Berdêla xwîna hereroyan li Almanyayê erzan e

Kolonyalîzma Ewrûpî berpirsê kuştina bi dehan milyon xweciyên li gelek aliyên cîhanê ye..

Lê belê têkildarî van sûcên giran ên li dijî mirovahiyê ne lêborîneke maqûl hatiye xwestin û ne jî tazmînatek hatiye dayîn ..

Almanyaya ku li Namîbyayê ji 80 hezarî zêdetir kes kuştin, di berdêla van sûcên xwe de 10 milyon euro pêşniyazê vî welatî kir.

Hukumeta Namîbî ev pêşniyaz red kir û ligel tazmînatê careke din jê xwest ku lêborînê bixwaze.

Almanya ku berpirsa jenosîda Namîbyayê ye, dixwaze bi riya dayina pereyekî sembolîk, ser vê mijarê bigire.

Hukumeta Alman ji sûcên dema kolonyalîzmê hîç şerm nekir û rabû di berdêla van sûcan de 10 milyon euroyê pêşniyazê Namîbyayê kir.

Komeke hereroyên êsîr hatine girtin

Di dewsa lêborînê de 10 milyon euro

Serokê Namîbyayê Hage Geingop di cî de ev pêşniyaz red kir û ê got, rêvebiriya alman nikare bi vî şeklî vê mijarê ji rojevê derxe.

Ji sala 2015’an û vir ve, her du welat, bi taybetî li ser lêborîna Almanyayê ya di derbarê qirkirinê de hevdîtin dikirin.

Lêbelê Almanya heta niha ji bo qirkirinê lêborîneke fermî nexwestiye.

Serokê Namîbyayê Hage Geinkop

Tirsa hukumeta Alman ev e ku eger gaveke bi vî rengî bavêje, wê li welatên din jî maxdurên mîlîtarîzma alman, li rêvebiriya Berlînê hem doza lêborîn xwestinê bikin hem jî tezmînatê bixwazin.

Gelê herero çawa hate qetilkirin?

1904’an de gelên Namîbyayê li hember kolonyalîzma alman serî rakiribûn lê di demeke kurt de ji aliyê artêşa alman ve hatibûn têkbirin.

Bi dûv vê têkçûnê re, generalê alman Lothar Von Trota ji bo tolhildanê biryara jenosîda gelê herero da.

Di encama seferên artêşê de, zêdetirî 80 hezar xweciyên bêguneh ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn, bi awayekî hovane hatin qetilkirin.

Afîşeke wê demê ya ji bo pesindayina jenosîda artêşa alman hatiye çêkirin

Di encama qirkirinê de nifûsa gelê herero hat ber qedandinê.

Beriya qirkirinê xelkên Herero ji % 40’ê nifûsa Namîbyayê pêk danîn. 

Piştî qirkirinê, ev hejmar daket ji % 7’ê nifûsa welêt.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …