Serokwezîrê Flanders: Me ligel Barzanî behsa serxwebûnê kir

 

Piştî ku 3 rojan li Herêma Kurdistanê ma, Serokwezîrê Herêma Flandersî ya Belçîka vegeriya welatê xwe, li Firokxaneya Hewlêr a Navdewletî di kongireyekî rojnamevanî de got: “Me ligel Barzanî behsa serxwebûnê kir.”

Piştî ku 3 rojan li Herêma Kurdistanê ma, Serokwezîrê Herêma Flanderzî ya Belçîka vegeriya welatê xwe, li Firokxaneya Hewlêr a Navdewletî di kongireyekî rojnamevanî de got: “Me ligel Barzanî behsa serxwebûnê kir.”

Serokwezîrê Herêma Flanderszî Xêrt Borjaw, bi gotink Çînî dest bi axaftina xwe kir: “Dîtina carek hezar wateyî dide. Ez gelekî xweşhalbûm bi vê sedanê, me ligel Serokê Herêma Kurdistanê,  Serokwezîr, Wezîrl Pilandananê, Wezîrê Pîşesaziyê û Wezîrê Karûbarê Olî bicivim û komek mijar gotûbêj bikin.”

Xêrt Borjaw got: “Di vê serdanê de ez ligel Odeya Bazirganiyê û canbê Metran civiyam, herwiha, Îro 9 Nîsanê min serdana Kampa Gewîlan jî kir, jibo min rûmetek bû ku ligel wan penaberan hinek dem biborînim, ez çûm sengerên Pêşmergeyan jî li Kerkûkê, ew Pêşmergeyên ku giyanê xwe kirine qurbanî ji miirovntiyê, xelkê Kurdistanê jî bi gerêmî pêşwaziya min kirin vê yekê hesetekî taybet bi min bexşî.”

Navborî amaje bi pêgeya Herêma Kurdistanê kir, wek cihekî aram û asayiş li navçeyê û got: “Bê guman Herêma Kurdistanê cihekî aram û demokrate, erê bêhtirê xelkên Herêmê Muslmanin, lêbelê pêwendiya di navbera pêhateyên din ên olî û neteweyî gelekî başe û derbarê mafê mirov jî ez dikarin bêjim di asteke baş de ye.”

Xêrt Borjaw amaje bi naveroka civîna xwe ligel Barzanî kir û got: “Di civîna ligel Barzanî de me behsa du teweran kir, yek serxwebûn û yê din qonaxa piştî rizgar kirina Mûsilê bû.”

Herwiha got: “Cenabê Serok Barzanî ji min re got; em ligel Bexda dicivin û gotûbêjan dikin, heger negihiştin ti amancekê, em dê referandomê encamp bidin, xala duyemîn jî piştî rizgar kirina Mûsilê pêwîste rêz li nerîn û boçûnên û biryara xelkê were kirin, jiber ew dever gelek pêhatî têde hene.”

Herwiha amaje bi rola Herêma Kurdistanê di wergirtina hejmarek mezin ji penaberan kir û got: “Asayişa li Herêma Kurdistanê cihê rêzgirtinê ye û ez matmayî me bê çawa Herêm tevî rewş û qeyrana darayî wê karîbû bêhtir ji 1 milyon û 800 hezar penaber û koçber li xwe bigre, xelkê Kurdistanê jî malên xwe jibo bêhtir ji 80% ji wan penaberan re vekirine û Hikûmetê jî gelek karên baş li Kampan kirye, tevî qeyranên ku Herêma Kurdistanê têre derbas dibe.”

Jêder : Basnews

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …