Amazîx: Xwediyê esil ên bakurê Afrîkayê

 

Wan 10 hezar sal, li ser erdên xwe li gorî qanûn û edetên xwe jiyana xwe berdewam kir.

Hêzên derve, herdem êrişên dagirkeriyû û talanê birin ser wan û aşên asîmîlasyonê li welatê wan damezrandin.

Di van demên dijwar de, çol û çiya hatin hawara wan û ji van re bûn stargeh. 

Vî gelê muhteşem ê bakurê Afrîkayê, di şerê ji bo hebûnê de bi ser ket û têkoşîna azadiyê ya bi hezaran salan gîhand roja îro.

Gelek împarator, qral û siltan di van çol, berî û çiyayên li bakurê Afrîkayê derbas bûn.

Rêvebiriya wan a bi debdebe û bihêz roj hat bidawî bû lê miletê ku xwediyê vî erdî bû, her li ciyê xwe ma.


Artêşa Kartacayê gelek caran erdên amazîx dagir kirin

Ev miletê ku herdem di nava şer û cengê de bûye, Amazîx e.

Wateya peyva amazîx “mirovê azad e” û di hundirê xwe de heqîqetekê dihewîne.

Amazîx zêdetirî 10 hezar salan li ser vê erda ji çiyayên bilind û çolên mezin pêk tê, bi serbestî jiyane.

Lê ji ber polîtîkayên dewletên dagirker, yekitiya cografîk ya vî gelî ji holê rabûye.

Parçebûna erd, parçebûna ziman jî bi xwe re aniye û ji zaravayên zimanê Tamazix, zimanekî yekgirtî pêk nehatiye.


Di sedsala 12. de kolonîzasyona bakurê Afrîkayê ya bi destê misilmanan gihîşt encama xwe

Lewma jî niha li erdên fireh ên li bakurê Afrîkayê 30 milyon mirov tam bi 25 zaravayên zimanê Tamazîx dipeyivin.

Coxrafyaya gelê Amazîx lê dijî, hemû welatên bakurê Afrîkayê û hin welatên cîran digire nava xwe û heta Okyanûsa Atlantîkê dirêj dibe.

Ji nav van welatan, Amazîx herî zêde li Cezayîr, Marok û Lîbyayê dijîn.

Tûnûs, Malî, Morîtanya, Nîjer û Misir ji aliyê nifûsa Amazîxan ve li dûv van her 3 welatan tên.

Lê digel parçebûna siyasî û zimanî, semboleke neteweyî ji aliyê hemû endamên vî gelî ve tê qebûlkirin.

Ala amazîx

Ev jî ala Amazîx e ku ji rengê şîn, zer û kesk pêk tê.

Rengê şîn avê temsîl dike û sembola Derya Spî û Okyanûsa Atlantîk e.

Zer, sembola Çola Sahrayê ye û kesk jî erdên herî bi ber û çiyayên kesk temsîl dike.

Di dîroka kevnar de gelê Amazîx herî zêde li hember êrişkariya Kartaca şerê parastinê meşandine.

Lewma wan bi mexseda hilweşandina vê dewletê, bi Împaratoriya Romayê re hevkariyê kirine.

Dîmenên du jinên amazîx

Mixabin piştî dema vê azadiya bi sedan salan ajoti ye, ereb çav berdane bakurê Afrîkayê û ev jî bû sebeba dîrokeke nû ya êş û azarê.

Digel hêza wê ya mezin jî, dagirkirina erdên Amazîxan bi sedan salan ajot û incax di sedsala 12’emîn de proseya kolonîzasyonê bi dawî bû.

Mêrxasiya Amazîxan a di meydana şer de, bala Ereban jî kişand û lewma, ji bo dagirkirina bakurên Afrîka û Îspanyayê wan bi Amazîxan re hevkarî kirin.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, artêşa ku li ser navê îslamê Îspanyayê fetih kiriye bi giranî ji şervanên Amazîx pêk tê.

Lejyonên Fransayê yên erdên amazîxan dagir kirin

Dîsa dîrok nîşan dide, fermandarê navdar ê vê artêşa wêrek Tarik Îbn Zîyad bi xwe jî Amazîx e.  

Lê gelê Amazîx ji ber vê enternasyonalîzma xwe ya di bin banê îslamê de, tiştekî kêrhatî bi dest nexistin.

Berevajiya wê, li gelek herêman ziman û çanda xwe jibîrkirin û di nava civaka Ereb de nasnameya xwe ya etnîk winda kirin.

Komara Rîfê ku di 1912’an de ji aliyê amazîxan ve hat avakirin

Di sedsala 19’emîn de îcar kolonyalîstên Ewrûpî pêl bi pêl bi ser Afrîkayê de hatin û erdên Amazîxan di nava hev de parve kirin.

Fransewî û Îspanyol bûn xwediyê piraniya welatê Amazîxan û li ser vê axê tevneke talan û zilmê avakirin.

Amazîxên azadîxwaz li hember vê bêbersiv neman û di 1871’an de, ji bo 250 eşîrên li herêma Kabîlyayê li hember rêvebiriya Fransî serî rakirin.

Welatên bakurê Afrîkayê yên amazîx lê dijîn. Amazîx vê erda fireh wekî “Tamazîxya” bi nav dikin

Berxwedana serhildêran bi mehan dom kir û di dawiyê de ji aliyê hêzeke giran a Fransiyan ve hat têkbirin.

Di 1912’an de îcar Amazîxên li herêma Rîfê, Îspanyolan qewirandin û Komara Rîfê damezrandin.

Lê dewleta Îspanyol, di 1926’an de tevlî Fransiyan artêşeke giran şand ser herêma Rîfê.

Vê carê ligel tank û topan, artêşa emperyal çekên kîmyewî jî bi kar anî.

Di şerê bêeman de berxwedêrên Amazîx têk çûn û Komara Rîfê hat hilweşandin.

Di salên 1950 û 60’an de, welatên bakurê Afrîkayê jî yek bi yek serxwebûna xwe bi dest xistin.

Serhildana xwendekarên amazîx yên li herêma Kabîlya ya li Cezayirê

Lêbelê dewletên hatin damezrandin, nasnameya Ereb ji xwe re esas girtin û bi operasyonên leşkerî bersivê dan daxwazên vî gelê bindest.

Ev jî di nava Amazîxan de bû sebeba hêrseke mezin û welatiyên li herêma Kabîlya ya li Cezayirê, di 1980’an de çalakiyên girseyî lidarxistin.

Rêvebiriya Cezayirê bi şidet bersivê da û di çalakiyan de 120 kes kuştin.

Meşa ciwanên amazîx yên li Kabîlyayê

Gelê li heman herêmê di 2001’an de vê carê ji bo mafên ziman serî rakirin.

Aktîvîstên Amazîx li herêma Rîfê ya li bakurê Marokê jî bêdeng neman û ji bo mafên neteweyî protestoyan lidarxistin.  

Marok li hember vê aktîvîzma gel hew xwe girt û di 2003’an de zimanê Tamazîx li dibistanên seretayî ya li welêt kir derseke mecbûrî.

Di 2011’an de mafê perwerdeya ziman hat berfirehkirin û di 2019’an de Tamazîx ligel Erebî bû zimanê fermî ya Marokê.

Li Marokoyê dîmenek ji serhildana amazîxan

Cezayir jî di 2002’an de zimanê gelê Amazix wekî zimanê “neteweyî” qebûl kir û di 2016’an de jî Tamazix kir zimanê fermî yê welêt.

Lê xwediyê esil yên bakurê Afrîkayê, van gavan têr nabînin û diyar dikin, heta ku hemû birînên di dîrokê de vebûne neyên kewandin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …