Gerîla li Myanmarê êriş kir

Gerîlayên Myanmarê li dijî artêşa cûntayê dest bi êrişeke mezin kirin.

Ji ber êrişê, li eyaleta Şanê bi artêşa Myanmarê re pevçûnên giran pêk hatin.

Rêxistinên gerîla ragihandin, wan bi dehan baregehên leşkerî bi dest xistine.

Şerê gerîla ya li bakurê Myanmarê bi pevçûnên dijwar girantir dibe.

Gerîlayên li herêmê, bi êrişeke mezin erdên di bin kontrola xwe de berfireh kirin.

Ji ber êrişê, li eyaleta Şanê bi artêşa Myanmarê re pevçûnên giran pêk hatin.

Rêxistinên gerîla ragihandin, wan bi dehan baregehên leşkerî bi dest xistine.

Daxuyaniya derbarê êrişê de ji aliyê Tifaqa Artêşê ya Neteweyî ya Demokratîk a Myanmarê ve hat dayîn.

Artêşa Arakanê û Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Ta’angê jî bi daxuyaniyên xwe rewşê heyî piştrast kirin.

Pisporên mijarê didin zanîn, êrişa dawî ji 2021’an û vir ve dijwariya herî mezin e ku cûntaya Myanmarê rû bi rû maye.

Neteweyên Yekbûyî jî di daxuyaniya xwe de balê kişand ser bandora şer a li ser sivîlan.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Kordînasyona Karûbarên Însanî (UNOCHA) ragihand, 50,000 mirov terka herêma şer kirine.

Li aliyekî din, serokê Myanmarê yê ji aliyê cûntayê hatibû peywirdakirin li ser şerê giran daxuyaniyek da.

Myint Swe got, eger artêş nikaribe pêşî li hêzên çekdar bigire wê “welêt bibe çend parçe.”

Herêma şerê gerîla lê pêk tê, li bakurê eyaleta Şanê ye ku li ser sînorên Çînê ye.

Herêm ji aliyê rûerda xwe ve çiyayî ye û piraniya wê ji daristanan wekî “cengel” tên binavkirin, pêk tê.

Komên etnîk ên Myanmarê

30 ji % nifûsa 54 milyon a Myanmarê ji komên etnîk ên bindest pêk tên.

Li welêt li derdota 100 komên etnîk hene ku rastî polîtîkaya zextan û asîmîlasyonê tên.

30 ji % nifûsa 54 milyon a Myanmarê ji komên etnîk ên bindest pêk tên.

Li welêt li derdora 100 komên etnîk hene ku rastî polîtîkaya zextan û asîmîlasyonê tên.

Komên etnîk ji mafên xwerêvebirinê û perwerdeya zimanê dayikê bêparin.

Komên etnîk ên li Myanmarê û rêjeya wan ê di nava nifûsê.

Polîtîkaya zext û asîmîlasyona dewletê herî zêde li bakurê welêt, li ser miletê Karen, Şan û Kaçînê giran e.

Rêxistinên Karen, Şan û Kaçînê bi dehan salane bi armanca rizgariya neteweyî şerê gerîla dimeşînin.

Infowelat

—————-

Foto: Komeke gerîlayên li Myanmarê / Jêder: Radyoya Asyaya Azad 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …