta brîtanî Qanûna Skotlandê ya 2012’an û Qanûna Skotlandê ya 2016’an qebûl kir. Bi van her du qanûnan, di vê mijarê de hêzên berfireh ku giranî bi riya berhevkirina bacê pêk dihat, transferê parlamentoya herêmî hatin kirin.  Beriya van jî, bi pêşnûmaya li ser riyên hesinî ya 2005’an, kontrola li ser riyên hesinî ji destên Wezareta Hatûçûnê ya Brîtanyayê derket û ket destên rêvebiriya Skotlandê. Herwiha, di 2008’an de li ser tranferkirina hemû plansazî û parastina xwezayê ya deryayî ya heta 200 mîlan Westmînster û Edinburg li hev kirin. 

Bi taybetî, bi qanûna 2016’an a piştî referandûma serxwebûnê hat qebûlkirin, gelek hêz tranferê rêvebiriyê hatin kirin. Hin ji wan hêzan ev bûn:  Kontrola qanûnî ya li ser petrol û gaza ji peravên welêt dihat derxistin, kontrola li ser pergala hilbijartina herêmî, kontrola tam a li ser baca hatinê (income tax) ya îskoçî û rêvebirina hebûna Taca Brîtanî û polêsên trafîkê yên li Îskoçyayê. Li gorî vê qanûnê, saziya bacê ya brîtanî HMRC wê li Skotlandê berhevkirina bacê bidomanda lê wê paşê hikumeta brîtanî baca hatiye berhevkirin transferê Skotlandê bikira. Di heman demê de tespîtkirina bacê ji bo rêwiyên balafirgehên Skotlandê diket destên hikumeta herêmî. 

Hêzên Parlamentoya Skotlandê

Petrol û gaza ji peravên Îskoçyayê tên derxistin

Gelek mijarên bi çûnûhatinê re eleqeder

Rêvebiriyên lokal

Tûrîzm

Polîtîkaya xanesaziyê

Edalet

Perwerde û hîndekarî

Çandinî, karê daristanan û masîgirî

Xweza

Xizmetên civakî û tenduristî

Spor û polîtîkaya hunerê

Hêzên di destên hikumeta navendî de

Destûra bingehîn

Berevanî (parastin)

Ewlekariya civakî û alîkariya civakî

Parastina data

Qanûnên koçberiyê

Mafên mezêxeran

Polîtîkaya Derve

Elektrîk, gaz, petrol, komir û enerjiya nukleer

Qanûna îstîhdamê

Bazirganî û endustrî

Weşana radyo-televîzyonê


Posterek ji bo kampanyaya serxwebûna Skotlandê hatiye çêkirin: Hûn ji bo jiyana di nava yek ji neteweyên herî zengîn ê cîhanê de çi dibêjin?

Mijara serxwebûna Skotlandê

Di hilbijartina 2011’an de SNP bi 69 wekîlan di  Parlamentoya Skotlandê de piraniyê bi dest xist. Bihêzbûna partiyê firsendê da wê ku ji bo referandûma serxwebûnê bang li hikumeta navendî bike. Hevdîtinên di navbera berpirsê hikumeta îskoçî Alex Salmond û Serokwezîrê hikumeta brîtanî David Cameron bi mehan ajotin û bi biryara referandûmê bi dawî bû. Bi Peymana Edinburgê (2012), hikumeta brîtanî  hêza lidarxistina referandûmê ya ji aliyê rêvebiriya herêmî ve nas kir. Hikumeta îskoçî piştî vê peymanê, di 2013’an de Qanûna Referandûmê qebûl kir û bi vî awayî bingeha hiqûqî ya lidarxistina referandumê hat avakirin.  

Referandûma serxwebûna Skotlandê di 18’yê Rezbera 2014’an de hat lidarxistin. Dengên alîgirên SNP’ê têra serxwebûnê nekirin û serxwebûn bi % 55.3’yên dengan hat redkirin. Lê ji % 44’ê welatiyên beşdarê referandûmê bûbûn, ji serxwebûnê re gotibûn ‘erê’ û xurtbûna eniya serxwebûnê bala cîhanê kişandibû ser xwe. JI bilî bilindbûna prestîja eniya serxwebûnxwaz, yek ji encamên vê referandûmê berfirehkirina hêzên rêvebiriya xweser bû. Di kampanyaya xwe ya referandûmê de, her sê partiyên mezin ên Brîtanyayê soza berfirehkirina hêzên di destên rêvebiriya Skotlandê de dabûn. Piştî referandûmê, komîsyonek nav-partiyan (Komîsyona Smith) a ji bo diyarkirina hêzên nû yên hikumeta herêmî hat damezrandin û li ser pêşniyaza vê komîsyonê, Qanûna Skotlandê ya 2016’an ku hêzên berfireh dida rêvebiriya herêmî, hat qebûlkirin. 

Tabelayek duzimanî ya bi galîkî û îngilîzî

Hilweşîna zimanê galîkî

Zimanê galîkî (galîkîya Skotlandê) cara pêşiyê di sedsala 10’an de li ser erdên welêt hatiye axaftin. Di Serdema Navîn de galîkî bûye zimanê mîrîtiya Albayê (Skotland) û ziman vê hêza xwe heta sedsala 18’emîn domandiye. Piştî yekitiya Skotland-Îngilîstanê îngilîzî bi gavên mezin di nava saziyên fermî û elîtan de belav bûye. Gelek rêvebir û kesên ji malbatên giregir di vê demê de bi dilxweşî îngilîzî hembêz kirine û ji bo têkiliyên bi Îngilîstanê re wê kêrhatî dîtine. Paşê, bi lez îngilîzî di nava bajar û navendên din ên li deştê de belav bûye û galîkî bi tenê di nava civaka li zozanan li ser piya maye. 

Di sedsala 18’emîn de bi pêkhatina Şoreşa Endustriyê û vejîna çandî û hunerî, bi gavên mezin bajar pêş ketine. Di encama guherînên aborî û civakî de pergala klan a zozanên Skotland ji hole rabûye. Di dawiya vê sedsalê de zozaniyên li bakurê welêt ji bo kar mecbur mane dem bi dem dakevin bajarên li deştê hatine damezrandin. Di heman demê de, ji ber xizaniyê, ji zozanan û ji deştan ber bi Amerîkayê koç jî dest pê kiriye. Bi vî awayî, piştî 200 salên belavbûnê de îngilîzî di sedsala 20’emîn de li van herêman jî serdest bûye. 

Li Skotland aniha hebûna galîkî di folklor, edebiyat û mûzîkê de didome û ziman wekî parçeyek nasnameya welêt tê hesibandin. Lê bi hêsanî dikare bê gotin ku li welatekî ji % 99 zimanê îngilîzî tê axaftin galîkî parçeyek sembolîk ê vê nasnameyê ye. Li gorî daneyên 2011’an, li seranserê Skotlandê bi tenê 57 hezar kes bi galîkî diaxivin ku ev jî bi tenê dike ji % 1.1’ê nifûsê. 

Çavkanî:

Skottish Devolution

Devolution settlement: Scotland

How autonomous is Skotland today? – The economic and fiscal perspective

Scottish Government

The Gaelic language: Past and present 

Wikipedia

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …