Dewletên ewrûpî çi bikin bila bikin, nikarin dîroka xwe ya kolonyalîzmê bidin jibîrkirin
Di 150 salên Kolonyalîzma ewrûpî de Afrîka ji bo çavkaniyên wê hat talankirin.
Bi deh-milyonan afrîkiyên belengaz hatin kuştin..
Niha hin dewletên afrîkî ji ber van sûcan doza tazmînatê li hin welatên Awrûpî dikin..
Hukumeta Bûrûndî ji bo zirara di dema kolonyalîzmê de gihîştiye welêt, wê ji Almanya û Belçîkayê 36 milyar Euro tazmînatê bixwaze.
Ji bo tespîtkirina zirarên dema dagirkirina hêzên ewrûpî, senatoya Bûrûndiyê komîsyoneke taybet damezrandiye.

Û ev komîsyon gihîşt wê encamê ku divê hukumet ji Almanya û Belçîkayê 36 milyar Euro tazmînatê bixwaze.
Herwiha, tê radigandin, hukumeta Bûrûndiyê ji her du welatan daxwaz bike ku berhemên dîrokî yên di dema kolonyalîzmê de dizîne, lê vegerînin.
Kurtedîroka kolonyalîzma li Bûrûndiyê
Bûrûndî cara pêşî di 1890’an de ji aliyê kolonyalîstên alman ve hatibû dagirkirin û paşê bi ser koloniya Tanganîka ve hatibû kirin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, welat ket destê Belçîkayê û tevlî Kongo û Rûandayê, ji aliyê qralê li Brukselê ve hat birêvebirin.
Di dema rêvebiriyên kolonyal de, gelên Bûrûndiyê li hev hatin sorkirin da ku yekitiya milet a ji bo rizgariya welêt pêk neyê.

Kolonyalîstên ewrûpî li Afrîkayê herdem davêtin ser gundan
Ev mîrateya kolonyal, heta roja îro jî dom kir û di encama vê de eşîrên Hûtû û Tûtsî bi sedhezaran kes ji hev kuştin.
Bûrûndiyê tevlî herdu welatên cîran di sala 1960’an de serxwebûna xwe bi dest xist.
Û Belçîkayê ji ber sûcên rêvebiriya kolonyal, di 2009’an de bi fermî ji Bûrûndiyê lêborîn xwest.

Jenosîda li Namîbyayê
Hêjayî gotinê ye, Almanya ji ber qirkirina gelê Herero ya di dema kolonyal de, çend roj berê 10 milyon Euro pêşniyazê hukumeta Namîbyayê kiribû.
Lêbelê ev pêşniyaz hatibû redkirin û serokê Nabîmyayê Hage Geingop li gel dayina tazmînateke zêdetir, ji Almanyayê daxwaza lêborîna fermî kiribû.