Autonomos

Li Kolombiyayê Hefteya Aştiyê dest pê kir

 Hefteya Aştiyê ya ku bi beşdariya ji 50’yî zêdetir rêxistin û Dêra Katolîk tê li dar xistin, di 8’ê Îlonê de li Kolombiyayê dest pê kir. Hefteya ku ji sala 1987’an û vir ve her sal tê li dar xistin, wê heta 15’ê Îlonê dewam bike. Çalakiyên îsal wê di …

Bêtir »

Pêvajoya aştiyê di vîrajekê re derbas dibe

Hevserokê desteya rêvebiriya Koma Civakên Kurdistan (KCK) Cemîl Bayik ragihand ku ew vekişandina hêzên wan ên çekdar ji Kurdistan û Tirkiyeyê didin sekinandin. Bayik, nêzîkbûna dewlet û hikumeta Tirkiyeyê ya di vê pêvajoyê de wekî sebebên vê biryarê nîşan da. Li gorî nûçeyeke di ANF’ê de hat weşandin de, hevserokê …

Bêtir »

Li Venetoyê tevgera serxwebûnxwaz çalak dibe

Meclîsa Herêma Xweser a Venetoya li Îtalyayê biryar da ku bi armanca referandûma li ser serxwebûna herêmê biryarê bide, di 17’yê Îlonê de dengdayinekê li dar bixe. Heta niha ji % 10’ê şaredariyên li herêmê piştevaniya xwe ya ji bo referandûmê anîne ziman. Rêxistinên serxwebûnxwaz ên li Venetoyê li ser …

Bêtir »

Bernameya serxwebûnê ya hikumeta Skotlandê

Serokwezîrê Skotlandê Alex Salmond, di dema pêşkêşkirina bernameya xwe ya îsal a li Parlamentoya Skotlandê de, da xuyakirin ku divê Skotland bibe serbixwe. Serokê Partiya Neteweperest a Skotlandê (SNP) Salmond, li pêşiya parlamenterên skotî got ku “tiştê herî baş a ji bo herkesî ew e ku biryarê di derbarê pêşeroja …

Bêtir »

Li Romanyayê pêvajoya damezrandina herêman

 Romanya di salên dawiyê de di sîstema xwe ya terîtoryal de reformeke mezin çêkir û 41 wîlayetên xwe di bin 8 herêman ku nû damezrandi bû de kom kir. Li ser vê mijarê, li welat armanca hikumetê û aliyên erênî û neyênî yên ji bo vê guherînê tê nîqaşkirin. Romanya …

Bêtir »

Welatiyên Triesteyê daxwaza statuya kevn dikin

Komeke welatî bi armanca carekê din Trieste statuya ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn bidest xistibû lê bê vegerandin, ketine navê tevgerê. Li gorî wan, heta bajarê Triesteyê ji Îtalyayê veneqete, ew ê nikaribe bigihîje dema xwe ya xweş a demên borî. Çîroka Triesteya azad bi peymana aştiyê ya li …

Bêtir »

Îrlandaya Bakur heyeta Başûrê Kurdistanê pêşwazî kir

Delegasyoneke Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) bi armanca pêşdebirina peymana hevkariyê ya di navbera her du aliyan de, çû serdana Îrlandaya Bakur. Delegasyona di bin rêberiya Berpirsê Depatmana Têkiliyên Derve Felah Mistefa’de, di 27’Tebaxê de li Belfastê ji aliyê Wezîra Bazirganiyê ya Îrlandaya Bakur ve Arlen Foster ve hat pêşwazîkirin. …

Bêtir »

Li Baskê meşa ji bo “mafê biryardayinê”

Li bajarê Bîlbaoyê ya li Herêma Xweser a Baskê, ji bo mafê biryardayinê û çewsandinên Madrîdê meşekê hat li dar xistin. Li derdora hezar kesi beşdarê meşa ku ji aliyê rêxistina EH Bildu hatibû organîzekirin, bûn. Meşa di bin slogana “Ji ber dijwariyan, Welatê Bask dimeşe” di 22’yê Tebaxê de …

Bêtir »

Asûrî xweserî û serxwebûnê nîqaş kirin

Kêmarên li Iraqê ji ber îhmalkariya hikumetê ya di derbarê wan de, bi serê xwe dest bi hewldanên çareserkirina problemên xwe dikin. Asûriyên koçber ên li derveyî welat, bi armanca diyarkirina bernameyeke polîtîk a ji bo vegera welat, konferansekê li dar xistin. Yekitiya Komeleyên Asûriyan, bi hevkariya Îttifaqa Unîversal a …

Bêtir »

Kabîliya komkujiya li Rojava şermezar kir

Kabîliya komkujiya li Rojava şermezar kir Hereketa Xweseriya Kabîliyayê (MAK) bi daxuyaniyekê komkujiya li Rojava şermezar kir. Di daxuyaniyaa ku di malpera enformasyonê ya kabîliya û berberî de hat weşandin de serokê hereketa Kabîliyayê Bouaziz Ait Chebib komkujiya kurdên sivîl û bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat …

Bêtir »

Zapatîsta 10’emîn salvegera xweseriya xwe pîroz dikin

Li pênc Caracole ên di destê Zapatîstayan de şahiyên ji bo 10’emîn salvegera damezrandina komîteyên hikumeta baş (JBG) hat pîrozkirin. Li Oventic’a li herêma Los Altos’ê 3,000 mirov ji bo pîrozkirina xweseriyê û şermezarkirina plana hikumeta Meksîkayê ya bi navê Fetha Neteweyî ya li hember Birçîbûnê kom bûn. Di şahiya …

Bêtir »

NY ji bo komkujiya li Rojava lêpirsîn vedike

Ofîsa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew ê di derbarê komkujiya li hember kurdên li Rojava de lêpirsînekê bidin dest pê kirin. Berdevkê ofîsê Cecil Paula di televîzyona Russia Today’de da xuyakirin ku komîsyona wan niha lêkolînê li ser çend raporên di derbarê vê mijarê de …

Bêtir »

Projeya cîhadparêz û mobîlîzasyona giştî ya kurd

Rojnamegerê spanyol ê pisporê meseleya kurd Manuel Martorell, li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê du nuçeyên din weşandin. Rojnameger Martorell, bi nûçe û analîzên xwe yên hêja ji zivistana 2012’an heta niha di derbarê bûyerên li Rojava de agahiyên giranbuha dide raya giştî ya Spanyayê. Di nûçeya ewilî ya bi navê …

Bêtir »

Giravên Holandayê dikarin bibin serbixwe

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte diyar kir ku her sê giravên Karayîbê Aruba, Curaçao û Sint Maarten ên di destê Holandayê de ne dikarin bibin serbixwe. Daxuyaniya serokwezîrê Holandayê ku cara pêşiyê ye mijara serxwebûna giravan anî rojevê, bû sebeba hin reaksiyon û şîroveyan. Mark Rutteyê ku kurtedemek berê çûbû geşta …

Bêtir »

Giravên Skoçyayê daxwaza statûya polîtîk dikin

Giravên Shetland, Orkney û Hebrîdên Derve ku girêdayî Skoçyayê ne, daxwaza statûyek polîtîk a taybet kirin. Rêvebiriyên konseyên her sê giravan ji hikumeta Skoçyayê daxwaz kirin ku di warê parastina çandê û bikaranîna çavkaniyên aborî de bibin zêdetir xwedî hêz. Rêvebirên konseyan ku di heman demê de berpirsên kampanyaya “Giravên …

Bêtir »

Peymana Fîlîpînê û serhildêran

Hikumeta Fîlîpînê û serhildêrên misilman li ser parvekirina çavkaniyên li Mîndanaoyê li hev kirin. Bi vê gave, astengiyeke mezin li ser riya bidawîkirina şer ji hole rabû û hêviya îmzekirina peymana dawî zêde bû. Nûnerên hikumetê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MILF) piştî hevdîtinên şeş rojan a ku mazûvaniya …

Bêtir »

Partiyên belcîkî li ser reforma 6’emîn a dewletê li hev kirin

Heşt partiyên siyasî yên li Belcîkayê li ser reforma 6’emîn a dewletê li hev kirin.  Di çarçoveya reformê de wê çend hêzên di destê dewleta federal de transferê herêmên welat bên kirin. Piştî ku pakêta reformê ji aliyê parlamentoyê bê qebûlkirin, wê reform di sala 2014’an de bê meşandin. Ji …

Bêtir »

Sûdana Başûr serbixwe ye lê tiştekî neguherî ye

 Sûdana Başûr piştî şerekî dirêj, du sal berê ji Sûdanê veqetiya û serxwebûna xwe bi dest xist. Lê îhlalkirina mafên mirovan, belavbûna qirêjî û bertilxwarinê ya di nava rêvebiriyê de û nakokiyên wê yên bi Sûdanê re ya li ser petrolê kir ku hêvî û firsendên li pêşiya welat ji …

Bêtir »

Li Kosowayê meclîsa sirban hate damezrandin

Sirbên li bakurê Kosowayê bi armanca xwerêvebiriya civaka xwe, Meclîsa Demî ya Kosowa û Metohijayê ava kir. Berpirsên meclîsa nû dan xuyakirin ku avakirina saziyeke wiha riya herî baş a parastina sirbên li vî welatî ye. Meclîsa ku di 6’ê Tîrmehê de hate damezrandin de Deklerasyona Demî ya Meclîsa Kosowa …

Bêtir »

Katalonya “herêmeke serhildêr” e

  Rojnameya xwedî prestîja bilind a alman Frankfurter Allgemeine ku ji xeynî Almanya li qada navneteweyî jî zêde tê şopandin, dosyeyeke berfireh li ser tevgerên serxwebûnxwaz ên Ewropayê weşand. Rojname di dosyeya bi sernivîsa “Herêmên serhildêr ên Ewropayê ku di 29 Hezîranê de weşand, li ser herêmên Ewropayê yên wekî …

Bêtir »

Li Brezîlyayê serhildan bi ser ket

Li Brezîlyayê ku welatê herî mezin ê Amerîkaya Latîn e, xwepêşandanên girseyî yên li hember sîstemê piştî ku du hefte li dûv xwe hişt in, kêm bûn. Hevdîtin û daxuyaniyên li ser hev ên hikumetê ya ji bo bersivdayina daxwazên xwepêşanderan tesîreke erênî li pêvajoyê kir û tansiyona bilind a …

Bêtir »