Belçîka, 61 sal piştî kuştina wî, bermahiyên lîderê şoreşger ê Kongoyê Patrice Lumumba, ewê li malbata wî vegerîne. Piştî kuştina wî, cendekê Lumumba di nava asîtê de hatibû helandin û bi tenê dranekî wî yê zêr hatibû veşartin. Bi boneya vegerandina dranê Lumumba, li Qesra Qraliyeta Belçîkayê merasîmek hate …
Bêtir »Par 3 hezar penaber di deryayê de xeniqîn
Koçber herî zêde di rotayên deryayî yên di navbera Lîbya û Îtalyayê de jiyana xwe ji dest didin. Duyemîn rotaya herî xetere rotaya di navbera Afrîka û Giravên Kanaryayê de ye. Neteweyên Yekbûyî bi raporekê, hejmara kesên 2021`ê li ser riyên deryayî yên ber bi Ewrûpayê de jiyana xwe ji …
Bêtir »Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû
Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike: Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya …
Bêtir »Krîza Sahelê berfireh dibe
Eger pêşi li belavbûna rêxistinên olperest a ber bi başûr ve neyê girtin, wê Afrîka bi karesateke nû re rû bi rû bimîne û di sala 2022’an de welatên li peravên Kendava Gîneyê bibin navenda nû ya bêîstikrariyê. Welatên Sahelê ku bi dehan salane serbixwe ne dikin nakin nikarin bibin …
Bêtir »Kolonyalîzma nû, kolonyalbûn û netew-dewlet
Yasin Sunca* Kolonyalîte, kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê …
Bêtir »Komara serbixwe ya demkurt: Bîafra
Di encama wê dorpêça xedar a Nîjeryayê de, li Bîafrayê di nava 3 salan de nêzîkî 3 milyon îgbo jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan kes jî dan ser riyên penaberiyê yên ber bi derveyî welêt.Di ser vê dîroka reş re 50 sal derbas bûn. Lê hîn jî birînên …
Bêtir »Amazîx: Xwediyê esil ên bakurê Afrîkayê
Wan 10 hezar sal, li ser erdên xwe li gorî qanûn û edetên xwe jiyana xwe berdewam kir. Hêzên derve, herdem êrişên dagirkeriyû û talanê birin ser wan û aşên asîmîlasyonê li welatê wan damezrandin. Di van demên dijwar de, çol û çiya hatin hawara wan û ji van …
Bêtir »Bûrûndî ji ber kolonyalîzma ewrûpî doza tazmînatê dike
Dewletên ewrûpî çi bikin bila bikin, nikarin dîroka xwe ya kolonyalîzmê bidin jibîrkirinDi 150 salên Kolonyalîzma ewrûpî de Afrîka ji bo çavkaniyên wê hat talankirin.Bi deh-milyonan afrîkiyên belengaz hatin kuştin..Niha hin dewletên afrîkî ji ber van sûcan doza tazmînatê li hin welatên Awrûpî dikin.. Hukumeta Bûrûndî ji bo zirara di …
Bêtir »Berdêla xwîna hereroyan li Almanyayê erzan e
Kolonyalîzma Ewrûpî berpirsê kuştina bi dehan milyon xweciyên li gelek aliyên cîhanê ye..Lê belê têkildarî van sûcên giran ên li dijî mirovahiyê ne lêborîneke maqûl hatiye xwestin û ne jî tazmînatek hatiye dayîn ..Almanyaya ku li Namîbyayê ji 80 hezarî zêdetir kes kuştin, di berdêla van sûcên xwe de 10 …
Bêtir »Li Bijagosê serdestiya mêr didome
Gîne Bîssaû welatekî li rojavayê Afrîkayê ye. Komegiravên Bîjagos jî ku ji 88 giravên pêk tên, bi ser vî welatî ve ye. Bîjagos, ji ber cihêrengiya xwe ya xwezayî, di 1996’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateyeke xwezayî hatiye qebûlkirin. Wekî li herêmên din ên Gîne Bîssaûyê, li civaka …
Bêtir »Kamerûn ji bo parastina zimanên otokton projeyek amade kir
Kamerûn welatekî li navenda Afrîkayê ye ku bi cihêrengiya xwe ya ziman bale dikişîne. Li vî welatê ku nifûsa wê 25 milyon e, 260 ziman tên axaftin. Bê tenê 40 ji van zimanan li dibistanan tên fêrkirin. Lê ji ber mîrateya dema kolonyal, fransî û îngilîzî zimanên fermî yên welêt …
Bêtir »Birînên jenosîda gelên Namîbyayê hîn vekirîne
Parzemîna herî zêde rastî mêtingeriya (kolonyalîzm) Ewrûpayê hatiye Afrîka’ye. Dewletên mêtinger ên ewrûpî ne tenê dest danîne ser hemû çavkaniyên aboriyê yê parzemîna reşik lê li dijî hin komên etnîk jenosîdê mezin jî pêk anîne. Du ji van koman herero û nama ne û digel kêmbûna hejmara xwe hîn li …
Bêtir »Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin
Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …
Bêtir »Li Bîafrayê alîgirên serxwebûnxwaz hatin kuştin
Li Bîafrayê 10 xwepêşandan di protestoyên li dijî Nîjeryayê de hatin kuştin. Tê ragihandin ku aktîvîstên li herêmê plan dikin ku hikumeteke paralel ava bikin. Di xwepêşandanên li bajarê Abayê ya li herêma Bîafraya Nîjeryayê ku bi armanca protestokirina darizandina aktîvîstê doza Bîafrayê Nnamdi Kanu hat lidarxistin, 10 kes hatin …
Bêtir »Amazîgî li Cezayirê bû zimanê fermî
Cezayir di çarçoveya reforma destûra bingehîn de zimanê amazîgî (tamazîgî) wekî “zimanê fermî” naskir. Lê parazvanên ziman vê gavê têr nabînin û dixwazin statuya erebî û amazîgî wekî hev be. Zimanê amazîgî piştî têkoşîneke dûvedirêj a gelê Kabîliyayê, di 2002’an de wekî “zimanê neteweyî” hatibû qebûlkirin. Vê carê jî …
Bêtir »Bîafrayî ji girtina Kanu aciz in
Welatiyên li Biafraya girêdayê Nîjeryayê her ku diçe bêtir destekê didin serxwebûnê. Herêm di 1967’an de hewl dabû bibe serbixwe û li dijî hêzên dagirker 30 meh di berxwe dabû. Piştî êrîşeke xedar a artêşa Nîjeryayê serhildana Bîafrayê hatibû têkbirin. Lîderê welatiyên Bîafrayê yên serxwebûnxwaz Kanu niha di …
Bêtir »Li Etîyopyayê hêzên herêmî bûn yek
Komên etnîk ên Etîyopyayê ku ji aliyê sîstemê ve zext li ser wan tên kirin hevpeymanekê siyasî damezrandin. Pênc rêxistinên polîtîk ên ji Etîyopyaye beşdarê vê hevpeymanê bûn. Di civîna 22-23’ê Cotmehê ya li paytexta Norwêc Osloyê de nûnerên rêxistinên polîtîk ên komên etnîk li ser damezrandina hevpeymanekê li hev …
Bêtir »Burkina Faso: Xeyaletê ‘Che Guevarayê Afrikayê’
Di saetên ewilî yên şeva 1987’an de, yek ji lîderê herî ciwan ê Afrîkayê Thomas Sankara hat qetilkirin û bi awayekî bêdeng û bilez di goreke ne kûr de hat veşartin. Niha parlamentoya zilamê ku ji aliyê gelek kesan ve tê bawerkirin ku li paş vê bûyerê ye ango …
Bêtir »Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne
Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de …
Bêtir »Cotkarên jin ên Zîmbabweyê zêde dibin
Piştî reforma axê ya 2000’î ya Zîmbabweyê ji aliyê jimara jinên cotkar ên li ser axa xwe dixebitin ya di nava welatên Afrîkayê de, rêza welat bilind kir. Jin piraniya keda çandiniyê ya başûrê Sahrayê pêk tînin û li gorî Rêxistina Xurekan û Çandiniyê yê Neteweyên Yekbûyî (FAO) …
Bêtir »Bihêlin bila Somalîland ji bo qedera xwe biryarê bide
Li herêma guherînbar a rojhilatê Afrîkayê bûyera serfiraziyê ya herî girîng û kêm li ser hatiye sekinandin a bîst salên dawiyê pêkhatina Somalîlandê ye. Somalîland ku li bakurê Somaliyê cî digire, cara pêşiyê di 1991’an de, piştî hilweşîna hikumeta leşkerî ya Sîad Barre serxwebûna xwe îlan kir. Paşê, …
Bêtir »