Armanc parastina nasnameya Hezoyê ye

Ciyên ku qeyûm hatine tev jî ji aliyê aboriyê ve têk çûne. Tiştên dûrî me, dûrî edet û çanda me dixwazin bi cî bikin. Mînakek ez bidim. Li Hezoyê Festîwala Hemsî lidarxistin. Li vir ewqas berhemên me yên dîrokî hene, çandeka me ye xurt heye lê nabin mijara festîwalê.

Hezo navçeyeke li bakurê Batmanê ye û li ser rêya bejahiyê ya di navbera Amed, Bedlîs û Wanê de cî digire. Ev rê di heman demê de riya Tirkiye-Îranê ye û ev jî giringiya cografî ya navçeyê zêdetir dike. DEM Partî wekî gelek navendên Kurdistanê, ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hilbijartina 31ê adarê, li Hezoyê jî pêşhilbijartinekê li dar xist. Di vê dengdanê de, Reşîd Haşîmî tevlî Hulya Oztekîn bûn namzetên şaredariya Hezoyê. Hevala me Pelda Bal ji bo Infowelat bi Haşîmî re hevpeyvînekê kir.

Infowelat:Birêz Haşîmî hûn tevlî namzeta hevşaredariyê Hulya Oztekîn ji namzetên partiyên din ên sîstemê hîn bêtir nêzîkî meqamê şaredariyê ne. Çi ne problemên sereke yên Hezoyê ku di dema wezîfeya we ya muhtemel de wê derkevin pêşiya we?

Reşîd Haşîmî di 2009-2014’an de bûbû şaredarê Hezoyê. /X.com

Reşîd Haşîmî: Ciyên ku qeyûm hatine tev jî ji aliyê aboriyê ve têk çûne. Tiştên dûrî me, dûrî edet û çanda me dixwazin bi cî bikin. Mînakek ez bidim. Li Hezoyê Festîwala Hemsî lidarxistin. Li vir ewqas berhemên me yên dîrokî hene, çandeka me ye xurt heye lê nabin mijara festîwalê.  Ev kes dixwazin bi çand û hunera me bilîzin û gelê me ji rastiya xwe dûr bixin. Lê dîsa em dikarin bêjin, tevî ku gelê me ewqas zêde zext û tade dîtine, dîsa jî nirxên xwe diparêze. Însanekî me yê ku êş nekişandibe hema hema tune ye. Dema mirov vê dibîne, nikare bêdeng bimîne û çi problem hebe bila hebin, dixwazin ji bo çareserkirina wan xebatê bike.

Infowelat: Şaredarê Hezoyê tevlî şaredarê Bekiran bi tirsa qeyûm dewsa wan bigire, di 2020an de ji HDPê derbasî AKPê bûn. Şareraderên kurd çawa dikarin vê bikin?

Reşîd Haşîmî: Gelê me qîmet da wan û wan hilbijart.  Lêbelê wan helwesteka rast nişan nedan. Ez wekî şexs nizanim ka sebeba vê terka gel çi bû.

Infowelat: Qeyûm were tiştekî din e lê ev rewş ji hatina qeyûm xerabtir e ji aliyê psîkolojiya gel ve.

Reşîd Haşîmî:Erê ev rewş xerabtir e. Mesele ne qeyûm in. Eger qeyûm were, mimkûne em rojekê jî li ser kar bin û paşê ji kar bên girtin. Ev ne derd û xem e ji bo me. Ji ber ku em îradeya xwe nîşan didin û li berxwe didin.  Dema gel destekê bide û qeyûman red bike, ev ji me re bes e.

Li navçeya me kurmancî, zazakî û erebî tê axaftin. Tu kes bi Tirkî naaxive. Kampanya me jî wê bi van zarava û zimanan be.

Hezo navçeyeke Batmanê ye ku rûerda wê piranî çiyayî ye. Sason, Farqîn, Xana Hawêl û Zoqayid cîranên navçeyê ne. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Infowelat: Hûn ê wekî namzet kampanyaya xwe ya nivîskî û devkî bi kîjan zimanî bimeşînin? Kurdî ciyekî çawa digire di kampanyaya we de?

Reşîd Haşîmî:Li navçeya me kurmancî,  zazakî û erebî tê axaftin. Tu kes bi Tirkî naaxive. Kampanya me jî wê bi van zarava û zimanan be. Li navçeyê, li bazarê, li saziyan piranî ji bi Kurmanci tê axaftın. Lewma em dikarin bêjin, wê li navçeyê kampanyaya me piranî wê bi Kurmancî bê meşandin.

Infowelat: Hezo yek ji navendeke Xerzanê ye ku di serî de Keleya Hezoyê, malovaniyê ji gelek berhemên dîrokî re dike. Ku hûn hatin hilbijartin wê ji bo restorasyona vê keleyê tu projeyeke xwe hebe?

Reşîd Haşîmî:Du dewr berê, di 2009-2014’an de ez şaredarê Hezoyê bûm. Me wê demê projeyeke ji bo sererastkirina dora keleyê amade kir. Me bi Midûriyeta Herêmî ya Hebûna Çandî ya Amedê re û bi midûriyeta çandê ya li Batmanê re hevdîtinan kirin. Herwiha, me bi Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê re jî têkilî danîn û xwest hin gav bavêjin. Lê wezaretê wê demê ji bo restorasyonê biryarê nedabû û lewma jî ji van hevdîtinan encamekê derneket. Bi tenê projeyeka  ji bo peyzajê hat qebûlkirin. Ji bo Gola Masiyan jî biryara tedbir u keşfê derket. Xên ji vê keleyê, li Hezoyê gelek kele û mizgeftên dîrokî hene. Mesela, li gundên navçeyê ciyên xwezayî yên wekî Gola Masiyan  û Bajarê Erzenya yê dîrokî hene. Ji bo parastina van deran çi ji deste me bê em ê bikin.

Hebûna kreşên kurdî pir giring e. Ku derfet hebe muheqeq em ê kreşeke bu kurdî vekin. Meseleya din jî pêşxistina xwendina kurdi ye. Li gori derfetên me, em ê ji çapkirinê heta belavkirinê piştgiriyê bidin pirtuk, kovar û rojnameyên bi kurdî.

Hulya Oztekîn. Tevlî Haşîmî namzetê DEM Partiyê yê Hezoyê hat hilbijartin. /X.com

Infowelat: Qasî em dizanin, şaredariya Hezoyê heta niha xebateke berbiçav ji bo parastina ziman û çanda civakê nekirî ye. Ku hûn bên hilbijartin, hûn û ji bo kurdî projeyekê bimeşînin? Hûn ê di warê huner, perwerde û bi taybetî jî perwerdeya ji bo zarokan gavekê bavêjin?

Reşîd Haşîmî: Ku em werin ser kar, wekî berê em ê dîsa kursên kurmancî vekin. Eger daxwaz hebe em ê kursên zazakî û erebî jî vekin. A din, li derdora 200 gund u mezrayên Hezoyê hene. Em ji b ovan hemû navendan û ciyên dirokî tabelayên bi navên rastîn amade bikin. Wekî mînak, heta ku navé wan ên bi kurdî nebéjin ez gundan nas nakim. Ji ber vê jî binavkirina kurdî ji bo me giring e. Li aliyekî din, îro di jiyana modern de li hin malbatan dê û bav her du jî dixebitin. Ji bo vê, hebûna pêşdibistanên (kreşên) kurdî pir giring e. Ku derfet hebe muheqeq em ê kreşeke bu kurdî vekin. Meseleya din jî pêşxistina xwendina kurdi ye. Li gori derfetên me, em ê ji çapkirinê heta belavkirinê piştgiriyê bidin pirtûk, kovar û rojnameyên bi kurdî. Disa em ê hewl bidin çîrok, metelok, efsane û hwd ku di nava gel de bi devkî hene berhev bikin û wan pêşkêşî nifşên nû bikin.

Infowelat: Batman herçiqas bajarekî kurdan be jî, wekî li bajarên din li vir jî zarokên me herçiqas diçe êdî bi tirkî mezin dibin. Ev rewş li Hezoyê çawa ye û mirov dikare çawa pêşî li vê bigire?

Reşîd Haşîmî:Li gorî lêkolineran, mirovên ku bi zimané zikmaki dizanin zêdetir ji xwe bawer in û xwedî karaktereka xurt in. Ji bo pêşîgirtina asîmîlasyona zarokan hebûna kreşên kurdî pêwîst e. Li gorî şert û mercên xwe em ê kreşeke bi kurdî li navçeyê vekin. Wekî din,  divê em di meseleya ziman de hin tedbîrên din jî bigirin. Di Girtîgeha Batmanê de kesê cara ewil dersa kurdî daye ez im. Wê demê derfetên me tune bûn, bi tenê pirtûka gramerê ya Feqî Huseyîn Sagniç hebû. Tê bîra min sala 1994-1995 bû. Yanî ez dixwazim bêjim, ji wê demê û vir ve hesasiyeta min a ji bo kurdî berdewam dike. Em li Hezoyê bi dost û hevalan re herdem bi kurdî diaxivin lê helbet ev têrî parastina ziman nake. Ji ber ku parastina ziman bi tenê ne karekî şexsî û komî ye. Parastina ziman meseleyeke neteweyî û rêxistinî ye.


Hevpeyvîn ji aliyê Pelda Bal ve ji bo Infowelat hatiye kirin. 

Foto: Navçeya Hezoyê/Facebook 

Reşîd Haşîmî

1970’an de hatiye dinyê. Haşîmî li Wanê ji Beşa Edebiyatê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê perwerde bûye. Paşê, Haşîmî ji ber xebatên xwe yên siyasî di navbera 1994-2004’an de di girtîgeha Batman u Amasyayê de maye. Bi dûv girtîgehê re, Haşimî çendekî mamostetî kiriye û di Weşanxaneya Aramê û Ajansa Nûçeyan Dîcleyê (DIHA) de xebitî ye. Reşîd Haşîmî di 2009’an de ji HDPê bûye şaredarê Hezoyê. Haşimî heta niha, di mijara dîrok, demokrasî û çand-hunerê de sê pirtûk nivîsandine.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …