Somalîland: Referandûma serxwebûna kurdan hêviyê bi xwe re tîne

 

 

Di çend hefteyên dawî yên derbasbûyî de eşkere bû ku serxwebûna Kurdistana Iraqê bi gurahî di derdorên civaka navneteweyî de tê nîqaşkirin. Vê yekê piştî ku mîlîtanên DAIŞ’ê li Iraqê gelek bajarên stratejîk dagir kirin û artêşa Iraqê nikaribû welatiyên iraqî ji milîtanan biparastana û di dawiyê de têk çû, derket holê.  Û piştî vê, serokê herêma xweser a Kurdistanê ya Iraqê Mesût Barzanî bi awayekî fermî îlan kir ku wê di mehên bê de ji bo serxwebûnê referandûm bê lidarxistin.

Kurdistana Iraqê û Somalîland gelek faktorên girîng parve dikin û teza vê nivîsê ev e ku li ser vê meseleyê bisekine.

Yekemîn, Kurdistana Iraqêparçeyeke etnîsîteya Kurdistanê ya mezin a belavbûyî ye ku di navbera çar welatan de hatiye parvekirin: Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq. Em tew qala sefera jenosîdê ya Sadam Huseyîn a di 1980’yan de ya li dijî kurdistaniyên Iraqê nakin. Gelê Somalîlandê jî bi heman çewsandinan re di 31 salên di bin rêvebiriya îtalyanan de ma. Digel vê jî rastiyeke polîtîk a jiyanê ye ku Kurdistana Iraqê wekî ku Somalîland di 26’ê Hezîrana 1960’an de bûye netewe-dewleteke serbixwe, ti carî nebûye netewe-dewletekê.

Duyemîn, Kurdistana Iraqê ji hilbijartina xwe ya yekemîn a di 1992’an de û vir ve bûye demokratîk û aştîxwaz. Digel ku demokrasiya Kurdistana Iraqê ne wekî ya demokrasiya li Somalîlandê ye, qet nebe demokrasiyeke pêş dikeve ye ku tê de hebûna çend partiyên siyasî heye. Digel ku Somalîland hîn ji aliyê ti dewletekê ve nehatiye naskirin, di nava dewletên li hev nakin yên li Qiloçê Afrîkayê* de xwedî tecrûbeya aştiyeke jiyanbar e û ji dema 1993’an û vir ve demokratîk e. Dema em li tecrûbeya wan a hevpar a demokrasiyê binêrin, mirov dikare bêje ku sebeba ku ji bo qebûlkirina demokrasiyê wan motîve kiriye dikare bi têkoşîna wan a hişk û dirêj bê şîrovekirin.

Sêyemîn, hem iraq û hem jî Komara Somaliyê ya kevn wekî dayikên dewletên têkçûyî tên naskirin. Têkçûna dewleta wan bi jihevbelavbûna strûktûrên dewletê ku hikumetên wan nikarin ji aliyê nifûs û erdên xwe ve wezîfeyên bingehîn ên hikumetê pêk bînin, derdikeve holê. Ew di nava anarşî û terorîzma mayinde û midaxaleyên têkçûyî yên welatên derve de mane. Hem Iraq hem Somalî ne xwedî serdestiya ampîrîk in lê piranî xwedî serdestiya hiqûqî ne. Tew em li vir qal nakin ku faktora neteweperestiyê di nava artêşa wan ên neteweyî de winda ye û vê yekê bi awayekî eşkere ji aliyê erîşa dawî yê DAÎŞ’ê ya li dijî gelek bajarên Iraqê ku di encam de yekîneyên neteweyî di cî de têk çûn, tê dîtin. Wekî vê, kengî ku bi hev re şer kirin, yekîneyên neteweyî yên qaşo yên Somaliyê ji aliyê nîhîlîstên El-Şebab ve bi awayekî eşkere hatin têkbirin.

Somaliland

Di warê pêşketinên dawî yên serxwebûna Kurdistana Iraqê de gelek akademîsyen û rojnameger dibêjin ku ji bo serxwebûna Kurdistana Iraqê demeke bi şens derketiye holê. Jonathan Foreman ku nûçegîhanê kevn ê New York Postê yê Iraqê ye, bi kurtahî dibêje ku “Dem hatiye ku Amerîka û welatên Rojava serxwebûna kurdan destek bikin û di heman demê de bi vê gavê re li Kurdistana Iraqê navendên leşkerî yên Amerîkayê ku wê ew bike navenda leşkerî ya Amerîkayê ya li herêmê, damezrînin.” Wekî vê, Profesor William Watersê ji Dibistana Hiqûqê ya Maurer ya ji Zanîngeha Indian got ku “Kerry ji Kurdan daxwaz kir ku bibin xwedî zanebûna nûnerên dewletê. Zanebûna nûnertiya dewletê taybetiyeke ku em bi dewletan re têkildar dikin. Kurd demeke dirêje dewletekê dixwazin; dibe ku niha dema wê ye. Ji bo vê yekê pek were, bi ya me zanebûna nûnertiya dewletê pêwîst e.”

Ji bilî vê, îsraîlî jî di heman demê de serxwebûna Kurdistana Iraqê destek dikin û vê yekê piştî ku yekemîn tankera petrola xam ku li Kurdistana Iraqê hilberîna wê hatibû kirin gihîşt bendera Aşkelonê ya Derya Spî ya li Îsraîlê, pêk hat. Serokwezîr Netanyahu ji raya giştî re eşkere kir ku ew serxwebûna Kurdistanê destek dike.

Di dawiyê de, dema mirov li rewşa ewlekarî û siyasî ya heyî ya Iraqê û herwiha li îstikrar, aştî û rêvebirina demokratîk a ku li Kurdistana Iraqê serdest in binêre, hin daneyên ku Kurdistana Iraqê bi awayekî muhtemel dikare bibe dewleteke serbixwe, hene. Divê mirov bêje ku serxwebûna Kurdistanê ji bo dewletên ku dixwazin bibin serbixwe wê rêgezên lîstikê biguherîne. Vê yekê wê bi awayekî taybet wê daxwazên ji bo dewleteke hiqûqî ya Somalîlandê xurtir bike. Eger Kurdistana Iraqê wekî dewleteke serbixwe bê naskirin, wê ji bo civaka navneteweyî gelek dijwar be ku naskirina tam a navneteweyî ya Somalîlandê asteng bike.

* Qiloçê Afrîkayê: Herêmeke li rojhilatê Afrîkayê, nêzîkî nîvgirava Erebîstanê ye ku ji welatên Etiyopya, Erître, Somalî û Çîbûtî pêk tê.

—————

Vê gotarê ji aliyê Mohammed Abdulahî Duale ve hatiye nivîsandin û di 25.07.2014’an de di malpera www.kurdistantribune.com de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …