Li Etîyopyayê hêzên herêmî bûn yek

 

 

 

Komên etnîk ên Etîyopyayê ku ji aliyê sîstemê ve zext li ser wan tên kirin hevpeymanekê siyasî damezrandin.  Pênc rêxistinên polîtîk ên ji Etîyopyaye beşdarê vê hevpeymanê bûn.

Di civîna 22-23’ê Cotmehê ya li paytexta Norwêc Osloyê de nûnerên rêxistinên polîtîk ên komên etnîk li ser damezrandina hevpeymanekê li hev kirin. Nûnerên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Ogaden, Eniya Rizgariya Oromo, Tevgera Rizgariyê ya Gelê Benişangul, Tevgera Rizgariyê ya Gelê Gambella û Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sidamao biryar dan ku Hevpeymaniya Gelan a ji bo Azadî û Demokrasiyê damezrînîn.

Nûnerên rêxistinan dan xuyakirin ku hikumetên Etîyopyayê ên li dûv hev tên zextan li ser gelên wan dimeşîne û lewma ew dixwazin li ser rizaya gelan pergaleke polîtîk a li welat bê damezrandin. Rêxistina nû dixwaze bi riya dîplomasî û kampanyayên hişyarkirinê li welat aştî pêk were û hikumeta navendî hin hêzên di destên xwe de transferê komên etnîk bike.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo damezrandina hevpeymanê de bang li gelên Etîyopyayê hat kirin ku bi armanca sekinandina kiryarên li dijî mafên mirov beşdarê vê hevpeymanê bibe. Herwiha, bang civaka herêmî û ya navneteweyî hat kirin ku di dewsa destekdayina hikumeta ne meşrû ya Etîyopyayê de destekê bide hêzên yekgirtî yên hevpeymanê.

Di riya yekitiya polîtîk a gelên Etîyopyayê yên di bin zexta dewletê de, bi pêşengiya Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin (UNPO) di Nîsana 2015’an de li Parlamentoya Ewropayê konferansekê hatibû lidarxistin. Konferans diyar kiribû ku tekane riya têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirov a li Etîyopyayê dikare bi damezrandina yekitiya mixalefetê pêk were.

Etîyopya ji aliyê aborî ve girêdayî desteka derve ye. Tê texmînkirin ku ji % 50’yê butçeya welat bi alîkarî û deynên ji derveyê welat tê amadekirin û lewma bi riya bikaranîna vê rastiyê ya li dijî hikumetê, gavên ber bi aştî û aramiya welat dikare bê avêtin.

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îspanya efûya katalanan qebûl kir

Parlamentoya Îspanyayê pêşnûmaya efûya serxwebûnxwazên katalan qebûl kir. Piştî parlamentoyê wê pêşnûma biçe Senatoya Îspanyayê. …