Par 3 hezar penaber di deryayê de xeniqîn

Koçber herî zêde di rotayên deryayî yên di navbera Lîbya û Îtalyayê de jiyana xwe ji dest didin.

Duyemîn rotaya herî xetere rotaya di navbera Afrîka û Giravên Kanaryayê de ye.

Neteweyên Yekbûyî bi raporekê, hejmara kesên 2021`ê li ser riyên deryayî yên ber bi Ewrûpayê de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir.

Shabia Mantoo. Berdevka UNHCRê

Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNCHR) Neteweyên Yekbûyî par 1.924 kes li Derya Spî jiyana xwe ji dest dane.

Rapor diyar dike, piraniya  penaber herî zêde di rotayên di navbera Lîbya û Îtalyayê de jiyana xwe ji dest dane.

Duyemîn rotaya herî xetere ya penaberan, riya deryayî ya di navbera Afrîka û Giravên Kanaryayê de bûye.

Neteweyên Yekbûyî radigihîne, di vê riya dirêj a deryayî de par 1.153 penaber jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê naveroka raporê de Berdevka Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî Shabia Mantoo li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Mantoo got, ji serê sala 2022’an û heta niha 478 kesan di rotayên Derya Spî û Kanaryayê de jiyana xwe ji dest dane.

Berdevka rêxistinê got, “Rêwitiya ji Senegal û Morîtanyayê ber bi Giravên Kanaryayê de carinan 10 rojan didome û gelek botên penaberan ji ber pêlên deryayê noqav dibin.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

733 milyon mirov di asta birçîbûnê de dijîn

733 mîlyon mirov anki ji % 9.1 û nifûsa cîhanê di asta birçîbûnê de dijîn. …