Farqîn dê bibe modeleke şaredariya kurdî

Eger em werin ser kar, divê xelkê me ji me bawer be, em ê bi rêûrêbazên demokratîk, serkeftî û pêşketî van astengiyên li pêşiya me vala derbixin û nebesiyên me yên di hêla ziman, çand, aborî de ji holê rakin. Armanca me wê civakeke rêxistinkirî be.

Ez di mijara ziman de xwedî îdîa me tevlî hevnamzeta me Sevîm Bîçîcîyê. Ez dibêjim em ê Farqînê di aliyê kurdî de bikin şaredariyeke model ku em bi salan bên bibîranîn.

Kadri Esen di du tûrên pêşhilbijartinê yên li navçeya Farqînê ya Amedê bi ser ket. Esen di tûra duyemîn de 668 dengan wergirt û tevlî Sevîm Bîçîcî bû namzetê DEM Partiyê yê Farqînê. Esenê ku bi salan xebatkariya rojnamegeriya kurdî kirîye, bi kampanyaya xwe ya bi kurdî û bi projeyên xwe yên ji bo Farqînê balê kişand ser xwe. Hevalê me Suat Ozalp ji bo li ser vê mijarê raya giştî ya kurd bêtir agahdar bibe, bi Kadri Esen re hevpeyvînekê kir.

Infowelat: Hûn di pêşhibijartinê bi dengê herî zêde wekî namzetê şaredariya Farqînê hatin diyarkirin. Li ber çavên Kadri Esen tevlî problem û derfetên xwe profîleke çawa ya Farqînê heye?

Kadri Esen: Farqîn jî wekî gelek bajarên Kurdistanê xwedî probleman e. Hûn dizanin bajarên me 4-5 sal in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Bi taybetî, di dewsa problemên xelkê çareser bikin, derd û kulên xelkê zedetir kirine. Niha xelkê bajêr li benda me ye ku em werin ser kar û xizmetê bikin. Farqîn di serî de di aliyê îmarê de xwedî problemeke mezin e. Tevî ku gelek deverên vala jî hene, qeyûman erdên din ji îmarê re vekirine. Ev yek bi armanca rantê tê kirin. Lewma erdên çandiniyê yên li dora bajêr bi xetereyeke mezin re rûbirû ye. Di aliyê avahîsayizê de jî hem li bajarê kevn hem jî li ya nû pîvanên bajarvaniya modern li ber çav nehatine girtin. Armanca wan kêmkirina mesrefên muteîtan e. Kuçe, park, baxçe û  binesaziya bajêr li ber çav nehatîne girtin. A din, li nava bajêr problema ciyê parkên ji bo otomobîlan heye. Hema bêje tu deverên ku otomobîl bên parkirin tune ne. Ên heyî jî gelek biçûk in û loma esnaf tên acizkirin. Ji ber ku li ber dikanan otomobîl yên parkirin. Herwiha, kuçe û kolanên navçeyê pir teng in. Kolana herî mezin a bajêr êdî nikare trafîkê ragire. Li dora vê kolanê avahî tên çêkirin û li ser vê kolanê bi tenê pireke serborî heye. Ev jî dibe sebebeka ku qeza pêk bên. Dîsa, li bajêr kawşak kêm in û têra xwe lembeyên trafîkê nehatine danîn.

Ji aliyê av, elektrîk û înternetê de problemên binesaziyê hene. Ji ber ku binesaziyeke bi rêk pêk a demeke dirêj têr bike, nehatiye çêkirin. Problema herî mezin jî wekî ya li Kurdistanê problema aborîyê ye. Xên ji salên krîza aboriyê, qeyûm bingeha hilberînê ji holê rakirine û çavkaniyan talan kirine. Di serî de esnaf û xelkên bajêr hîn vî derdî dikişînin. Qeyûm dixwazin vê problemê hîn zêde kûr bikin. Derfetên şaredariyê ji bo xelkê nayên xerckirin. Derfet ji bo çend komikên girêdayî AKPê û qeyûm tên bikaranîn. Ev jî bêaramiya li navçeyê zêde dike. Di demên dawî de Farqîn yek ji bajarekî ku herî zêde bûyerên întîxarê lê pêk tê.

Kadrî Esen posterên xwe yûn danasîna ji bo hilbijartinê bi kurdî amade kir. /X.com

Di dema qeyûm de bi tenê parkekê hatiye çêkirin. Ev jî dilê bajêr bû û divê bi awayekî din bihatana nirxandin. Ji bo xelk ji wir sûd wernegire, ew der kirin park. Ew der dikaribû wekî derfeteke aboriyê ji bo gel bihatana bikaranîn.  Bê guman, pêdiviya bajêr bi parkê heye lê ne li wê derê. Navekî dûrî çanda vî bajarî, navê Kiliçararslan li vê parkê kirine. Bi hinceta ku gora wî li vir hatiye dîtin, navî wî li parkê kirine.

Tevlî gelek deverên vala jî hene, qeyûman erdên din ji îmarê re vekirine. Ev yek bi armanca rantê tê kirin. Lewma erdên çandiniyê yên li dora bajêr bi xetereyeke mezin re rûbirû ye. Di aliyê avahîsayizê de jî hem li bajarê kevn hem jî li ya nû pîvanên bajarvaniya modern li ber çav nehatine girtin.

Gundên Farqînê jî xwedî gelek probleman e. A herî mezin, trafîk e. Ji ber ku serwîsên gundan nemane, gundî bi malîyeteke gelek zêde xwe digihînin navendê. Hema bêje gundî bi tevahî wesatiyên taybet tên Farqînê. Meseleya binesaziya gundan jî pir giran bûye. Qaşo binesazî hatine çêkirin lê nîvê wan xitimîne. Ava wan logaran ya nepaqij li nava gundan an li ser çem û kaniyan gundan vala dibe. Ev jî dibe sebeba problemeke mezin a ekolojiyê.

Wekî din, zarok û ciwanên gundan jî ji derfetên çandî û hunerî sûd wernagirin. Bi destên qeyûman tu xebat li gundan nehatine kirin. Dîsa, li Farqînê çi problem hebe hema bêje li gundan jî hene. Li gundan ne koperatîfeke sewalkarîyê, ne jî yeka çandiniyê nehatîye avakirin. Aliyekî Farqînê deşt e ku gundiyên li wir bi çandiniyê debara xwe dikin. Aliyekî din jî çiya ye û welatiyên li wir bi sewalkarî û çandiniya fêkîyan debar dikin. Lê ji bo gundî hilberîneke baş bikin û wan li bazarê bikaribin bifiroşin tu kar nehatine kirin. Em dibêjin me ev problema tespît kirine û eger em werin ser kar em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin.

Infowelat: Hûn jî dizanin ji bo van xizmetên we qala wan kirin, derfetên mezin lazim e. Xên ji pereyên dewletê bide we ji butçeya navendî, derfetên Farqînê wekî din çi ne ji bo hûn bikaribin ji bin vî barî derkevin?

Kadri Esen: Şaredarî li gorî nifûsa xwe ji butçeya navendî butçeyekê werdigirin. Aliyekî din jî, rêvebiriya li ser kar bi destên şaredariyê sazî û dezgehan ava dikin û bi vê re jî derfetan derdixin holê. Yek ji problema mezin a Farqînê ev e ku ji bo saziyên dikare dahateke aboriyê jê were bê avakirin yek kevir jî nehatiye danîn. Bi tenê haleke sergirtî heye ku ew jî ji aliyê hevalê me yê beriya qeyûman hatiye avakirin. Ew bi zanebûn vê dikin û dixwazin xelk xizan be û herdem hewceyê dewletê be. Heta ji dest hat em ê hewl bidin bi derfetên ji butçeya navendî ji bo me hatine veqetandin xizmetê bikin. Lê em baş dizanin ev têr nake. Ji bo çareserkirina vê meseleyê, em ê berê xwe bidin gel û ji gel daxwaza alîkariyê bikin. Em ê gilî û gazin nekin û şert û merc çi di bin bila bibin, em ê derfetan biafirînin. Em ê xizmetên ku xelk bikaribe ji aliyê civakî jê sûd werbigire biafirînin. Hem jî em ê derfetan biafirînin ku şaredarî bikaribe van xizmetan bikin û derfetên dahat jê were biafirîne. Em ê bi malîyetekî kêm bikin da ku li ser gel em nebin bar.

Em ê li gundan koperatîfan jî ava bikin. Ez qala koperatîfên sewalkarî çandiniyê dikim. Hem ew ê xelk jê feyde bibîne hem jî bi riya wan dahatek ji bo şaredariyê re çêbe. Eger ev jî têr nekin, em ê hem di nava Tirkiyeyê de hem jî di asta navneteweyî de daxwaza krediyê bikin. Em ê ji bo vê li deriyên saziyên aboriyê, çandiniyê yên li Kurdistan, Tirkiyeyê û navneteweyî bixin, ên wekî banke, ajansên aboriyê an koperatîfên mezin.

Ji bo çareserkirina meseleya derfetên aboriyê, em ê berê xwe bidin gel û ji gel daxwaza hevkariyê bikin. Em ê gilî û gazin nekin û şert û merc çi di bin bila bibin, em ê derfetan biafirînin. Em ê xizmetên ku xelk bikaribe ji aliyê civakî jê sûd werbigire biafirînin.

Farqîn bi nifûsa xwe ya bi qasî 86 hezarî yek ji navçeya herî mezin a Amedê ye. /Saradistribution.com

Infowelat: Em dixwazin hûn meseleya aboriyê piçek din jî bi detay bikin. Ji bo aboriya lawaz a Farqînê modeleke şênber a şaredarîyê heye di serê we de?

Kadri Esen: Divê şaredarî weke navendeke kardîtinê neyê dîtin. Lê hevşaredar dikarin pêşengiya başkirina derfetan bikin. Farqîn navçeyeke wisa ye ku hema hema kargeh tune ne. Kargeheke me ye arvan û çend kargehên biçûk ên kincan hene. Sîteya sanayîyê ya heyî jî bi tenê ji bo karê tamîrkirinê ye.  Li navçeyeke nifûsa wê di ser 80 hezarî re ye tiştên heyî gelekî kêm in. Divê ev navçe bikaribe li nava xwe têra xwe hilberînê bike û herwiha bikaribe hilberîna zêde jî bifiroşe derve. Ez bawerim niha amadekariya avakirina sanayiya organîzekirî tê kirin. Em ê jî hewl bidin li devera vê projeyê û deverên din ji bo gelê xwe derfetan biafirinîn. Em ê hem li navendê hem jî li herêmên gundewar derfetan ji bo gel biafirînin ku bi sedan kes bikaribin ji xwe re kar bibînin. Yanî em ê kargeheke venekin û karkerên şaredariyê çênekin lê em ê pêşengî û alîkariya proje û koperatîfan bikin. Em ê heta mîqtarekê jî alîkariya mirovên me, bi taybetî jî alîkariya jinê bikin da ku bibin xwedî kar. Em ê ji bo atolye, koperatîfên çandinî û sewalkariyê yên keda jinê tê de be,  pêşengiyê bikin.

Infowelat: Ji xêynî çend salên rêvebiriya qeyûm, Farqîn zêdetirî 20 salan ji aliyê şaredarên endamên siyaseta kurd ve hat birêvebirin. Dîtina serdest ev e, derfetên di vê dema dirêj de ku têra pêşxistina modeleke mînak a xizmetê dikir baş nehatin bi kar anîn. Hûn difikirin di dema xwe de di  vê meseleyê kîjan gavên cuda bavêjin? Mesele hûn di van şert û mercên siyasî de bikaribin bikin an na tiştekî din e. Em dixwazimn modela di serê we de çi ye, vê fêr bibin.

Kadri Esen: Kêmasî û ji şaşîyê wêdetir, tevgera kurd ji 1999an û vir ve bajarên Kurdistanê bi rê ve dibe û ji bo vî xelkê modela herî pêşketî û xizmetê kiriye. Helbet em kêmasî û şaşî qebûl nakin lê em dikarin bêjin hinekî nebesîyên me hebûn. Em ê di vê serdema xwe de van nebesîyên xwe tespît bikin û ji bo di asta herî baş de xizmetê bikin, em ê modelên herî baş têxin meriyetê. Ji 1999an û vir ve ji hêla ziman, çand û bajarvaniyê ve gelek xebat ji aliyê siyaseta demokratîk a kurd ve hatiye kirin. Mînaka herî şênber, bi destên şaredariyên me dibistanên azad hatine vekirin. A din, pergala hevserokatî û hevşaredariyê anî ye ku heta niha li Tirkiyeyê ev pêk nehatî ye. Ev ji cîhanê re jî bûye model ku bajêr dikare ji hêla jin û mêr ve bi awayekî wekhev bê birêvebirin. Bi saya vê pergalê, gelek problemên niha li bajarên Tirkiyeyê nehatine çareserkirin li bajarên me hatine çareserkirin.

Sevim Biçici tevlî Kadri Esen namzeta şaredariya Farqînê ye. /X.com

Niha li Tirkiyeyê şaredarî wekî ciyê rantê tê qebûlkirin lê li Kurdistanê kesên bûne şaredar hewl dane derfetên heyî ji bo xelkê bi kar bînin. Di vî warî de siyaseta me dikare wekî mînak bê nîşandayîn. Lê hûn dikarin bêjin‚ ka ev ji bo gel bûne bersiv?“ Helbet na. Bi taybetî, di aliyê ziman de kêmasî hene lê ev jî ne ku bi zanebûn hatine kirin. Divê mirov astengî û zextên dewletê jî bên zanîn. Xizmetên ji aliyê hevalên me hatine kirin jî ji aliyê walî û qeymeqaman hatine tunekirin. Tevî vê yekê, eger em werin ser kar, divê xelkê me ji me bawer be, em ê bi rêûrêbazên demokratîk, serkeftî û pêşketî van astengiyên li pêşiya me vala derbixin û nebesiyên me yên di hêla ziman, çand, aborî de ji holê rakin. Armanca me wê civakeke rêxistinkirî be. Siyaseta kurd êdî pêş ketîye û hem civaka xwe hem dinyayê nas dike. Siyaseta me ya giştî di aliyê siyaseta demokratîk de çi reçeteyê ji bo modeleke pêşketî deyne ber me, em ê wê bişopînin.

Em dikarin telefonên xwe bikin kurdî, televîzyonên kurdî temaşe bikin, rojnameyên bi kurdî bixwînin û tabelayên xwe bikin kurdî  û rengîniya kolan û bajarên xwe bixin bin însîyatîfa xwe. Ji bo esnafên me rengê kurd û kurdistanî bidin dikan û kolanên Farqînê, em ê alîkarîyê bikin.

Infowelat: Farqîn hem li Amedê hem jî li tevahiya Bakur yek ji bajarê herî zêde kurdewar tê hesibandin. Lewma bajarekî gelek taybet e. Di dema zarokatiya me de li Farqînê bi tirkî axaftina şerm dihat dîtin. Dema hûn di çarçoveyê de li mijarê binêrin, dema hûn hatin hilbijartin, hûn ê parastina nasnameya kurdî ya bajêr çi bikin?

Kadri Esen: Hûn jî şahidin ji Farqînê gelek kesên ji bo parastina ziman û çanda kurdî berdêlên giran dane. Ji bo em hêjayî wan kesan bibin, teqez em ê li mîrateya wan xwedî derkevin û Farqînê ji hêla çand û ziman de li rojên berê vegerînîn. Lê helbet ev ê bi rêûrêbazên nûjen pêk were. Îro li Farqînê û tevahiya kolanên kurdan tabela bi tirkî ne, tv bi giranî bi tirkî ne, telefonên destan bi tirkî ne, hemû xizmetên bajarbaniyê û hwd bi tirkî ye. Welhasil, kurd 24 saet bi tirkî radibin bi tirkî rûdinên. Ev jî bi zext û derfetên dewletê pêk tê. Lê ew derfet hene ku kurd ango Farqînê dikarin veguherînin. Em dikarin telefonên xwe bikin kurdî, televîzyonên kurdî temaşe bikin, rojnameyên bi kurdî bixwînin, tabelayên xwe bikin kurdî  û rengîniya kolan û bajarên xwe bixin bin însîyatîfa xwe. Ji bo esnafên me rengê kurd û kurdistanî bidin dikan û kolanên Farqînê, em ê alîkarîyê bikin.  Ku pêwîst be, em ê baca wan heta radeyekê kêm bikin. Xizmetên ji hêla şaredariyê ve bê kirin, xizmetên li hemû kolanên bajêr û li gundan bê kirin teqez wê kurdî be.

Farqînê navçeyeke rojhilatê Amedê ye û cîranê Batmanê ye. Ji 80yî zêdetir gund bi ser Farqînê ve ne. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen 

Infowelat: Farqînîyekî bi tirkî nizanibe û were şaredariyê wê bikari be xizmeyê bi kurdî bigire?

Kadri Esen: Bê guman, wê bikaribe bigire. A din jî, meseleya derfetên teknolojîk ên di destên dewletê de ne ku li hemberê me tê bikaranîn. Ji bo em vê vala derxin, em ê hewl bidin. Îro zarokên me neçar diçin dibistanên tirkî û dûrî çanda xwe tên perwerdekirin. Projeyeke me yê perwerdeyê heye. Em ê li hemû gundan navendên fêrbûna kurdî vekin. Ev der wê hem ciyê fêrbûnê be hem jî di nava wê de pirtûkxane û kafeyekê hebe. Zarok wê biçin wir û zimanê xwe ji bîr nekin. Ji bo navenda Farqînê jî em ê kreşeke (pêşdibistan) kurdî vekin. Belkî di destpêkê de yek, paşê li gorî pêdiviyê du an sê jî dikarin bê vekirin.

Em ê li hemû gundan navendên fêrbûna kurdî vekin. Ev der wê hem ciyê fêrbûnê be hem jî di nava wê de pirtûkxane û kafeyekê hebe. Zarok wê biçin wir û zimanê xwe ji bîr nekin. Ji bo navenda Farqînê jî em ê kreşeke (pêşdibistan) kurdî vekin.

Infowelat: Kursên ziman û şanoya kurdî wê di nava xebatên we de hebin?

Kadri Esen: Bê guman wê hebin. Hemû xizmetên çandî, çi şano, çi muzîk û çi jî folklor wê hemû bi kurdî û bi derfetên şaredariyê bê kirin. Ez di vê mijarê de xwedî îdîa me tevlî bi hevnamzeta me Sevîm Bîçîcî re. Ez dibêjim em ê Farqînê di aliyê kurdî de bikin şaredariyeke model ku em bi salan bên bibîranîn. Dîsa, li avahiya şaredariyê jî wê xebata navxweyî bi kurdî be.

Infowelat: Ku personel bi kurdî nizanibe hûn ê çi bikin?

Kadri Esen: Em ê li şaredariyê jî navendeke kursa kurdî vekin û personelên me yên bi kurdî nizanibin wê di navbera 5-6 mehan de bikaribin xizmetên xwe bi kurdî bide. Em ê derfetên bi vî rengî ava bikin.

Infowelat: Ji salên 1990î û şûn ve gelek kes ji Farqînê koçî bajarên Kurdistanê û rojavaê Tirkiyeyê kirin. Êdî em dikarin bêjin diyasporayeka farqîniyan heye li derveyî welat jî. Ji bo van kesan hûn dikarin çi bêjin? Hû difikirin wan jî tevlî xebatên li Farqînê bikin?

Kadri Esen: Ji ber zilm û zora dewletê, di salên 1990î de gelek Farqînî terka erd û ava xwe kirin. Hejmareke zêde ji wan li Çukurova û Marmarayê bi cî bûn.  Herwiha li Egeyê jî pir Farqînî hene. Gelek kes ji wan li wir bûne xwedî kar û karsaz. Derfetên wan ji yên welatiyên me yên li vir baştir in. Ev yek polîtîkayek bû ku bi zanebûn ji aliyê dewletê ve hat pêşxistin. Armanc, başkirina derfetan li rojavayê Tirkiyeyê ye û valakirina Farqînê û bajarên din ên Kurdistanê ye. Em dixwazin vê koçê berevajî bikin. Kesên dixwazin vegerin em ê bi wan re têkevin têkiliyê, wan bînin û li kolanên wan û taxên wan ên berê bi cî bikin.  Em ê berê mirovên xwe bidin Farqînê û Kurdistanê.

Foto: Bianet

Kadri Esen

Di sala 1989an de li gundê Fêra yê Farqînê ji dayik bûye.  Esen, li Zanîngeha Firatê beşa Têkiliyên Gel û Danasînê ya Fakulteya Ragihandinê xwendiye. Paşê, wî di salên 2012-2013an de di Rojnameya Silvan Mucadele û Radikal Blogê de nivîsandî ye. Rojnamevanê kurd, di 2014an de li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) dest bi kar kiriye û bi dûv re li rojname û ajansên wekî Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Rojeva Medya, Welat, E-Rojname û Ajansa Mezopotamya (MA) xebitîye. Herwiha, wî ji bo Ronahî TVyê bernameya “Ji Bakur” û ji bo Stêrk TVyê jî bernameya “Nêrîn” amade kiriye. Esen, niha endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ye û ligel pozîsyona xwe ya edîtoriyê, gerînendeyê giştî yê weşanê yê Xwebûnê ye.
————————-

Fotoyê sereke: Namzetê DEM Partiyê yê Şaredariya Farqînê û rojnameger Suat Ozalp. 

Hevpeyvîn ji aliyê Suat Ozalp ve ji bo Infowelat hatiye kirin. 

 

Derbarê Suat ÖZALP

Suat Ozalp li navçeya Bismil a Amedê di sala 1975an de ji dayik bû. Di salên 1999-2004an de li rojnamaye Azadiya Welat wekî belavkar, berpirsê kare nivîsan xwedîyê îmtîyazê xebitî. Di şirketên rapirsîyê Genar, Samer û Kondayê de wekî lêkolînerê qadê kar kir. Li zanîngehên Dicle û Anadoluyê beşa kargerî û aboriyê xwend. Li Beşa Kargerîyê ya Zanîngeha Arelê ya Stenbolê li ser şîrketên lêkolînê mastir kir.Ozalp xwedî sertîfîkaya asta mamostetiyê ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye. Çend gotarên wî di hin kovar û malperan de bi kurdî û tirkî hatine weşandin.

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …