Civaka baskê dibêje ‘Euskaraz Bai’-II

Necat Ayaz: Hûn plana stratejîk a Kontseiluayê a ji bo welat di asta bajarokan de çawa dimeşînin?

B.Sarria: Di salên min ên ewilî ya kar de me hin tiştan li bajarokên biçûk kirin lê niha ji bo bajarokan projeyeke me ye nû heye. Me ji bo meşandina projeyeya pîlot bajarokekî hilbijart. Di destpêkê de em bi hemû saziyên tevgera ziman re axivin û me ji wan re got ku ku ew dikarin polîtîkaya ziman a li bajarê xwe biguherînin. Vê bajarokê dikare ji bo bajarokên din bibe modelekê û nîşanî wan bide ku polîtîkayeke ziman a nû pêkan e. Em berê bi tevgera ziman re axivîn. Paşê em bi partiyên siyasî û meclîsa şaredariyê re axivîn. Piştî vê, em bi hemû derdoran re civînekê li dar xist û me ji wan re got ku em bi armanca guherandina rewşa ziman a li bajarokê, şaredariyê, dibistanan, li hewza avjêniyê û ya di qada çalakiyên dema vala de planekê didin destpêkirin. Em dibêjin ku em ê tedbîrên cuda bigirin û em ê ji her du mehan carekê wan binirxînin. Em di heman demê de dibêjin ku piştî vê nirxandinê, eger hin tişt çewt bin em ê wan biguherînin û divê em di nava salekê de nîşanî hemû civakê bidin ku eger tevgerên civakî û sazî bi hev re bixebitin ew dikarin polîtîkaya ziman a şaredariyê biguherînin.

N.Ayaz: We li ku derê û kengî dest bi vê projeyê kir?

B.Sarria: Me li Besainê di Cotmeha 2013’an de dest bi vê projeyê kir. Me ji tecrûbeya xwe ya paşerojê fam kir ku Peymana Bai Euskarari ya di asta bajarokan de têr nake. Lewma me biryar da ku divê em wê biguherînin, teahudan binivîsin û di dawiyê de gelo ew hatine meşandin an na wan binirxînin. Berê em diçûn şaredariyan û ji wan re pêşniyaza kirina hin tiştan dikir lê di dawiyê de me fam kir ku nirxandina teahudan dijwar e. Ji ber ku carinan ew wekî pejirandinekê bû ku bo nimûne digot ku ‘em ê destekê bidin zimanê baskî ya ji bo dema şox û şengê ya zarokan û hwd. Niha em di heman demê de ji şaredariyê daxwaza guherandina qanûnê dikin. Li Welatê Baskê ji qanûnên şaredariyên re ordenantza tê gotin.

N.Ayaz: Hemû şaredariyên bask xwedî qanûnên ziman in?

B.Sarria: Na, mixabin hemû şaredarî ne xwedî van qanûnan in. Lê piraniya wan xwedî qanûnên ziman in.

N.Ayaz: Bi rastî jî jiyana bi zimanê baskî ku di heman demê de navê kampanyaya we ya ziman e, opsîyoneke rastîn a jiyanê ye?

B.Sarria: Erê, ez difikirim ku em bi kampanyayê digihîjin gel. Mirov fam dikin ku em çi dibêjin. Dema hûn dibînin ku kesekî t-shirtekî kampanyayê li xwe kiriye ev tê vê wateyê ku ew bi vê kiryara xwe serbilind e. Em difikirin ku mirov ji vê meseleyê bawer dikin. Rast e ku van rojan em bi zimanê baskî najîn lê eger hûn li bajarekî biçûk ê bask bijîn dibe ku jiyana we bi baskî be. Bo nimûne, ez li kar û malê bi baskî dijîm lê ez bajarekî mezin ê nêzîkî Bilbaoyê dijîm. Dema ez diçim cafeyekê bi gelemperî ez nekarim bi zimanê baskî bijîm. Eger hûn li Navarrayê an li hin ciyên nêzîkî bajarên mezin bijîn dijware ku hûn bi zimanê baskî bijîn. Digel ku dijwarî hene, em hewl didin ku aktîvîstên ku dixwazin bi zimanê baskî bijîn biafirînin. Ez difikirim ku civaka bask pêdiviyê bi amûrekê an mesajekê ku daxwazên wan nîşanî kesên din bide, dixwazin. Em qala jiyanê dikin û ev mafeke bingehîn e. Ji ber ku jiyîna bi baskî jiyîna serbilindiye. Ti kes nekare ji min re bêje ku ‘na, ti nekarî bi baskî bijî.’ Digel ku hûn ne alîgirê zimanê baskî bin jî dijware ku hûn li dijî vê bisekinin.

N.Ayaz: Bi ya min hikumeta Navarrayê li dijî belavbûna kampanyaya we ya di nava sînorê xwe de disekine.

B.Sarria: Bi awayekî fermî ew ne li dijî wê ye lê pratîkên Hikumeta Navarrayê ya ku  jiyîna bi baskî asteng dike hene. Vê herêmê mînaka yekta ya li Ewropayê ye ku mafên ziman girêdayê ciyê ku hûn li dijîn tên naskirin. Hûn dikarin welatekî bifikirin ku destûr hatiye dayîn ku jin li bajarekî dengên xwe bidin lê li bajarekî din nekaribin bidin? Lê li Navarrayê wan biryarê dane ku sînorekî ku li aliyekî wê zimanê baskî azad e lê li aliyê din ne azad e çêbikin.

N.Ayaz: Îhtimala windabûna zimanê baskî yek ji sebebên sereke yên ku li paş van hemû xebata xurt a di qada ziman de ne?

B.Sarria: Ez naxwazim wekî kesekî ku qala karesatan dike biaxivim. Berpirsiyên me hene. Min karê vejîna ziman hilbijartiye. Rast e, rewşa baskî guherî ye. Li aliyekî, li gorî UNESCO’yê baskî di Atlasa Zimanên di Xetereyê de ye. Lê ev nayê vê wateyê ku wê baskî di nava 20 salan de ji holê rabe. Parastina ziman ne tenê mijareke siyasî ye. Di dawiyê de ez difikirim ku rewşa niha ya zimanê baskî ji rewşa wê ya 40 sal berê çêtir e.

p.b.sarria
Foto: Fatoş Demîrtaş

N.Ayaz: Rêxistina we di dema karê xwe de rastî kîjan astengiyan hatiye?

B.Sarria: Astengiya yekemîn hiqûq e ku bi taybetî li erda bask a li Fransayê ku mafên kolektîf nayê naskirin derdikeve holê. Dewleta fransewî erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî red dike. Di demên dawî de Parlamentoya Fransewî peymanê qebûl kir lê ev tenê gava yekemîn e û hîn jî peyman li benda erêkirina dewletê ye. Li aliyekî din, erêkirina peymanekê herdem nayê wateya ku hûn ê heta dawiyê wê bimeşînin. Hin dewlet îhtirazên xwe yên ji bo hin xalên peymanan pêşkêş dikin.

Li Spanyayê astengiya yekemîn Destûra Bingehîn a spanyol e. Li gorî destûra bingehîn, zanebûna spanyolî ferz e. Li gorî hiqûqê, li Herêma Xweser a Baskê mafê me yê bikaranîna baskî heye lê dema ez biçim dadgehê û ez bi dadgerekî ku bi baskî nizanibe biaxivim, ew ê daxwaz bike ku ez bi spanyolî biaxivim. Min di dema xebata xwe ya Behatokiayê (Çavdêriya Zimanê Baskî) de di derbarê vê mijarê de gelek giliyan berhev kiriye. Ez rastî dokumaneke ku tê de dadgerekî wiha digot hatim: “Ez dizanim ku mafê vî mirovî heye ku bi otorîteyan re bi spanyolî biaxive.’ Û eger vî kesî israr bike ku bi baskî biaxive, ew ê bê cezakirin.

Navarra tew çavdêriya meşandina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hatine Kêmarkirin (Bilbao-Sarria di dewsa peyva orjînal a ‘kêmar’de peyva ‘hatiye kêmarkirin’ bi kar tîne –wergêr-) red dike. Min di nava sê dewreyên meşandina vê peymanê de cî girt. Konseya Ewropayê ji Hikumeta Navarrayê re pêşniyaz kir ku helwesta xwe biguherîne lê heta niha vê pêşniyazê nehatiye pêkanîn. Sala borî Hikumeta Spanyol bi alîkariya Navarrayê li dijî bi hezaran mamosteyên dibistanên fermî yên baskî yên li Navarrayê bi armanca ku gelo ti têkiliyên wan bi ETA’yê re an hêzên legal ên siyasî yên ku serxwebûna Baskê diparêzin heye an na, lêpirsînekê kir. Armanca vê lêpirsînê ev bû ku nîşanî dê û bavan bide ku mamosteyên dibistanên fermî yên bask yên xwedî modela D’yê terorîst in. Digel ku dewleta spanyol vê lêpirsînê înkar kir, rojnameya sereke ya alîgirê Hikumeta Navarrayê nivîsand ku têkiliyên du hezar mamosteyan sê hezarî yên ku li dibistanên fermî yên li Navarrayê dixebitin, bi terorîstan re hene.

p.b.sarria
Foto: Fatoş Demîrtaş

N.Ayaz: Di deklerasyona Daxwazên Mînîmûm ên ji bo Zimanê Baskî ya ji aliyê Kontseiluayê hat weşandin de hatiye destnîşankirin ku “çareserkirina pevçûna siyasî wê vejîna tevahî ya zimanê baskî bi xwe re neyne.” Têkiliya di navbera vejîna zimanê baskî û pêvajoya aştiyê de ya li Welatê Baskê çi ye?

B.Sarria: Fikarên tevgera zimanê baskî ya di vê pêvajoya aştiyê de hene. Ji ber ku ti kes qala têkiliyên ziman bi aştiyê re nake. Dokumanên cuda ku li Welatê Baskê pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, hene. Di van hemû dokumanan de ji bo destpêkirina pêvajoya polîtîk, qala aştiyê û daxwazên mînîmûm tê kirin. Di wan de qala tranfera girtiyan a ji bo Welatê Baskê, ferzbûna legalbûna hemû fikrên siyasî û hwd dikin lê ti kes di derbarê baskî de tiştekî nabêje.  Rewşa zimane baskî parçeyeke pevçûnê nayê dîtin. Eger em ê aştiyê pêk bînin lê meseleya ziman ji bîr bikin, wê aştiya rastîn pêk neyê. Eger em ê ji bo afirandina civaka nû qala pîvana mînîmûm a demokrasiyê bikin, pêdivî heye ku divê em çi daxwazen mînîmûm ên ji bo zimanê baskî ne nîşan bidin û ji bo vê yekê me vê dokumanê amade kir.

Eger em pêvajoya aştiyê ya li Afrîkaya Başûr û Îrlandaya Bakur analîz bikin, em ê ciyê ziman a di van her du pêvajoyan de bibînin. Li Afrîkaya Başûr ziman mijareke pir girîng a dema muzakereyan bû. Xetereya têkçûna hemû pêvajoyê hebû, ji ber ku wan di derbarê ku divê perwerde bi zimanên xwecîyî bê kirin an na de nekaribûn li hev bikirana. Û di dawiyê de wan biryara perwerdeya bi zimanên xwecî da. Destûra Bingehîn a Afrîkaya Başûr 11 zimanên fermî nas kir. Ji ber ku wan mijara ziman anîn maseya muzakereyê, vê yekê pêk hat.

Di heman demê de di peymanên Îna Bixêr û St. Andrews ên li Îrlandayê de meseleya ziman ji xwe re ciyekî dît. Digel ku li ser maseya muzakereyê ciyekê wê yê biçûk hebû, wan meseleyê anîn rojevê û di derbarê wê de axivîn. Di aştiya li Welatê Baskê de ti kes qala meseleya ziman nake û lewma me vê dokumanê amade kir û me ji hemû aliyên eleqeder ên aştiyê re got ku eger ew aştiyeke rastîn dixwazin divê ziman jî di nava vê pêvajoyê de be.

N.Ayaz: Di qada parastin û plankirina ziman de kîjan mafên hiqûqî yên şaredariyên Baskê hene?

B.Sarria: Hêza mezin a şaredariyan pir tune ye ku qanûnan amade bikin. Ji bilî qanûnên wan, Destûra Bingehîn a Spanyayê û qanûnên herêmên xweser hene. Şaredarî dikarin destekê bide ziman û ew dikarin pîvana ziman têxin pratîkê. Û ji ber ku baskî di heman demê de zimanê fermî ye, divê şaredarî bi zimanê baskî xizmetên xwe bimeşînin. Di 6 mehên dawî de, dewleta spanyol bi armanca parastina Destûra Bingehîn nûnereke taybet şandiye her herêma xweser. Di vê demê de van nûnerên dewletê ji 62 şaredariyên baskî xwest ku planên ziman ji wan re bişînin. Ji ber ku di hin planên ziman de meclîsên şaredariyan dibêjin ku divê ew destekê bidin baskî. Nûner hin biryarên ji aliyê şaredariyan ve hatibûn girtin betal kirin. Bo nimûne, nûnerên li Welatê Baskê hin tedbîrên wekî pêkanîna xizmetê bi zimanê baskî, asta zimanî ya baskî ya ji bo girtina kesên nû ya ji bo kar û hwd. bi hinceta ku ew li dijî zimanê spanyolî cudaxwaziyê pêk tînin ji dadgehê re şandine. Û ev hukum ji aliyê dadgehê ve hatin betalkirin.

Amed

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Parastina kurdî xebateke dijmêtinger e

Hevpeyvîn: Necat Ayaz Pêwîst e qada sîyasetê li xwe dayne û di warê decolonizationa çand …