Zanîna kurdî wê bibe krîtera îstîhdamê

Hevpeyvîn: Suat OZALP

Di polîtîkaya îstîhdama personelan de divê krîtera zanebûna kurdî hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be.

Yenişehir (Bajarê Nû) navçeyeke navendî ya Amed/Diyarbekir e. DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetên xwe yên ji bo hevşaredar li vê navçeyê jî pêşhilbijartinekê li dar xist. Pêşnamzeta jin Safiye Akdag, di tûra duyemîn de ji 798 dengên hatine qebûlkirin 420 deng girt û tevlî Mehmet Ergun bû yek ji namzetên navçeyê. Akdaga niha xwe ji bo hilbijijartinên 31ê adarê amade dike, pirsên hevalê me Suat Ozalp bersivandin.

Cara ewil siyaseta kurd li Kurdistanê bi riya pêşhilbijartinê nazmetên xwe diyar kirin. Hûn tevî problem û serfiraziyên wê, vê seferberiya siyasî çawa dinirxînin?

Berê jî gelê me pêşniyazên ji bo pêşhilbijartinan ji me re dianîn. Me car caran bi riya delegayan namzetan diyar dikirin. Lê tu carî ewqas bi bingeheke berfireh pêşhilbijartin pêk nehatibûn. Weke mînak, li Yenîşehirê (Bajarê Nû) 1700 delege hebûn. Di nava wan de hem malbatên me, hem xebatkarên partiyê û cara yekem jî ji saziyên civakî û sivîl delege hebûn. Roja  pêşhilbijartinê nêzîkî 1,000 delege amade bûn. Lewma kelecanek hebû. Dema me dest bi xebata pêşhilbijartinê kir, me hest kir ku weke ku em dest bi hilbijartinê bikin. Gel berê me rexne dikir û dixwest tercîhên wê esas bê girtin. Lewma jî ev pêşhilbijartin bi wate bû. Di vir de hem xwedîderketinek hem jî berpirsiyek derket holê. Elbet hin problemên teknîkî jî hebûn. Lewma hin  hilbijartin li Amedê hatin betalkirin. Bi riya tecrûbeya hevalên me yên xebatkar, me ev mesele çareser kirin. Proseya danasînê kolan bi kolan heta mal bi mal dom kir. Bi vê kampanyayê pêşnamzetên me, xwe bi gel dan naskirin.

Safiye Akdag û Mehmet Ergun bûn namzetên DEM Partiyê ji bo Şaredariya Yenişehirê (Bajarê Nû) ya Amedê. /Arşîva S.Akdag

Li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn rêbazeke wiha heta niha nehatiye ceribandin. Ev yek bandoreke çawa wê li siyaseta Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn bike?

Siyaseta kurd bi gelek awayî ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn mînak in. Bê guman, ev yek bi giranî ji aliyê rêxistinên mixalif û demokratîk ve hat şopandin. Hin dostên me ji me re digotin „ne mimkûne hûn tiştekî wiha pêk bînin.“ Baweriya wan zêde tune bû. Lê paşê hat dîtin, li hemû navendan em di pêşhilhilbijartinê de bi ser ketin û me modeleke nû ya demokratîk ava kir. Di paşerojê de em ê bêtir xwedî tecrûbe bin, kêmasiyên xwe ji holê rakin û herku biçe em ê vê modelê pêş bixin.

Li navçeya we Yenişehirê ku bi binavkirina wê ya kurdî li Bajarê Nû bajarekî nû tê avakirin lê ciyê berê ku ev nav jê hatiye girtin, êdî kevn bûye. Hûn dikarin bi giştî rewşa Yenişehirê binirxînin ji me re. Û herwiha, bi çend gotinan qala hin problemên Yenişehirê?

Di hilbijartina di 2019an de em bi % 62yê deng hatin ser kar. Wê demê ez endamê meclîsê bûm.  A rast, dema em hatin ser kar, me dît gelek tehrîbatên mezin pêk hatine. Ciyên ji bo xizmetên gel ên wekî navendên çandê, navendên jinê û hwd hemû hatibûn firotin an bi peymanan bi qasî 50 sal dabûn kirê.

Di hilbijartina di 2019an de em bi % 62yê deng hatin ser kar. Wê demê ez endamê meclîsê bûm.  A rast, dema em hatin ser kar, me dît gelek tehrîbatên mezin pêk hatine. Ciyên ji bo xizmetên gel ên wekî navendên çandê, navendên jinê û hwd hemû hatibûn firotin an bi peymanan bi qasî 50 sal dabûn kirê. Tu tişt di destên me de nemabû. Em wê demê bi tenê 6 meh li ser kar man. Gelek projeyên me jî hebûn. Me hewl da di vê demê de wan pêk bînin. Me hin tiştan pêk anîn jî. Me ji bo ew ciyên bi kirê hatibûn dayîn li şaredariyê vegerînin hin doz vekirin. Ew doz hîn jî didomin. Piştî 6 mehan qeyûm dest danî ser şaredariyê. Qeyûm hin projeyên me yên ku me bi devkî û nivîskî parve kiribûn, wekî projeyên xwe ragihandin. Rastî ev e, di vê têkoşînê de gelê kurd bi her awayî diafirîne lê hem pêşîya wê tê girtin û tiştên em diafirinîn dikin male xwe. Binêrin AKP û MHP ji rê û rêbazên xebatê bigirin heta avakirina hin qadan, ji têkoşîna kurd sûd werdigirin.

Mirov dikare ji bo xebat û projeyê şaredariyan jî vê bêje ne wisa?

Erê em dikarin bêjin. Niha hin belgeyên li ser talana Yenişehirê di destên me de hene.  Erdên şaredariyê bi sedan donim bi riya îhaleyan hatine firotin, navendên me veguherandine ciyên kursên olî û şaredarî di aliyê aboriyê de di binê deynan de ye. Lewma em ê gelek zehmetê bikişînin. Dema em hatin ser kar, em ê hin derfetan bibînin. Ji bo zarok, ciwan û jinan projeyên me hene. Di aliyê çandî û ziman de me di 2019an de hin gav avêtibûn lê ev têr nekirin. Niha armanc ev e, em ciwanan ji hişbiriyê dûr bixin û bala wan bikişînin ser çand, ziman û huner. Em ê ji bo vê, hin saziyan ava bikin. Em ê bêpere zarokan perwerde bikin. Em ê kursên muzîkê û şanoyê vekin. Ji xwe hewce nake em qala kursên ziman bikin. Ev karê me yê herî esasî ye. Ji ber ku li Yenişehîrê zêdetir zazakî û kurmancî tê axaftin. Li hin taxan % 90 bi zazakî diaxivin. Ez ji qada ziman têm û ez gelekî vê mijarê giring dibînim. Ji ber ku dema zarok ji zimanê xwe dûr bikevin, ji nirxên xwe yên neteweyî jî dûr dikevin. Ev rastî ne tenê ji bo zarok û ciwanan e lê ji  bo dêûbavan  jî wiha ye. Zarok êdî dêûbavên xwe hînî tirkî dikin. Berê zarok ji dêûbav fêr dibûn. Mixabin niha ev berevajî bûye. Ji bo dê û bavan jî kursên ziman lazim in. Berê zarokîstan hebûn. Em ê careke din wan ava bikin. Em dixwazin navendeke ji bo ciwanên ku hişbir bikar tînin û ji aliyê sîstema şerê taybet ve tên bikaranîn, ava bikin.  Ligel gelek tiştên kirêt, bi riya madeyên hişbir bi hin ciwanan sîxurtî jî didin kirin. Berê hin ji wan didin fûhûşê. Di vê navendê de wê dêûbav agahiyên derbarê van pirsan de werbigirin: Hişbir çi ye? Cureyên wan çi ne? Mirov dikare çawa zarokên xwe ji hişbirê biparêze? An jî malbat dikarin çawa fam bikin ka zarokên wan hişbir bi kar tînin? Ji bo dermankirina zarokan jî divê em di qada navneteweyî de hin têkiliyan çêbikin. Derfetên navneteweyî bi hin projeyan dikarin bê avakirin. Tehrîbatên di aliyê aboriyê de hatine kirin wê derfetê nede em bi karibin navendên wiha bi mesref vekin. Di van navendan de sosyolog, psîkîyatrîst, doktor hwd. dixebitin.

Em ê bêpere zarokan perwerde bikin. Em ê kursên muzîkê û şanoyê vekin. Ji xwe hewce nake em qala kursên ziman bikin. Ev karê me yê herî esasî ye. Ji ber ku li Yenişehîrê zêdetir zazakî û kurmancî tê axaftin. Li hin taxan % 90 bi zazakî diaxivin.

Dîmeneke taxên nû yên Yenişehirê (Bajarê Nû)/Medyaya Sosyal

Çemê Dîcleyê di navbera Yenişehir û Sûrê de sînor e. HDP bi salan qala projeya çêkirina (park, bexçe, qadên bêhnvedanê?) berûberê Çemê Dîcleyê dikir. Di vir de ez ne tenê qala Yenîşehîrê dikim lê dixwazim balê bikişînim berpirsiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amed û Sûrê jî. Ev mesele di rojeva we de heye? Projeyeke şênber heye ji bo vê?

A rast, projeyeke me ya taybet tune ye. Mirov dikare tevlî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê projeyekê pêş bixe. Îsal di kelegerma havînê de hem li Amedê û hem jî li gundan çend kes xeniqîn. Ev êşeke pir mezin e. Beriya her tiştî divê pêşiya vî tiştî bê girtin. Ji bo vê jî divê karê peyzajê bê kirin û tedbîrên ewlehiyê bên girtin. Em dixwazin vî karî bi hevkariya şaredariya mezin bikin.

Ez dixwazim bipirsim ka ji bo xebat û xizmeta duzaravayî,  zazakî û kurmancî, ya Şaredariya Yenîşehîrê hûn dixwazin çi bikin?

Karê yekem ku em ê bikin, em ê ji endamên meclîsa xwe komîsyoneke zazakî û kurmancî diaxivin, ava bikin.  Em ê li şaredariyê zimanê pêşwazîkirina gel û xizmetê bikin zazakî û kurmancî. Em ê li ber deriyê şaredariya xwe tabelayên ji bo hişmendiya ziman bi cî bikin û li ser wan bi du zaravayan binivîsin: Bi kurdî biaxivin, bi kurdî binivîsin. Dema kesên têkeve hundir bila bizanibin li wir kurdî tê axaftin. Herwiha, personelên şaredariyê divê bi kurmancî û zazakî bizanibin.

Li Amedê piranî zimanê jiyana rojane tirkî ye. Bi taybetî, ev mesele li  hemû saziyên fermî ku şaredarî jî tê de ye, girantir e. Ji bo ev rewş li şaredariyan biguhere, herhalde ewil pêwîst e personel xwedî hişmendiya bi kurdî be. Bi armanca ev hişmendî bi personel re çêbe û ji bo personelên bi kurmancî û zazakî nizanibin hûn ê çi bikin?

Ez niha ji aliyê hiqûqî de dersên kurdî yên li şaredariyê dikevin kîjan çarçoveyê baş nizanim.  Lê em dikarin şemî û yekşeman kursên kurmancî û zazakî vekin ji bo personel û malbatên wan. Belkî ev di destpêkê de ne wekî kursekî ferz be. Dema li şaredariyê bi kurdî bê axaftin, ev yek wê bandorê li personel jî bike. Ev ê jî bibe sebeb beşdariya kursên ziman pêk were. Li Amedê hejmara kesên ku hîç bi kurdî nizanibin kêm in. Dibe ku ji bo kesên ji derveyî Amedê hatibin rewş cuda be. Di meseleya ziman de heta niha polîtîkayên desthilatiyê hatiye meşandin. Tevî ku hin kes problemên xwe li saziyên fermî bi kurdî radigihinîn, bersiva wan bi tirkî tê dayîn. Em ê vê hişmendiya desthilat li Yenîşehîrê hilweşînin.

Em bi taybetî dixwazin bipirsin, di polîtîkaya îstihdama personelan de  wê krîtera zanebûna bi zimanê kurdî hebe?

Bajarê Amedê û gundên li rojavayê wê. /Rûpela Facebookê ya Abdurahman Onen.

Di serî de malpera fermî, hemû weşanên danasînê yên şaredariyê jî divê bi sê zimanan be, ango zazakî, kurmancî û tirkî be. Di malpera şaredarîyê de dive ji bo teşwîqkirina kurdî em dixwazin reklam û danasîna esnafên me yên ku tabelayên wan bi kurdî ne bikin. Em bawer in, ev gav wê ji alîyê gelê me ve bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin.

Ya rastî, divê ev krîter hebe. Bi vê pîvanê, kesên bi zimanê xwe nizanibin wê neçar bimînin zimên fêr bibin. Ev yek divê ji bo namzetan jî, endamên meclîsan jî û ji bo hevşaredaran jî krîterek be. Ji ber ku hûn li vir dijîn û gelê ku hûn xizmeta wan bikin  kurd in. Nezanîna ziman kêmasiya herî mezin e. Ev yek dive wekî xebateke giştî ku şaredarî jî parçeyeke wê ye divê bê dîtin. Fikra min ev e, di serî de malpera fermî, hemû weşanên danasînê yên şaredariyê jî divê bi sê zimanan be, ango zazakî, kurmancî û tirkî be. Di malpera şaredarîyê de dive ji bo teşwîqkirina kurdî em dixwazin reklam û danasîna esnafên me yên ku tabelayên wan bi kurdî ne bikin. Em bawer in, ev gav wê ji alîyê gelê me ve bi kêfxweşî bê pêşwazîkirin. Hevalên me yên di warê ziman de pispor in wê vî karî bigirin ser xwe. Dem dema teknolijiyê ye. Teknolojî bêtir bala ciwanan dikişîne. Em ê ji bo ciwan bikaribin înternetê bêpere bi kar bînin, li her nuqteyên navendî  xizmeta Wifiyê bidin. Ciwan wê bikaribin spartekên xwe yên dibistanê û xebatên xwe yên din li wir amade bikin. Em ê ji bo parastina ziman bi saziyên ziman re jî têkiliyan çêkin û ji fikr û planên wan  sûdê werbigirin.

Safiye Akdag

Safiye Akdag di 1976an de li Batmanê ji dayik bû. Di 1992-1997an li Îzmîr û Stenbolê di  partiyên wekî HEP, DEP û HADEPÊ de, di qadên ciwan û jinê de xebatê kiriye. Paşê, Akdag di 1998-2000an de di şanoya Navenda Çandê ya Mezopotapyayê de (NÇM) weki şanoger  xebitî. Di 2000-2003an de di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de tevlî xebatan bû. Akdag, di hilbijartinên 2019’an de bû endamê meclîsê ya Şaredariya Navçeya Yenîşehîrê ya Amedê.

Derbarê Suat ÖZALP

Suat Ozalp li navçeya Bismil a Amedê di sala 1975an de ji dayik bû. Di salên 1999-2004an de li rojnamaye Azadiya Welat wekî belavkar, berpirsê kare nivîsan xwedîyê îmtîyazê xebitî. Di şirketên rapirsîyê Genar, Samer û Kondayê de wekî lêkolînerê qadê kar kir. Li zanîngehên Dicle û Anadoluyê beşa kargerî û aboriyê xwend. Li Beşa Kargerîyê ya Zanîngeha Arelê ya Stenbolê li ser şîrketên lêkolînê mastir kir.Ozalp xwedî sertîfîkaya asta mamostetiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Çend gotarên wî di hin kovar û malperan de bi kurdî û tirkî hatine weşandin.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …