herêma bîjagos a bi ser Gîne-bîssaû ve

Li Bijagosê serdestiya mêr didome

Gîne Bîssaû welatekî li rojavayê Afrîkayê ye.

Komegiravên Bîjagos jî ku ji 88 giravên pêk tên, bi ser vî welatî ve ye.

Bîjagos, ji ber cihêrengiya xwe ya xwezayî, di 1996’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateyeke xwezayî hatiye qebûlkirin.

Wekî li herêmên din ên Gîne Bîssaûyê, li civaka Bîjagosê jî mêr serdest in.

Gîne-Bîsaû û komegiravên Bîjagosê

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî Gîne Bîssaû di nava 10 welatên herî xizan ên cîhanê de ye.

Ev yek jî faktoreke sereke ye ku newekhevîtiya zayendî kûrtir dike.

Rêjeya perwerdeyê di nava jinên Bîjagosê de gelek kêm e.

Li herêmê bi tenê ji sedî 50’yê zarokên keç perwerde dibin.

Ev rêje di nava zarokên kur de ji sedî 74’e.

Jinên li van giravan ji sedî 80’yê dema xwe, bi karên malê re derbas dikin.

Komeke jinên li Bîjagosê

Ev jî dike ku jin ji berpirsiyên din ên civakî dûr bimînin.

Û wekî li gelek aliyên din rojavayê Afrîkayê, li Bîjagosê jî jin rastî şîdeta zayendî tên.

Li vir baweriya bi saziyên fermî kêm e û kêm kes ji ber şîdetê, serî li saziyên dewletê didin.

Lewma gelek carî sûcdar nayên cezakirin û di encama vê de jî bûyerên şîdetê bêyî ku kêm bibin didomin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …