Birînên jenosîda gelên Namîbyayê hîn vekirîne

Parzemîna herî zêde rastî mêtingeriya (kolonyalîzm) Ewrûpayê hatiye Afrîka’ye. Dewletên mêtinger ên ewrûpî ne tenê dest danîne ser hemû çavkaniyên aboriyê yê parzemîna reşik lê li dijî hin komên etnîk jenosîdê mezin jî pêk anîne. Du ji van koman herero û nama ne û digel kêmbûna hejmara xwe  hîn li Namîbyayê dijîn.

Namîbya welatekî başûrêroavayê Afrîkayê ye û di 1990’an de ji Afrîkaya Başûr a xwedî rejîma apartheid (nîjadperest) serxwebûna xwe bi dest xistiye. Neviyên gelên herero û nama yên li vî welatî dijîn, di salên dawî de li ser mijara komkujiyê xwe birêxistin kirine û hin daxwazên xwe ragihandine raya giştî ya cîhanê. Aktîvîstên ji her du gelan her sal salvegera jenosîdê bi bîr tînin û bi vê minasebetê ji Almanya daxwaza lêborînê û dayina tazmînatê dikin. Mixabin heta aniha Almanya daxwazên tazmînatê red kiriye.

Hikumetên Almanyayê jenosîda li dijî her du gelan red nakin û ji dema serxwebûna Namîbyayê û vir ve alîkariya vî dewleta nû dikin.  Lê bi mebesta wekî tazmînatê neyê famkirin, rêvebirên Almanyayê navê vê alîkariyê “alîkariya pêşketinê” danîne.  Alîkariya tê şandin dikeve destê hikumeta Namîbyayê û ji aliyê vê hikumetê tê xerckirin. Ev yek herçiqas bi dilê hikumetê be jî, problemên herero û namayan çareser nake.

Hefteya derbasbûyî rêvebirike payebilind ê alman bi minasebeta salvegera komkujiyê beşdarê merasîmê bû. Beşdariya wezîrê mijarên derveyê welat û sekreterê polîtîkaya çandî ya navneteweyî Michelle Müntefering wekî gaveke din a Almanya ya ber bi çareseriya problemê ve hat dîtin. Çend roj beriya vê, Almanya ragihandibû ku ew ê wekî gaveke bo lihevhatinê hestiyên hin endamên herero û nama bişînin Namîbyayê. Ev hestî heta aniha di beşa koleksyiyona antropolojiyê ya Zanîngeha Berlînê de bûn. Lê ev yek jî ji aliyê nûnerên her du gelan ve bo lihevhatinê têr nayê dîtin.

 

Jenosîda li Namîbyayê

Di zivistana 1904’an de endamên koma etnîk a herero li hemberê hêzên kolonyal ên Almanyayê serî hildan.  Endamên komê ên di bin rêberiya Samuel Maharero de 123 sivîlên alman kuştin. Di heman salê de nama ku komeke din ê etnîk e, beşdarê serhildanê bûn. Tolhildana hêzên alman pir bê wijdan bû. Piştî şerê Waterbergê ya di Tebaxa 1904’an de hêzên gelên xwecî yên afrîkî têk çûn û 80,000 kesên ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn vekişiyan Çola Kalahariyê. Fermandarê hêzên kolonyal general Lothar von Trotha fermana jenosîda hereroyan da.

Di seferên bixwîn ên hêzên alman ên di navbera 1904 û 1908’an de 60 000 herero û 10 000 nama hatin kuştin. Kesên ketin destên almanan di kampên Girava Shark’de hatin bicîkirin. Li ser hin endamên van qebîleyan lêkolînên “zanistî” hatin kirin. Ev kes ji aliyê lêkolînerên alman wekî cinseke mirovan ê di bin almanan de dihat nîşandayîn.  Bi mebesta îspatkirina serdestiya biyolojîk a nîjada spî ya li hember reşikan, 300 qaqotên mirov ji Almanyayê re hat şandin.

Di encama qirkirinê de nifûsa gelê herero hat ber qedandinê. Beriya qirkirinê herero ji % 40’ê nifûsa Namîbyayê pêk danîn.  Piştî qirkirinê, vê hejmarê daket ji % 7’ê nifûsa welat.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …