A rast, ji Gimgimê pir zêde koçî derveyê welat dikin. Lewma jî nifûsa navçeyê zêde nabe. Bi taybetî jî ciwan ji ber sebebên kar diçin Ewrûpayê. Lewma divê em ji bo ciwanan proje amade bikin da ku neçin welatên din. Gimgim di proseya amadekariyên hilbijartinê de yek ji bajarên Kurdistanê …
Bêtir »Zanîna kurdî wê bibe krîtera îstîhdamê
Hevpeyvîn: Suat OZALP Di polîtîkaya îstîhdama personelan de divê krîtera zanebûna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be. Yenişehir (Bajarê Nû) navçeyeke navendî ya …
Bêtir »Farqîn dê bibe modeleke şaredariya kurdî
Eger em werin ser kar, divê xelkê me ji me bawer be, em ê bi rêûrêbazên demokratîk, serkeftî û pêşketî van astengiyên li pêşiya me vala derbixin û nebesiyên me yên di hêla ziman, çand, aborî de ji holê rakin. Armanca me wê civakeke rêxistinkirî be. Ez di mijara ziman …
Bêtir »Armanc parastina nasnameya Hezoyê ye
Ciyên ku qeyûm hatine tev jî ji aliyê aboriyê ve têk çûne. Tiştên dûrî me, dûrî edet û çanda me dixwazin bi cî bikin. Mînakek ez bidim. Li Hezoyê Festîwala Hemsî lidarxistin. Li vir ewqas berhemên me yên dîrokî hene, çandeka me ye xurt heye lê nabin mijara festîwalê. Hezo …
Bêtir »Ziman karê herî lezgîn û sereke ye
Destserkirina şaredariyên me tê wateya destdanîna ser nirxên me, çand û coxrafyaya me. Em ji vê derê ne. Ew hêz, hiş û zanîna me heye em xwe bi rê ve bibin. Ne tenê xelkên herêmê, dar û berên vê herêmê jî qeyûm qebûl nakin. Partiya DEM’ê ku di hilbijartinên giştî …
Bêtir »Rêzimana Kurmancî normatîfa rojavayê Kurdistanê ye
Ji bo ku pirsgirêkên rastnivîsîn û rêzimanê yên dezgehên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya rojavayê Kurdistanê bi berhemeka wiha hebû. Lewma Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojavayê lêvegera zimanî ye, biryar da ku berhema Rêzimana Kurmancî, amade bike. Rêzimana Kurmancî …
Bêtir »Elin Anna Labba: Em civaka Sami ji nû ve ava dikin
Sápmi, welatê gelê Sámi, di navbera dewletên Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsyayê de bi par ve bûye. Sedema bingehîn a niştecihkirina bizorê ya li welatê Sápmi ew bû ku gelê me li gelek deveran dijiya ku piştre tev dê bûbûna sînor li pêş wan, û lewma jî di serdema …
Bêtir »Rewşenbîrên kurd çand û polîtîkayê ji hev cûda nedikirin
Rewşenbîrên Osmanî yên wê demê jî xebatên paralel dikin lê xebatên siyasî yên rewşenbîrên sirb, bûlgar, yewnan û ermenî di nava gelên wan de ji xwe re bingehekê dibîne û lewma jî derdikeve asteke bilind. Ev derdor avantajên xwe yên kêmarbûn û neteweyeke xrîstiyan ji bo veqetîna ji Osmanî bi …
Bêtir »O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME? -II-
O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME? – Beş Du – Hevpeyvîn: Necat Ayaz Hûn ligel nivîskarî û rojnamegeriya xwe di dîplomasiyê de jî xwedî tecrûbe ne. Lewma ez dixwazim hûn hinekî ji me re qala xebata xwe ya di vê qadê de bikin û hinekî jî dîplomasiya dema …
Bêtir »O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME?
Beş -I- Hevpeyvîn: Necat Ayaz Nivîskarî, rojnamegerî, nûnertiya partiyeke kurd, şewirmendê wezîrê çapemeniyê û wezîrê derve, karê di xebata wezareta çapemeniyê de û gelek xebatên din…Cemîl Tûran Bazidî ji dema gava xwe avêtiye sirgûnê û heta aniha bi dînamîzmeke neditî xebitîye. Wî herdem xwe wekî nûnerê kurdên her çar parçeyan …
Bêtir »Pêdiviya zimanê galî bi axêverên nû heye
Cymdeithas yr Iaith Gymraeg (Komeleya Zimanê Galî) komeke mirov in ku ji bo zimanê galî têkoşînê dikin. Komele bawer dike ku kampanyaya ji bo zimanê galî parçeyeke têkoşîna li seranserê cîhanê ya ji bo maf û azadiyên kêmaran e. Di demên dawiyê de Cymdeithas dokumaneke ku pêşniyaz dikir ku axêverên …
Bêtir »Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – II
Li Tirkiyeyê di demên dawî de bi taybetî ji aliyê saziyên sivîl û akademîk (ERG, DİSA, UKAM) xebatên di derbarê perwerdeya bi zimanê dayikê yên hatine weşandin de pêşniyazên modelên cotzimanî û pirzimanî hatin kirin. Van pêşniyazên modelan an eşkere an jî bi awayekî sergirtî dispêrin retorîka lîberal …
Bêtir »Ji bo perwerdeyê ya esasî biryara gel e – I
Li welatê me di salên dawî de nêzîkbûneke nû ku ji aliyê gelek derdorên bi perwerdeya bi zimanê dayikê re eleqeder ve hîn baş nehatiye famkirin, derdikeve holê. Di dewsa daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” de ku di bîst salên dawî de me dibihîst, êdî qala “perwerdeya …
Bêtir »Kirmaşan navendeke muzîka kurdî ye
Alî Ekber Mûradî yek ji hosteyê herî mezin ê tenbûra kurd e ku li bajarê Kirmaşanê ya li Kurdistana Rojhilat dijî. Mûradî bi tenbûra xwe li ser meqamên kevn ên kurd muzîkeke giranbuha ava dike û di heman demê de li Îranê karê fêrkirina tenbûra kurd dimeşîne. Digel …
Bêtir »Civaka baskê dibêje ‘Euskaraz Bai’-II
Necat Ayaz: Hûn plana stratejîk a Kontseiluayê a ji bo welat di asta bajarokan de çawa dimeşînin? B.Sarria: Di salên min ên ewilî ya kar de me hin tiştan li bajarokên biçûk kirin lê niha ji bo bajarokan projeyeke me ye nû heye. Me ji bo meşandina projeyeya pîlot bajarokekî …
Bêtir »Civaka baskê dibêje ‘Euskaraz Bai’* -I
Paul Bilbao Sarria Sekreterê Giştî yê KONTSEILUA’yê ye ku rêxistineke ji gelek rêxistinên ku di qada zimanê baskî de dixebitin, pêk tê. Bilbao-Sarria beşdarê Sempozyûma Perwerdeya Zimanê Dayikê ya ku du hefte berê li Amedê hat li dar xistin bû û di derbarê parastina zimanê baskî de hin agahiyên balkêş …
Bêtir »Hevpeyvîna bi nivîskarekî ermen ê li diyasporayê
C.K.Garabed (Charles Garabed Kasbaryan) di seranserê jiyana xwe de di nava rêxistinên ermenên Diyasporayê de bi awayekî aktîf xebitî ye. Wekî nivîskar û edîtor, ew çavdêrekî hesas û şîrovevanekî ji dil ê mijarên siyasî û civakî yên ku bandorê li ser ermenan dikin e. Nivîsên wî ji 40 …
Bêtir »Li Fransayê di derbarê kurdan de kêm agahî diçe ber destê gel
Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Breton (AKB) hem ji bo bersivê bide banga çavdêriya ji bo hilbijartinê û hem jî ji bo xebatên xwe yên ji bo Kurdistanê, di çarçoveya gera xwe ya Kurdistanê ya salane de di Newrozê de hatin Kurdistanê. Di nava vê heyeta ku ji 10 kesan pêk tê …
Bêtir »“Dewleta îspanyol şîdetê tercîh dike lewma guh nade biryara çekberdanê ya ETA’yê”
Jon Inarritu parlamenterê Parlamentoya Îspanyayê ya ji partiya Aralar a neteweperestên çepgir ên Baskê yê. Aralar ji kevneşopiya Herry Batasunayê (HB) ya ku wekî milê siyasî yê ETA’yê dihat dîtin û demeke dirêj e ji aliyê Spanyayê ve hatiye qedexekirin, tê. Aralar piştî nîqaşa naxweyî ya di nava …
Bêtir »Thomas Benedîkter: Xweseriya kurdan wê Tirkiyeyê parçe neke lê welat bike ciyekî xweş
Thomas Benedîkter lêkolînerekî ji herêma xweser a Tîrola Başûr a li Bakurê Îtalyayê ye. Benedîkter li ser herêmên xweser ên li Ewropayê, başûrê Asyayê û xweseriya modern a li seranserê cîhanê çend pirtûk û gelek gotar nivîsandine. Li gorî wî riya herî baş a ji bo problemên etnîk …
Bêtir »