Ziman karê herî lezgîn û sereke ye

Destserkirina şaredariyên me tê wateya destdanîna ser nirxên me, çand û coxrafyaya me. Em ji vê derê ne. Ew hêz, hiş û zanîna me heye em xwe bi rê ve bibin. Ne tenê xelkên herêmê, dar û berên vê herêmê jî qeyûm qebûl nakin.

Partiya DEM’ê ku di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulana 2023an de rastî windabûna giran a dengan hat, ji bo diyarkirina namzetên hilbijartinên  şaredariyan ên 31ê Adarê biryara pêşhilbijartinê da. Partiya DEMê ji bo îradeya gel derkeve pêş li nêzî 100 navendan sindoq danîn. Ji wan herêman jî yek navçeya Pasûrê ya Amedê bû.

Li Pasûrê di tûra yekemîn a pêşhilbijartina di 14ê kanûna pêşîn de, yek ji pêşnamzeta jin Fatma Ay, bi rêjeya ji %  50+1 bû namzeta şaredariyê .

Murat Îpek ji 141 delegeyan û Mehmet Emîn Ay jî ji 100 delegeyan deng girtin.  Ji ber ku her du  namzet jî ji % 50+1 derbas nekirin, hilbijartin ma ji bo tûra duyemîn. Di 21ê kanûna paşîn de vê carê Mûrat Îpek bi wergirtina dengên 236 delegeyan bû namzetê din ê ji bo şaredariyê.

Murat Ipek di derbarê hilbijartin û projeyên xwe de ji Infowelat re axifî.

Infowelat: Birêz Murat Ipek, em ji bo namzetiya we ya şaredariya Pasûrê we pîroz dikin. Pêşhilbijartin çawa derbas bû, hûn û kîjan hevşaredar hatin hilbijartin?

Murat Îpek: Em 12 hevalên mêr û 3 hevalên jn ketin pêşhilbijartinê. Hevala me ya jin Fatma Ay di tûra yekem de hat hilbijartin. Ez jî mam tûra duyemîn. Niha ez û Fatma Ay bi hev re namzetên hevşaredar ên şaredariya Pasûrê ne.

Infowelat: Di 2019an şaredariya Pasûrê ji destê HDPê hat girtin û qeyûm hat ser kar. Pasûra ji aliyê qeyûm ve hat birêvebirin niha di çi rewşê de ye?

Murat Îpek. Namzetê Partiya DEMê yê navçeya Pasûrê ya Amedê. /Arşîva şexsî ya M.Îpek

Murat Îpek: Berî hertiştî, destserkirina ser şaredariyên me tê wateya destdanîna ser nirxên me, çand û coxrafyaya me. Em ji vê derê ne. Ew hêz, hiş û zanîna me heye em xwe bi rê ve bibin. Ne tenê xelkên herêmê, dar û berên vê herêmê jî qeyûm qebûl nakin. Hewceye herkes bi ya xwe bijî û xwe bi rê ve bibe. Dema ji çand, ji civak û welatekî biyanî yek were û bixwaze te li gorî xwesteka xwe bi rê ve bibe, ev tiştekî dûrî edet, heq û hiqûqê ye. Qeyûm ne hew hatiye ser şaredariyê, qeyûm hatiye ser îradeya gelê herêmê. Lewra, bi tu awayî ev qeyûmê li ser feraset û xîreta kurd hatiye ferzkirin nayê qebûlkirin. Ne vî gelî, ne jî van deşt û çiyayan êsîrî qebûl nekiriye û nake. Dawiya dawiyê, tiştekî me ji wan kêm nîne da ku ew me bi rêve bibin. Kurd, zarokên kurdan dikarin xwe hîn xweşiktir bi rê ve bibin. Ez vê jî bibêjim, di roja îro de yên berê dengên xwe neditan HDPê îro hemû li dijî qeyûm in. Di dewra qeyûm de rant ketiye destên çend kesên nêzîkî qeyûm. Lewra ew kesên din ku tu carî dengên xwe nedidan me, ew jî ji rewşa îro acizin. Wekî mînak; çend roj berê li Pasûrê qeymeqam di mizgeftê de ji bo çend gotinên xutbê yên kêm hatiye xwendin mele hingaft. Ew jî bû sedema aloziyayeka mezin. Hinek kesan xwe dan hêla qeymeqam û hinekên din destek dan mele. Ev heman kes jî ne dûrî dewletê bûn. Yanî ez di vir de dixwazim balê bikşînim ser vî tiştî; mirovên qaşo bi dewletê re ne jî dibin hedefa êrîşên dewletê. Bi kurtasî; eger tu kurd bî, tu çiqas nêzî sîstemê bî jî pir feyda xwe nîne. Dewleta li vir hukum dajo di dest zarokên ‘Ülkü Ocaklari’ yên MHPê de ye.  Dilên van kesan bi halê gelê me, feqîrtiya gelê me naşewite. Ji ber ku ne ji vir in. Ji ber ku bi çavekî din li vir dinêrin.

Infowelat: Qeyûmê wek gardiyan hat ser Pasûrê tiştekî berbiçav kiriye ji hêla xizmetê de?

Murat Îpek: Di sedsala 21. de hîn jî li vê derê problema avê heye. Pasûr bê av e, bifikire! Di dema îro de bajarekî bê av… Pêdivî tune em behsa tiştên din bikin ji xwe. Ji dema ev der ketiye destê qeyûm, xên ji navê şaredariyê tiştekî din li holê xuya nake. Ev îktîdar bi navê xwe yê rê û çêkirinê tê naskirin lê li vir buhustek rê jî çênekirin. Wek me gotibû, ev kes ne ji vir in, dilên wan bi halê vî gelî naşewitin.

Infowwelat: Wek we jî anî ziman, qeyûm bi tenê nehat ser şaredariyan lê hat ser nirx, çand û bi taybetî jî doz û dîroka Kurd jî. Gelo li Pasûrê çi zext û zor li ser zimanê kurdî heye?

Murat Îpek: Wek berê jî min got, qeyûmên wek gardiyanên dewletê hatin vir,  xwedî erka helandina nirx û zimanê civakê ne. Derdekî wan a ji bo parastina gel û çand û zimanê wan tune ye. Armanca wan diyare. Ew jî li gorî armancên xwe tev digerin û dikarim bibêjim, di armanca xwe de serkeftîn e. Plan û projeyên li ber xwe bi rêk û pêk dimeşînin. Serkeftina wan a herî berbiçav jî ev e. Sadiqê projeyên xwe ne. Ji bo wan çiqas asîmilasyon, çiqas helandin pêk were ew ewqas serkeftî dibin. Pîvana wan a serkeftinê rizandina nirxên gelê herêmê ye. Dema şaredarî di destê me de bû, me hinek sazî ava kiribûn û xizmeta gel a çandî dikir. Wek saziyên Cegerxwîn û wek Aram Tîgran.. lê qeyûm deriyên tevan girtin.

Qeyûmên wek gardiyanên dewletê hatiye vir,  erka wan a girîng helandina nirx û zimanê civakê ye. Derdekî wan a ji parastina gel û çand û zimanê wan tune ye. Armanca wan diyare. Ew jî li gorî armancên xwe tev digerin û dikarim bibêjim, di armanca xwe de serkeftîn e

Pasûr navçeyeke li bakurêrojhilatê Amedê ye. Nifûsa navçeyê li derdora 35,000î ye. /Wikipedia

Infowelat: Birêz Îpek dema em li çapemeniyê dinerin piraniya bernamzetên DEMê li Kurdistanê kampanya xwe ya ji bo vê hilbijartinê bi zimanê tirkî kirin. Îro Ameda ku dagirker di warê asîmîlasyonê de dixwazin bikin Dêrsima duyemîn. Ku hûn wekî şaredar hatin hilbijartin,ji bo sekinandina vê asîmilasiyonê hûn ê çi bikin?

Murat Îpek: Li ser çand û hunera kurdî wê teqez civîn û komxebat wê çêbibin. Lê berî vê, konseya navçeyê wê bê ava kirin. Ji bo endamtiya konseyê nivîskar, rewşenbîr an kesên naskirî yên ji navçeyê wê bên tesbîtkirin û bên vexwendin. Em dixwazin bi wan re di derbarê kêmasiyan de bi hev re biryarê bidin. Parastina çand û zimanê kurdî wê karê me yê herî lezgîn û sereke be. Ez nabêjim ez ê bikim, ez dibêjim bi mirovên pispor û dildarê vî karî re em ê bi rê kevin. Ev mesele, mesela me ya herî girîng e. Hewceye em jî li dijî vê êrişa mezin a li ser nirxên me yên resen bibin xwedî helwest. Bi kurtasî, di destpêkê de ji bo çareseriyê hewceye lêkolînek berfireh bê kirin û dûv re em ê têkevin liv û tevgerê. Ez dikarim bibêjim, ez bi xwe ji bo vê meselê demek dirêje serê xwe diêşînim.

Keçeke min a 5 salî ya heye ku yek gotineka bi tirkî nizane. Ez bawerim ev gelek tişt nîşan dide. Du rê li pêş me heye; ya êm ê dev ji ax û çanda xwe berdin bi çol û çeperan kevin ya jî ji mayina li vîr îsrar bikin. Ez bi xwe ji bo mayîna li ser axa dê û bava israr dikin. Ji bo vê yekê jê hewceye em rehên xwe bi hêz berdin dilê vê axê. Ew reh jî bê guman rehên xwebûnê ne. Bi vê perspektîfê, navendên li ser çand, dîrok, folklor û dengbêjiya kurd wê bên ava kirin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye û em ê bi kurdî bijîn.

Dixwazim vê jî bêjim; aboriya herêmê jî gelek girînge. Hewceye em nehêlin xelkê me ji axa xwe biqete û biçin metropolan bibin rênçberên xelkê. Mirovê ji axa xwe diqete bi demê re ji hertiştê xwe diqete. Da ku em nehêlin gelê me ji ax û ava xwe dûr bikeve, em ê li afirandina derfetan bigerin. Pasûr herêmeka çiyayî ye û debar li ser ajalvaniyê ye. Lewra hewceye em jî hin projeyan pêş bixin. Wekî mînak, li vê derê em dikarin şîrxane (mandira) ava bikin. Di vî warî de min berê jî lêkolîn û xebat kiribûn, lê bi hatina qeyûm ev proje sekinî. Avakirina şîrxaneeyekê wê gelek feydeya xwe ji herêmê re hebe. Berhemên qatix yê xelkê me bi erzanî ji destê wan derdikeve. Bi avakirina şîrxaneyakek koperetîfî em dikarin berhemên qatixê xelkê xwe wek marqayekê derxin holê û nehêlin bi erzanî ji destên wan derkeve.  Mesela li vê heremê rûnê şor, tûyên şor hene. Ev xusûsî yên Pasûrê ne. Mînak, ji bo van tiştan hewceye marqa û piyase bê avakirin. Zaten tiştên mejbûrî, yên însanî hewceye bibe û wê bibin. Şerme ku ku em qala wekî hinek mirovan behsa avê û rê bikin.

Pasûr devereke çiyayî y Amedê ye. 52 gund û bi qasî 120 gom (mezra) bi ser navçeyê re ne./Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

 

Li ser çand û hunera kurdî wê teqez civîn û komxebat wê çêbibin. Lê berî vê, konseya navçeyê wê bê ava kirin. Ji bo endamtiya konseyê nivîskar, rewşenbîr an kesên naskirî yên ji navçeyê wê bên tesbîtkirin û bên vexwendin. Em dixwazin bi wan re ji bo Pasûrê biryaran bidin.

Infowelat: Herçiqas tu û hevala te ya hevşaredar di pêşhilbijartinên de derketin pêş jî, ez bawer dikim hîn bi awayekî fermî navê we diyar nebûye. Gelo dibe sibê îcar em qeyûman di dewsa we de bi cî bikin, wekî mînaka Mêrdînê. Yanî, mimkûne ku sibê hinekên din wekî namzetên Pasûrê bên diyarkirin? Ev guman heye gelo?

Murat Îpek: Ji ber ku partiyê biryara pêşhilbijartinan û îradeya xelkê esas girt, min ji bo namzetiyê serî lê da. Partiyeke biryara pêşhilbijartina dabe, bawer nakim li dijî îradeya gel derkeve. Di vî warî de şik û gumana min nîne. Ev partî partiya cangoriya ye. Li ser vî esasî, dixwazim bang li gelê kurd bikim. Ev sed sal e gelê kurd ji bo parastina ax û çanda xwe li ber xwe dide. Ji bo hebûna xwe biparêze pir êş kişandî ye û berdêlên giran dan e. Qeyûmên nirxên vî gelî dîl girtine hewceye dîsa ji aliyê gel ve bê qewitandin. Lewra ev hilbijartin ne hilbijartinek ji rêzê ye. Di vî warî de hewceye berxwedan û seferberiyeke din pêk were û bigihîje encamê. Em hevalên wekî namzet yê hatinin hilbijartin, bi biryarin da ku serkêşiyê ji vê seferberiyê re bikin. Heman bangê ji bo xelkê Pasûrê jî dikim. Hewceye roja hilbijartinê jin, mêr û ciwan biçin ser sindoqan û li xwe xwedî derkevin. Ev hilbijartin ne di navbera du endaman de ye. Ev hilbijartin di navbera gelê kurd û qeyûmkaran de ye!

Fotoyê sereke: Dîmeneke Murat Ipek a di civîneke gel a li Pasûrê de hatiye girtin /Sur Ajans  

Kî ye Murat Îpek?

Murat Îpek di 1990an de li navçeya Pasûrê ya Amedê ji dayik bûye. Îpek sala 2015an de ji Fakulteya Tiba Veterinariyê ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di dema perwerdeya xwe de, wî hevserokatiya Konseya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê kirî ye. Di avakirina Komuna Veterîneriyê de rolek aktîf girtî ye. Paşê, wî li Pasûrê di xebatên li ser kooperatîfan ji bo avakirina şîrxanê lêkolîneke fîzîbîlîteyê amade kirî ye. Îpek li Kurdî Derê perwerdeya kurmancî û zazakî wergirtî ye. Îpek, ev 7 sal in li Pasûrê veterîneriyê dike.

—————————

Ev hevpeyvîn li ser navê Infowelat ji aliyê Ronî Riha ve hatiye kirin.  

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …